NEWROZ

äæÑæÒ


9/7/2006

Helbesta pexşane

Heyder Omer

Birêveçûna helbestê dide xuyakirin, ku ewê gelek caran durvê xwe guhertiye, ta gîhaye vî durvê nû, ku jê re „ helbesta pexşane „ tê gotin, û pêre jî bûye mijara gelek guftugo û nivîsarên, ku pirtûxaneyên miletan pê hatine dagirtin, û hîna jî em dibînin ew guftugowan berdewam in, û nerînên cuda-cuda diyar dibin. Hinek ji wan nerînan hîna jî bi guman li vî celebê helbestê dinerin, û nikarin wê wek helbest bipejirînin.

Lê tevî vê yekê em dibînin,ku ev helbest riya xwe diqelêşe, û şûna xwe di qada wêje de dûz dike, û roj û dû rojê heyîna xwe teqez dike, bê ku guh bide ewan boçûnên, ku dixwazin wê gem bikin.

Li ba me Kurdan jî evê helbestê xwe diyar kiriye, û gelek dîwanên wê, di van salên dawî de derketine holê, lê mixabin ta îro ti gotar, an lêkolînên, ku nerînên têorî, yên vî awayê helbestê mijara wan e, neketine destên min. Têvî vê yekê, gava hin caran ev mijar bi awayê lêvane tê guftugokirin, her tim gotina „helbesta nûjen e bê kêş “ li ba gelek helbestvanan tê gotin û dubarekirin. Pêre jî diyar dibe, ku her nivîsarek bi awayê heklbestî û kêş bête nivisandin, dikare bibe helbesteke nûjen e pexşane. Gelo ev nerîn rast e?!..

Bi rastî jî peyva „ helbest „ bi xwe di vî warî de ne sayî û ne zelal e, ji ber ku gotina „ helbesta pexşane „ ya ku di van demên dawî de gelek caran tê gotin û dubarekirin, gelek taybetiyên peyva „ helbest „ ku berê hatine naskirin, bi paş xwe de dihêle, û guh nade wan, çunkê wateya vê peyvê berê gelekî zelal bû, û bi durvê kêşesaz dihate naskirin. Wê hîngê helbest durvekî zimanewanî yî kêşesaz bû, usûl û rêbazên wê naskirîbûn, pêre her nivîsarek li gor wan rêbazan bihata nivisandin wek helbest dihate pejirandin, û ya rêza wan rêbazan negirta, pexşan jê re dihate gotin.

Ev yeka yekser dide xuyakirin, ku dijberî ( ÊÜäÜÇÞÜõÖ) di hundir gotina „ helbesta pexşane „ de heye, ji ber ku her peyvekê ji wan her duwan taybetmendiyên xweser hene. Vê lomê em weha diçin, ku divê ev gotin careke din bête nasandin, da peyva „ pexşane „ hilkişe astayê, ku dikare wê li kêlek peyva „ helbest „ deyne, û rûçik (sîfat ) û taybetmendiyên peyva „ helbest „ yên derbirînî û hunerî bide wê jî.

Berî her tiştî divê ev gotin “ helbesta pexşane “ wek têrmeke xweser e, ji hev cuda nebe, wê hîngê cudayîya, ku di navbera her du têrmên „ pexşana helbestî „ û „ helbesta pexşane „ de hene, wê sayî û zelal bête xuyakirin.

Têrma yekem peyva „ pexşan „ dide pêş, û ya „ helbestî „ dide paş. Ev yeka dide xuyakirin, ku naveroka her têrmekê taybetmendiyên cuda hene.

Berztirîn taybetmendiya „ pexşana helbestî „ ew e, ku ev cureyê nivîsînê dirêj e, gelek hevokan ji bo wateyekê dixebitîne, wateyekê bi gelek awayan dubare dike.Ango qulafetê wê nivîsarê ji wateya wê dirêjtir e, lê „helbesta pexşane „ kurt û bi pêjn e, qulafetê wê yê kurt dikare gelek wateyan diyar bike.

Lê tevî vê jî, nîşankirina sînorên, ku di navbera helbestê û pexşanê de hene, hewildaneke ne hêsan e, xebatên gelek nivîsevan û rexnevanan bê encamên hukardar ji vê kefteleftê bi derketin. Pêre jî pirê caran, û ji demeke zû de, tê gotin, ku „ helbest hin caran gotinên yekser bi kar tîne, da bawerî wênekêşiya wê xurt bike, û derbirîna yekser jî hin caran gotinên helbestî dixebitîne, da wênekêşî hêmanê baweriyê tê de xurt bike „. Ev boçûna kevin careke din di rexneya nû de dubare dibe,û rexnevan  Hanrîş Bilês di pirtûka xwe „ Rewanbêjî û stîl „ de dibêje: „ Hêmanên baweriyê û ciwaniya hewaldanê di deqên helbestî de hene, wek çawa hêmanên helbestî di deqên yekser de hene „.

Dêmek pelandina sînoran di navbera helbestê û pexşanê, wek me berê jî gotibû, ne hêsan e, nemaze di van demên dawî de, ku gelek boçûnên cuda-cuda diyar dibin, û kêşan û rêzbendê bi paş guhên xwe de davêjin. Lewre tiştê herî sereke û bingehîn di vê meydanê de, wek çawa rexnevan Hesen Kazim di pirtûka xwe „ Têgehên helbestiyê „ de dibêje, ew e ku mirov bala xwe bide taybetmendiyên gotinên helbestî û tevgera wan ya zindî ye awart e.

Yekemîn û berztirîna wan taybetmendiyan, li gor formolîzên Rûsan, peyva helbestî ye, ku divê wek peyv , ne wek berdêla tiştekî, an hilgirê hestan, lê bête meyzandin. Hîngê ew peyvan nirxên xwe yên xweser distênin. Taybetmendiya duwem jî wateya piralî ye, ku rê li pêş wergirtin û têgihîştina durvên derbirînê vedike, û ya sêyem, wêneyê hunerî û delameta wî di helbestê û pexşanê de ye.

Formolîzên Rûsan weha çûne, ku hebûna guhêzê ( xeyal ) di helbestê de tiştek e, û xebitandina wê tiştekî din e. Ewana weha diçin, ku xebitandin û bi karanîna guhêzê di helbestê de ewqas giring û balkêş e, lê bi carekê çênabe, ku wêneyê helbestî bibe alava şirovekirinê. Wek nimûne, ewana weha diçin, ku îstîaõre di pexşana normal de wateyê şirove dike, lê delameta wê di helbestê de tiştekî dine; ew ji bo bandûra ciwanî di helbestê de tê xebitandin; ango wek çawa rexnevan Dr. Selah Fedil dibêje: „ Gava îstîaõre tiştê normal dixe awayekî nişkavî, hîngê wî dike tiştekî biyanî û ne normal „. Pêre jî em dibînin, ku delameta îstîaõreyê, wek alaveke guhêzê, tê guhertin.

Dr. Selah Fedil hîn jî pê de dihere, û dibêje: „ helbest gotûbêja, ku bi xwe bûye mebest e; ango helbest ziman e; zimanê ku bi xwe bûye mebest û armanc, ne yê ku ji bo ravekirin û hevgihîştinê bi kar tê, û piştî, ku ewê delametê bi cih tîne, tê sotin û şewitandin „.

Ev boçûnan taybetmendiyeke dine helbesta pexşane diyar dikin, ew jî rewşa zimanê wê ye, ku gelekî guvaştî ye, peyvên bê rol û delamet napejirîne, ji ber ku ev cureyê peyvan ji hêlekê de gewdeyê; ango qulafetê wê, bê sûd, mezin û giran dikin, û ji hêla din de jî hêmanê matmayînê û nişkaviyê ku ji berztirîn rûçikên wê ye, qels dikin.

Her weha diyar e, ku ev cureyê helbestê bi carekê guh nade kêşan, ewên ku awaza derveyî ji wan diherike. Evê yekê gelek kes hurhutandin, û ber bi pelandina awaza hundirîn de têvedan, lewre jî ewana bi her awayî ev cureyê awazê di hundirê wê de pelandin, da bidin xuyakirin, ku evê helbestê awaza xwe guhertiye, dest ji ya derveyî berdaye, lê yekeke dine, ku ji hundirê wê dertê, dixebitîne, lê mixabin ewana ji bîra kirin, ku helbesta kêşezas û pexşana normal jî ji vê awaza hundirî ne bê par in, ji ber ku ziman bi xwe ji wê ne bê par e. Lewre jî hebûna vê awazê di helbesta pexşane de, tevî ku hêmanekî giring e, lê ti caran nabe nîşana çespandina hebûn an serkeftina wê.

Bingeha helbesta pexşane, li gor boçûnên rexnevanan, Dr. Selah Fedil wek nimûne, li ser sê hêmanan vedine.

Yek ji wan ew e, ku ev cureyê helbestê pişta xwe di kêşên hene û nasbûne yal dike, lê dest ji awaza hundirî bera nade. Pêre jî bingeha ” rhythmus ” a ( ÇíÜÞÜÇÚ  ) wê tê guhertin, û xwe bi ser wêneyê muzûkî ye derûnî, ku li gel taqetkirina ( tecrûbe ) helbestî gelekî hevbest e, pal dide. Ev muzûka hundirî, ji awayê têkildariya kurtbûn û dirêjiya  kîtan ( bergan ) û dengdêr û dengdaran, li gel hevdu, peyda dibe.

