|
29/5/2007 Erê Efrîna min Ebdilmecît Şêxo Cobarên xemgîniyên te di bin lehiyên nalînên dayika te de, di newalên dilên me de sêlroyekê bi firmêskên zarên tazî, bahozên bin lingên dayikên pakrewanên bajarê min helbestên serxweş dirêstin . Cobarên xemgîniyên te di rêyên çelexwarî de, bi qaserî stêrkên ezmana Zîna min pêrgî darên sindiyanê, zeviyên zeytonan tên. bi hev re bi zimanê "Çiyayê Kurmênc" li ber pêlên çema "Arasê" ya ku rojekê ji rojan qehremanên Kurdistanê li pişta xwe mîna fireşteyên, dilên cangoriyan sîwar kiri bûn, û li ser destên şaxên bênbuharî de rwaestandin. Cobarên xemgîniyên te di ber tîrêjên çavên jineke Kurd re diherikîn, rûyên xwe bi sê rengan di eniya "Çiyayê Lêlon " de çandin û çend rûpel ji dîroka kela Horî ji balêndên dilên cegerşikestiyan re xwendin . Cobarên xemgîniyên te di nîva şevê de li deştên bêhngenimî, bêhnhenarî, bêhnmêwên tirî rastî govendên kotirên basik birîn hatin. Cobarên xemgîniyên te bi dilopên jinebiyên welatê min re bi serbilindî ji xwe re mîvanxaneyekê di devê hêvê de ava kir . Cobarên xemgîniyên min xwe bi hilmên mindalên "HELEBCE" li ber bendergeha çavên bêzar şuştin . Cobarên xemgîniyên te seqamên li ser piştên nûgihayên me berfên li ser sînga destanên welatê min herifandin û rodankên nûh ji xwe re bi dîdema stêrkan ava kirin . Cobarên xemgîniyên te Siruda "Ey Reqîb" ji xwe re kirin pîrozgeh, rengên xwe bi ava kaniya "Basutê" bi kenîna "Ednanê Cindo" bi limêjên wî li ser miriyên bajarê xwe dişuştin. û di ezmanê keçên Efrînê de fireşteyên dilên xemgîn tîmar dikirin. Cobarên xemgîniyên te Îro hêştin ku keskesor bi rondikên xwe awênan Ji dîlbera min re ava bike. Cobarên xemgîniyên te bila Îro di 10 nîsanê de hestên xwe bi şabûna Loriya ya rizgarkirî bi rondikên bê guneh xwe aşle bike û bila çûkên çavên te cîrokên dê û bavê di şevên zivistanê de ji gulistanan re bixûnin. Cobarên xemgîniyên te bila di nav pîsîrên dayikan de bi kenîn û giriyên sirûşta deştên genimî hêrên henaran hêlanên pîrozî çê kin . Cobarên xemgîniyên te dê rojekê li ber bayên lingên dapîra min û di nav lêvên gira "Endarê" de HÛR, HÛR BIBIN. Erê EFRÎNA min Erêê ê .............................................. . Tuttlîngên,15.04.2007 X. Loriya: Navê keça min e, ji roja dayikbûnê 27.04.2004 an ji aliyê malbetek Elman de hati bû zepkirin, lê piştî têkoşanên mezin ewa di 10 .04.2007 bi biryara dadgeha Stutgartê sernûva rizgar bû. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |