NEWROZ

äæÑæÒ


9/1/2007

Peyrewa (Bernama) navxweyî A HEVKARI

ya partiyên Kurdistan li Elemaniya

 

1-      Nav: HEVKARI

 

2-     Pênasîna  HEVKARI :  Rêxistinek e, pêkhatiye ji hemû partiyên kurdî yên siyasî, ku li Elemaniya xebata xwe di çarçoveya yasa vî welatî de dikin, û amadene xebata hevbeş li ser hemû sewiyan ji bo xizmeta doza rewa a gelê me bikin; herweha yên ku baweriya xwe bi temamiya xalên vê peyrewê tênin!

 3-     Endametiya HEVKARI yê:  Her partiyeke siyasî kurdî / Kurdistanî, ku rêxistina wê ji aliyê yasa ( zagonê,qanûnê ) ve li Elemaniya ne qedexe bê û baweriya wê bi xebata hevbeş hebê, dikare bibê endam; bi mercê pejrandina (qebulkirina) hemû xalên ku li jêr hatine nivisandin ê!

 A-                Bi şêweyekî fermî û nivîskî daxwaza endametiyê di HEVKARI de bikê.

B-                Divê baweriya wê bi tewawî bi xebata di ber kurd û Kurdistan de hebê.

C-                Nabê ti astengên ( aloziyên, problêmên) wê ji aliyê yasa ( zagon,qanun) ve li vî welatî hebin.

D-                Baweriya wê bi prînsîpên kar û xebata dêmokratî û rêzgirtin li bendên parastina mafên mirov hebê, û herweha bi hemû şêweyekî dijî karên têrorîstî raweste û reswe bike.

E-                 Divê baweriya wê bi tewawî bi mafê çarenûsî ji bo gelê kurd hebê.

4-      Organên HEVKARI:

a-                  Birêvebiriya giştî a HEVKARI ji nûnerên hemû partiyên endam pêk tê û her sê (3) mehan carekê civîna xwe a asayî (normal) dikê.

b-                 Komîtek e bilind bi navê HEVKARI ji (5-7) kesan pêk tê, bi mercê ku nûnerên her çar parçên Kurdistan tê de hebin; Ev komîte di civîna yekemîn a giştî de tê helbijartin û xebata HEVKARI salekê (1 sal) bi rêve dibê. Ev komîte mehê carekê civînên xwe dikê û raportekê li ser xebatên xwe di nav du (2) civînên giştî de pêşkêş nûnerên hemû partiyên endam dikê, û her katekî (demê,wextî) heger pêwist be, mafê wê heye daxwaza civîna giştî bikê.

5-     Biryarên HEVKARI bi piraniya dengan têne standin ê.

6-     Her partiyeke endamê HEVKARI azade û mafê wê heye, ku di çalakiyekê   de, yan jî di karekî hevbeş de beşdar nebê; yan nexwazê navê wê li ser nivîsarekê hebê, lê pêwiste ji aliyê diravî û şandina heval û dostên xwe ve bi hemû erkên li ser milê wê rabe.

7-     Pêwiste her partiyeke endam di HEVKARI de, nûnerekî xweyî çalak û xwedî biryardan di hemû demê de destnîşan bikê; her weha gereke her ew nûner jî li hemû civînan beşdar bibê.

8-     Civînên giştî bi amadebûna du li ser sê (2/3) ji endaman pêk tên û herweha biryar bi piraniya dengan têne standin ê.

9-     Divê raporên civînan, ji bo nûnerên wan partiyan, yên ku li civînê amade nebûne, bêne şandin, da ku ew haydarê biryar û çalakiyan bin.

10- Kat û cihê civîna dahatû ( a pêş ) di civîna giştî de tê diyar kirin ê.

11- Di civîna giştî a yekemîn de, biryar li ser Mohr û forma nivisandinên HEVKARI têne standin.

12- Diravî:  Pêwiste her partiyeke endam di HEVKARI de abona endametiya xwe a mehana ( 25,- Euro ) bê derengî, bidê.

13- Heger bê û du (2) partî bi yek navî bin, pêwiste ew xwe bi xwe çareseriyekê bibênin, HEVKARI di astengiyên nav wan de ne berpirsyar e.

14- Her partiyeke endam di HEVKARI de mafê wê heye, heger pêwist bê daxwaza civîna giştî bikê. Pêwiste ew partî bi nivîsandineke fermî komîta birêvebir agehdar bikê, da ku ew bikaribin banga civîna giştî bikin.

15- Heger nûnerê partiyekî cara yekem beşdarî civîna giştî nebû, gereke bê haydar kirin, ji bo cara duhem, gereke bi nivîskî were haydarkirin ê, ji bo cara sêhem, gereke bi nivîskî partiya wî were haydarkirin ê, ji bo cara çarem di civîna giştî de biryara derxistina wî tê standin ê.

16-  Komîta bilind a HEVKARI van erkên jêrîn dide ser milên xwe:

a-                  Serperiştiya ( serkêşiya ) kar û çalakiyan.

b-                 Dan û standin bi hemû partî û rêxistinan re, yên ku baweriyê bi mafê gelê kurd tênin û di nav rêzên dêmokratîxwaz de xebata xwe dikin.

c-                  Dan û standin bi partî û rêxistinên elemanî yên dêmokrat re, herweha bihêzkirina peywendiyan bi siyasetmedar, hukumet û perlemanê elemanî re.

d-                 Serdana baylozxane û konsulisên welatên dunya yê, û herweha dezgeh û rêxistinên mafên mirov û Yekîtiya Netewan li Elemaniya.

e-                  Pênasîn û şirovekirina doz û helwêsta gelê kurd bo dezgeh û rêxistinên elemanî, bi taybetî ew malwêraniya ku bi serê miletê me de hatiye; weke kîmyabaran, enfal u.hw.

f-                   Zindîkirina hemû bûyerên gelê me.

g-                  Beşdarkirin, bi navê gelê kurd di hemû cejin û bûyerên gelên Cîhan de.

h-                  Damezrandin û bi hêzkirina peywendiyan bi hukumet û perlemanê Kurdistan re.

i-                    Damezrandin û bihêzkirina peywendiyan bi Hevkariyên kurdî / Kurdistanî re, li welatên din yên europî.

 E – mailên Berpirsyar:

hikmetserbilind@yahoo.de

MarHassan@aol.com

bahoz211@hotmail.com

adnanbakr@hotmail.com

hejawelat@hotmail.de

shamat4@yahoo.de

Dr.mahmood@gmx.de

Dr.mahmood@gmx.de

Yussef007@gmx.de

bavenarin@hotmail.com

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]