Hêmanê duwem jî ew e, ku ev helbest, heya jê tê, karînên helbestî, yên zimên çalaktir dike û diteqîne, da hêmanê sêyem; ango pirbûna wateyê biçespîne. Lewre peyvên wê gelek caran dişimitin, û pijaqên wan bi ber pir aliyan de belav dibin.

Lê eger awayê avakirina wê bingehê, ku li ser tevlihevbûna gelek pileyên, ku semta ( bervê ) wan ji hev cuda ye, û bandûra wan weke hev e, li ba helbestvan û xweneran ne sayî û ne nas be, hîngê têgihîştina wan hêmanên jorîn gelekî dijwar dibe. Ew pileyan jî ev in: Awaz, rêziman, guvaştin, û pijiqandin.

- Awaza vê helbestê, wek me berê gotiye, hundirî ye, ji têkildariya kîtan, kurtbûn û dirêjbûna wan, û dengdêr û dengdaran li gel hevdu peyda dibe, lê bi tenha nikare bibe nîşana serkeftina wê.

-Rêziman têkildariya peyvan li gel hevdu diyar dike, pêre jî rola wê ya berz di awayê nivisandina helbestê û xwendina wê de diyar dibe. Loma jî gava helbestvan helbesta xwe dixwîne, gelek nîşanên curbecur li ser rûwê wî diyar dibin, û têkildariya hevoka helbestî û ya hestewerî li gel hevdu teqez dikin. Ev tekildariya hanê pirê caran rê li pêş hevokên helbestî vedikin, da guh nedin rêbazên rêzimên, ji ber ku eawana hestan werdigerînin, û hest jî pirê caran organîze nabin.

-Guvaştin ( ÊÜßÜËÜíÜÝ ), wek me berê gotiye, berztirîn rûçikê ziman û şêweyê vê helbestê ye, ku her tim peyvên watedar bi pêjn dipelîne. Pêre jî wateyên vê curehelbestê ji qulafetê wê firehtir dibin.

- Pijiqandin, digel ku ev rewş peyv û gotinên vê helbestê pirwateyî dike, rê jî  li pêş şimitandina peyvan û xebitandina mecazê li ser piştê vedike, û asowên guhêzê hem fireh dike, û hem jî ber bi matmayînê, û nenormaliyê de dikşêne.

Ev rêbazên jorîn vêkra dikarin qulafet û delameta helbesta pexşane li pêş me sayî bidin xuyakirin. Her deqê nivîsînê, yê di çarçewa vê têrmê de şûna xwe dipelîne, divê wek çawa Sozan Bîrnar dibêje, sê mercên ciwanî tê de hebin:

1.Yekîtî ya zindî ( biyolojîk) ye xweser; ji ber ku ew berxwe dide da cîhaneke lihevhatî, bi rêk û pêk pêşkêş bike. Ev yeka dide xuyakirin, ku hêmanên durvê wê û delametên wan ji hevdu cudan e, lê hemî ji bo pêkanîna tabloweke pirî reng û bi rêk û pêk dixebitin

2. Delameta wê ya sereke û bingehîn helbestî ye;ango bingeha wê bê pilan e, û semta (bervê ) wê ne ber bi armaceke sînorkirî de ye, lewre jî ramanên hundirê wê pirê caran bê dûzan in.

3. Guvaştin, ji ber ku kurtbûna şêwe berztirîn hêmanê helbestiya wê ye.

Lê divê em hewaldana çîrokbêjî (ÇáÜÓÜÑÏ ÇáÜÍÜßÇÆÜí ) ya ku helbestiyê di hundir pexşanê de dipelîne, jî bidin kêlek wan mercên jorîn, ku Sozan Bîrnar nîşan dike, da em karibin bibêjin, ku me, li gor zanîna xwe, û li ber ronahiya boçûnên hin rexnevanên rûmetdar, ev cureyê helbestê hinekê da naskirin.

Mixabin nebûna kêşê av bi devên gelek kesan xist, û daxwaza nivisandina helbestê di dilên wan de mezin kir, bê ku haya wan ji van merc û usûlên têorî hebe, lewre jî gelek nivîsarên lezok û jar xwe bi navê helbestê berdane holê, lekeyên mezin û giran gîhandin vê helbesta, ku riya xwe, wek awayekî derbirîna nû di rêveçûna helbesta kurdî de, diqelêşe.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]