|
27/10/2007 Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Mahir Berwarî Kurdu tu may, rezîl, li erd û kolana Heta kengî, palê pûşî li vemana Koru şerme li van eman emana Rabin serxwe ko ruje li berxwedana Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Kurdu tu di xew da may û yê bi niviştî Dojmin li te hinav û cerg keliştî Kelex mayî, li ser pişt û teniştî Mêranî ka? Te ya ji cergî ve riştî Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Kurê li kolan, sepan û kole, bê xodan Vecemhe ve, min heyfa axa Kurdistan Dojmin têda û îru may li bin destan Min can fîda û jêra ez bibim qurban Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Biratî ya dagîrkera, di hebînin Hizar sale li pey wan xwe di xapînin Lê pale bin, ji Kurdistan derînin Bi namus bin û xwe ji nuve vejînin Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Rêya aştî, nema dojmin di zanin Emîn kole û ew li ser me xodanin Pezê sipî ne û ew di nav da beranin Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Kurê mêra û tu ser na helînî Pezê birr buy û tu ve nacemînî Heta kengî, bi ser şurî dê rûnî Bê namûs may û xwe qet na livînî Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Kerê dojmin û şêrê xwe, çima ho!!! Ku her qewmek, îru dixotin keda xo Hizar sale li bin gef, ne di xema xo Tu şermê bi ke ji namûs û jina xo Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Îru dojmin di xazin te nehêlin Ew Kurdistan, hizar sale di kêlin Biratî, Ol, hemî find û fêlin Ku te bindest, di vî halî bi hêlin Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Biratî her bu Kurda ya bi tinê ye Eve rastî, ya dî direw li pê ye Palê xwe be, kî ber îru li kê ye? Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Serok zurin, ku her êk ji me seroke Bu xwe şêrîn, bu dojmin êk ne koke Hemî termîn û dagîrker li çoke Neyar zava û Kurdistan bu boke Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Şerim naken ji Berzanî, ji Qazî Hizar sale yê bindestî, yê razî Hilu serxo ma tu mafî naxazî Tu nêrçîrî û dojmin teyrê bazî Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Tu qurbanî, kêra dojmin eva di hêt Sedan sale xwîna nifşê te ya di rêt Tuyî bêrî, ewê meşka te ya di kêt Dilê min agirê têda, pel û pêt Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Me daxaze ji Kurda hew nivistin Xodan erdin û dîrok û xweristin Nehêlin tevnê bu we hatiye ristin Ku hûn şêrin û hûn mêrin û bistin Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Gelî Kurda, hilun pêkve da rabîn Bese bindest û koletî, bi qeda bîn Xebat bikeyn, bi hevra, li hev cema bîn Bi hevgirtin, bi xwîn rêjtin, azad di bîn Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Ko Kurdistan, Ol û Îman, Dibistan Ewe dayîk, ewe hebun, ez heyran Rih û canim, gorî wê bin, bi qurban Li Kubanê, li Bukanê, li Barman Ku Dewlet her me daxaze Kurdistan Dortmund 22.10.2007 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |