|
22/7/2007 Pirtûkek bi siran barkirî: "Dema sir eşkere dibin" Firat Aygün Min romana "Dema sir eşkere dibin" li mala dostekî xwe dît. "Sırlar çözülürken" navê xwe yê orîjînal e û ew ji aliyê Selim Çürükkayayî ve hatiye nîvîsîn. Min pirtûk ji hevalê xwe stend û bir malê. Piştî deh rojên din, şevekê nîvê şevê mecalê min çêbû ku ez çavekî lê bigerînim. Bi destpêka xwendinê re wê ez kişandim û bi xwe re herikandim. Sirbarî û heyecana tê de ez matmayî hiştim. Pêlên kêşeriya wê ez li cî û mekanên cewaz gerandim. Efsûna şêwenivîsînê çavê mim girê da û ez di nava heyecanê de gevizandim. Berî xwendina vê xebatê, min pirtûka Dan Brownî xwendibû. Berhema wî "Şîfreya Da Vîncî" li gelek welatan bi zimanên cewaz hatibû çapkirin. Şîfreya Da Vîncî têra xwe balkêş û biheyecan bû. Bi milyonan mirov ew pirtûk xwend. Mirov dikare bêje ku şop û bandora şêwenivîsîna Şîfreya Da Vîncî di ya Çürükkayayî de xuyanî dike. Delîl lehengek ji yê Romanê ye. Li bajarek ji Almanyayê dijî. Dema qala bajar tê kirin, danasîna Çürükkayayî têra xwe serketî ye. Bê qisûr e. Lê dubarekirina peyvan û deveran, xurtbûna destpêkê qels dike. Lehengê romanê rojnamevanekî nasdar e. Piştî zewaca bi dizî, anku qedexekirî zarokek wan tê cîhanê. Gera li zaroka windabûyî mijara berhemê ye. Di dema gerê de, sirên sergirtî heyecana mirov zêde dike. Hejmara lêxistina dilê mirovî pê re bilind dibe. Lê ber bi dawiya wê ve, heyecana heye şûna xwe dide aramiyê. "Dema sir eşkere dibin" hejmarek bûyerên balkêş ku di sedsala me de li Tirkiyê û Kurdistanê çêbûne ji awirên guhertî û bi zimanek wêjeyî dinirxîne, ronî dike. Çîrok bi danasîna kurdekî sexte ku navê xwe Cîhan e dest pê dike. Cîhan, tevlî hêza tirkên neteweperest, anku ''ülkücü''yan dibe. Ew tê perwerdekirin. Dibe pisporê kûştina mirovan û paşê tevlî hêzek rizgarîxwaz yê kurda dibe. Cîhan şîfreyekê li pey xwe dihêle. Roman li ser wê şîfreyê tê hunandin. Bûyerên li pey hevûdu tên, dirêj dibin û dawiya tevlûheviyan nayê. Şêweyê girêdana bûyeran bi hevûdu mirov dikşîne nav romanê. Xurtiya zimên heyecana heye herku diçe bilind dike û mirov bi xwe re digerîne. Bûyerên romanê mirov bi xwe re lê sê beşên Kurdistanê, Tirkiyê û li gelek welatên Ewropayê digerîne. Bi taybetî bûyerên ku li Baxdayê û Bulgaristanê pêk tên balkêş in, cihê pirsê ne. Kûştina Abdi İpekçi, plankûştina serokrûhaniyê mesîhiyan Pappayê Vatîkanê û bûyera Olof Palme çend şax in ku pêwîst e bên e xwendin. Bûyera Palme, awayê sûîkastên li Swêdê, qalkirina cî û deveran, hevdûdîtina Pars û Güngörî bi zimanek bilind û serkevtî hatine hunandin. Xebata "Dema sir eşkere dibin" bi gelek sirên sergirtî û hewildanên eşkerekirina wan ve, di nav "berhemên edebî ku bi tirkî hatine nivîsîn" de, dê cihekî xwe yê taybetî pêk bîne. Beşek heye ku qala girtin û zîndanîkirina lehengên romanê li Iraq û Îranê dike. Li wir serleşkerek û gardiyanek hinek nivîsên sergirtî dide wan. Lê li ser sirên sergirtî çi zaniyarî di romanê de nayê nîvîsîn. Pirsa siran ber bi dawiya romanê ve jî zelal nabe. Ev aliyê romanê nezelalîyekê tîne holê. Wisan xuyanî dike ku berdewama romanê "Dema sir eşkere dibin-2" dê sirên sergirtî ronî bike . Romana "Dema sir eşkere dibin" têra xwe serketî ye û pêwîst e bê xwendin. Dewlemendkirina pirtûkxaneya kurdî bi berhemek wisan hêja cihê spasiyê ye. Pirtûk di nav weşanên DOZ ê de, di Adar a 2007 an de belav bibû. Bi tevayî 424 rûpel e. Kesên ku bixwazin bi dest bixînin dikarin têkiliyê bi vê navnîşanê re deynin: Doz Yayıncılık, Taksim Cad. No: 37/5, 34100 Beyoğlu-Istanbul. Tel. 0090 212 297 25 05. E- mail: dozyayinlari@yahoo.com e. Firat Aygün Rojnamevan nivîskar Aygün li Swêdê dijî. Edîtorê Kurdistan WEBB ê beşa kurdî ye (Werger & nûçe: Zarathustra News). |
|
ÇáÕÝÍÉ ÇáÑÆíÓíÉ | ÃÎÈÇÑ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ pdf | ÇáÊÞÇÑíÑ ÇáÓíÇÓíÉ ÈíÇäÇÊ æÊÕÑíÍÇÊ | ãÎÊÇÑÇÊ | ÅÕÏÇÑÇÊ | æËÇÆÞ | ÔÄæä ÇáãÑÃÉ | ÃÏÈ æÝä | ÇáÃÑÔíÝ | ãä äÍä |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |