|
1/12/2007 Awirek rexnegirî li dîroka kurda: Romana "Piştî bîst salan" Gabar Çiyan hemû kesên zana ne rewûenbîr e. Ronakbîrî xisusiyetên xwe yên taybetî hene: Li hemberî xeletiyan nîşandana helwêsta rast e. Bicîanîna helwêstek e wisa, kesê rewşenbîr ji yê zana vediqetîne. Bi taybetî ji dema Siltan Evdilhemîd û hetanî salên 1930-40 î, li Kurdistanê biçûk anjî mezin, li hemberî mesîhiyan tevkujî pêk hatin. Di tevkujiya mesîhiyan de, rola rêvebirên dewletê mezin e. Lê hinek ji kes û eşîrên kurda jî cî girtine. Beşek ji rûpelên paqij a dîroka kurda, bi destên xwe yê xwîn, qirêjî kirine. Dîroka çi miletan ji rûpelên sipî, bê leke û paqij pêk nayê. Aliyên neyênî di dîroka gelek netewan de heye. Pêşketina wan miletan, gelek caran bi rexnekirina xeletiyên xwe mûmkûn bûye. Xwerexnekirin, rêya diyalogê bi miletên din re, rêya pêşketinê ji bo gelê xwe, vedike. Rexnekirina şaşîtiyên dîrokî, mehkûmkirina çewtî û xeletiyan e. Pejirandina rûpelên dîrokê yên bi leke ye. Rexnegiriyek e wisan, bi rêya nivîsên polîtîk, dîrokî, edebî û hwd. helwestek e rewşenbîrî ye û lê hêja ye. Romana "Piştî bîst salan" ji vê awirê ve berhemek e dîrokî ye, lê hêja ye. Nivîskarê romanê Silêman Demir bi xwe ji aliyê Omeriyan e. Omeriyan herêmek e stratejîk e ku, sînorên xwe dighêjîne Tora jêrîn û a jorîn. Midyad, Hezex, Nisêbîn û ji Cizîrê re ne dur e. Hayê xwe ji deng û behsên Amed, Mêrdîn û hetanî Qamişlokê heye. Navnedek e çandî ye Omeriyan. Hejmarek mezin çîrokbêj û dengbêjên xwe yê navdar hene. Beşek ji dîroka gelê Kurd di wan serpêhatî û stiranan de veşartî ne. Demir, li cihek e wisa, bi stiranên rengîn mezin bûye. Hayê xwe ji buyerên sedsala dawî heye. Ev aliyê Demir yê xurt, di romanê de xuyanî dike. Dema mirov li romana "Piştî bîst salan" dinêre, bi hêsanî tê dîtin ku berhem bi stiranên gelerî hatiye xemilandin. Beşek mezin ji jiyana Demir li ser sînor derbas bûye. Serxet anku bakurê welêt û Binxet anku başûrê welêt, jê re ne xerîb e. Li Nisêbînê mezin bûye. Pir rengîn e, pirçand e Nisêbîn. Nisêbîna dema wî, biratiya hejmarek ziman, ol û çanda pêk dihanî. Li jor, li aliyê Bagokê Êzdanî, li Meryakub û Dêra Gundikşikro berê keşeyên ruhanî li Mesîh bû, beşek ji bazirganiya bajêr di destê cihuwan de bû. Bajarî hebûn û gundiyên nûbicîbûyî hebûn. Kurd, suryanî, ereb, mehelmî, cihû, êzdanî rengê xwe pir alî dabûne Nisêbînê. Rengên wisa li Midyadê, Hezexê, Mêrdînê, Amedê û Qamişlokê jî hebû. Lê îro, gelek cî bûne yekreng. Pirengînbûna li welatê me winda dibe. Hunera desta a zîv û zêrkariyê bi sînor dibe. Dêr vala dibin. Çend libên cihûwan mabû, wan jî barkir û berê xwe dane Israîlê. Strinanên "Lê lê lê Meyremê / Dê kafirê bav ecemê / çavê xortên gundên me ma li cem ê" yek bi yek di stiranan de dimînin. Rê li ber evîndariya di nava rengan de tê girtin... Hayê Silêman Demir ji van rastiya heye. "Piştî bîst salan" helwestek e rewşenbîrî ye, xwestina parastina pirengînbûna Kurdistanê ye. Mehkumkirina tevkujiya filehan e. Rexnekirina kesên nemirov in û ji awira edebiyetê ve berhemek e hêja ye... "Piştî bîst salan" romanek e pirleheng e. Du serpêhatî ji xwe re kiriye mijar: Evîna zaroktiyê, ya nûciwaniyê ku nehatiye jibîrkirin dibe sedem ku Memo piştî bîst salan ji Swêdê berê xwe bide welêt. Dide pey şopa Meyrêmê. Piştî gera li başûrê welêt, û li Beyrûdê, li cem mala dostê xwe ê kevn, Evdo dibe mêvan. Bi alîkariya wî û piştî demek e dirêj Meyremayê dibîne. Lê salên derbasbûne, bandora xwe li Meyremayê kiriye. Diran ketine û bûye dayika zarokan. Sohbet û şevbêrk xweş dibe. Memo biryara revandina wê bide jî, nikare bi cî bîne. Berê xwe dide Swêdê û bi kulên dilê xwe dijî... Meyremayê qala xesuwa xwe "Kejê", ji Memo re dike. Bi rêya Meyremayê rengê romanê tê guhertin. Roman dibe fîlmek e dîrokî û serpêhatiya tevkujiya, ermenî û suryaniyan, anku "filehan" dîmen bi dîmen li ber çavên xwendevanan dilîze. Mirov bi xwe re dibe sala bi "şur"kûştinê, anku "fermanê". "Romiyan kal, pîr ciwan bi hezaran kesê fileh dibirin, tu kes ji wan venegeriyan", dibêje Kejê. Û dest bi serpêhatiya xwe dike. Hêzên tirka digirin ser gundê wan. Apê wê Şemûn û bavê wê Marogê têne kuştin. Birayên wê Brehîm û Tajdîn bazdidin û winda dibin. Dayika wê Binefşê bi destê herdu keçên xwe, Hena û Zêrê digire û xwe davêjin mala dostê Marogê, Osê. Navê zarokan didin guhertin ku nayên nasîn, ê Hena dikin Kejê û Zêrê dikin Zînê. Binefşê dimire û Hesîna zarokan mezin dike. Piştre dibin misilman û dizewicin. Gera li birayê windabûyî, hêstir û nifirên li xwînrêjan beşa herî balkêş e. Rexnekirina beşek ji kurdan ku beşdarî tevkujiyê bûne, cî û nirxê romanê bilind dike... Romanek e bi kêşar e. Kêşar anku aksiyona romanê bi evîna Meyremayê û Memo bilind dibe û bi serpêhatiya Kejê bi wate dibe. Du serpêhatiyên romanê, bi zimanek e hêsan û bi wêneyên zelal hatiye hunandin. Revandina jinek e bi mêr, ku di Çanda Kurda de tabu ye, ji nû ve tê rojeva mirovî. Nirxandina Dîroka Kurda ji awirek e rexnegirî gavek e wêrek e, bi cesaret e. Stiran û biwêjên kurdî ku di romanê de cî girtine, hilmek e guhertî dide berhemê. Kêşara girêdana herdu serpêhatiyan tempoya xwe giran e. Lê paşê ev yek bi xurtî tê serastkirin. Roman ji 152 rûpelan pêk tê. Bi kurdî ye û di nav weşanên Doz ê de, li Stenbolê û di gulana 2007 an de derketiye. Li ser romanê, Serokê Enstîtuya Mezopotamyayê li Stockholmê, dîroknasê Suryanî Jan Bet-Sawocê dîtina xwe wisa anî zimên: Di sala "şur" de hejmarek bilind ji Mesîhiyan hatin qetilkirin. Hayê mirov jê heye ku, ev yek di çarçoveya plan û projeyên dewleta tirka hate kirin. Lê aliyek e din heye divê bê dîtin ku, beşek ji eşîretên kurda di van buyeran de cî girti bûn. Destpêka prosesa rexnekirina dîrokê ji vê awirê ve, gavek e erênî ye. Di nav rewşenbîrên kurda de destpêka helwestek e wisa, ji bo têkiliyên nav galên cînar, gavek e bi nirx e, lê hêja ye. - Silêman Demir kî ye - Ez ji Nisêbînê me. A rastî ku ez serê adara sala 1956-an li gundekî bakurê Nisêbînê yê herêma Omeriyan çêbûme û heta deh-dozdehsaliya xwe li wir jiyame. Malbata min wî çaxî bar kir Nisêbînê û xortaniya min li wir dest pê kir. Min xwendina xwe ya heta lîse li wir kir. Min bi dû re, ji bedêla du salan ve, salekê dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwend. Lê min wek mamoste kar nekir. 1979-an gava min dibistan xelas kir, ez neçûm devera ku karê mamostetiyê ji min re derket. Bi dû re jî îcarê gava min kar xwest, wan neda min. Ji ber ku hukum, eskerî bû. Sala 1985-an ez hatim Swêdê. Ev bîst û du sal in ku ez li Swêdê dijîm. Îsal nozdeh sal in ku ez di febrîqeyekê de kar dikim. Min pazdeh salan ji wan her hefte geh sibehê zû û geh jî êvarê heta derengê şevê kar dikir. Nivîsandin, hîna di xortaniya min a zû de ket jiyana min û dilê min. Min gelekî dixwend û her tiştin dinivîsîn. Min tu tiştek ji nivîsên xwe yên wî çaxî di tu kovar û rojnaman de neweşandin. Wek pirtûk jî tune ne. Ji xwe piraniya wan, ya ji ber ku ez bi wan qaîl nedibûm min avêtin û ya jî li welêt di qul û qulêran de wenda bûn. Bes tenê çend helbestên min ên wî çaxî li ba min hene. Sal wilo çûn, lê hewldan, xwestin û hezkirina min a nivîsandinê her xurttir dibû. Min her rojê tiştin dikirin. Wî karê min, li Swêdê berê xwe yê pêşî da. Ji sala 1992-an pê ve, êdî min hêdî hêdî nivîs rê kirin kovar û rojnameyan. Ez hejmara nivîsên xwe yên ku heta niha di kovar, rojnamê û malpêrên internetê de derketine, nizanim. Niha romana min a bi navê Piştî Bîst Salan li Stenbolê, di nav weşanên DOZ de derket. Berî wê du romanên min ên din jî derketibûn: Sorê Gulê, 1997 û Koç, 1998 Û her wilo min hin werger jî kirine. Hinek wek perçe di kovaran de derketine û hinek jî wek kitêb derketine. Kitêb ev in: 1- Şiîrên Bijarte- Mayakovskî-1997 (werger) 2- Keça Kurd Zengê- Cemşîd Bender -1997, Kitêbeke çîrokan e, min û Firat Cewerî bi hev re ji Tirkî wergerand. Min ji sê paran yek girt ser xwe (Zarathustra News). |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |