NEWROZ

نوروز


29/3/2008

Newroz û çend mûmên vêketî

Ji wan tevan re…

Ji xecxecokên ku bûne tablo bi dîwaran ve… û Qendîlên veketî!!

Hêmen Kurdaxî

Newrozine so….or di dîwarên Hilêlîkê de pişkuvîn…

ji êşlehiya Tara Kornîş ta Qedûrbegê pinpinîk bêhnçikyayî ne

Ji bayê Dêrîkê û roja xemgîniya xaçkirina Chrîstus

Pêncşemma girî, giriyê pîroz  

Êvara înê,

Îna pîroz û rojên heftê yên mayî,

Ên tev bi xwîna şehîdan pîroz  

Ji qêrîna toza Tirbaspiya kêmxew, Cirnik û Enteriyê

Di damarên Qamişlo re; xwîn li çem dilorîne   

Bi hezaran pêk, afsaneyên rêwiyên firîşte

Di destanên welatekî parvekrî de dinivisînin

Va ji we re…

Mûmekî vêketî…

Mihemed Mehmûd Husên… yê ku hertim vêketî    

Du mûm vêketî…

Mihemed Zekî Remedan… yê ku ji bo dîroka tariyê vêketî

Sê mûmên vêketî… 

yê sisiyan nenas e!!

Sê milyonên nenas…

n mûmên 40 milyonî vêketî

Ji xackirina Christus û Dêr,ên vêketî

Ji Gopalên newrozê ta Kawayên vêketî

Ji 20ê avdaran… 

Ta Camiya Qasimo…

Ya ku bi 12 avdaran vêketî… 

Ji Pêdarî û xembariya Kobanî 

„ wanî ye berxê daykê wanî ye“ 

Çiyayên Kurdaxê û Zeytûnên vêketî

„ hele rabe stêrkek rijî ye“

Heleba mîran!! û

Tarên çiyayê Seydo û

Eşrefiyê û gulên zanîngehan ên ku, bi binefşan vêketî…  

Kerem Îbrahîm Al-Yosêf  û Îbrahîmê Al-Yosêf û pênûsên bavên vêketî

Dilên dayîkan û 

Birîna Mihyedîn Haj Cemîl Îsa û tevaya textên birîndar

Ên nexweşxaneya Ferman ên vêketî… 

Va ji we re,

Li welatên biyaniyê

Dilên keç û lawên we

Yên bi êşa û xemgîniyan vêketî 

Li vir

Û… 

Li wir…

Pirtûkên tozên pîroz bi leylanan û bi newrozan têne xwendin

Pîroz e axa we

Pîroz e xwîna we

Pîroz in vêketinên we…

20. 03. 2007  Vechta

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]