NEWROZ

نوروز


25/1/2008

XERÎBÊ XWE

Merwan Nisêbînî

Xerîbê zanistê rengê xwe
me
li ba te
ji bêhna gulmêrgan
û qurtên ava kaniyên xwe
bêpar ma me
di himbêza hêzdayina te de
ji aqilê lewaziya qurbanên bê re
didim
cilen xwezaya te
di xewa zêrevaniya min de
pisotgirtî dibe
jahra maran li çar aliyên hundir
giyanên bêlave digirin
ji şûna Diyakos ve
qolincên sergêjiyê xeremal dilên me
dixwin
û xeyalên têr bi çavên birçî
ji pergalên mafmijok jankêş dibin
henesa cikî ji xerîbiya neva min diçe
û xwefiroş bi welat qumarlîsk dibin
hisyetên bêbext di şûna meşa xwe de
digevizin
avêtina gavên bi vîn lingên qusi
dijenin
serên tepeser bistikê jiyana xwe
diqurefin…
nerînên karkerî zelal fêkiyê nakokiyan
belev dikin
rûwê çirûsînên tava vebişirî
ji dengê li pişt rondikan bilind dibe
û ewrên xwînê ji çerxa lîstikên xwe
vala dibin
kela canê min di bayê xerîbçûyî de
keziyên sermistiya te
dihûne welato
baweriyên himbêzwêrek
di xemla stêrkên sîngeş de
dûrivîna laşê te ditefine
û zanînên nirxparêz
bi awazê bilbilan xweşikiya te
diraqise…

Mahsum Özer kî ye?

Mahsum Özer, hejmarek helbest bi navê Merwan Nisêbînî jî belav kiriye. Ew bi eslê xwe ji aliyê Omeriyan, gundê Çalê ye. Di sala 1964 an de hatiye dinyê. Piştî xwendina navîn, derbasî başûrê welêt dibe. Li gelek deverên Kurdistanê digere. Li wir, di gel xebatên ramyarî de, berhemên wêjeyî yê devkî berhev dike û helbestan dinîvisîne. Ew di sala 1988 an de ji aliyê dewleta Tirkiyê tê zîndanî kirin. 4 salan di hepsê de dimîne. Piştre mecbûr dibe ku derkeve derveyî welêt. Niha li Swêdê dijî. Pirtûkek wî ya helbestan bi navê ``Jan jariya jînê`` heye.

Zarathustra News - zarathustra_News@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]