|
20/4/2006 Wêje ya berxwedaner Heyder Omer Gelo, li ber guveguva dengvedana pêlên derya ya tevgera rexneyê, ku gelek têor û rêbazên rexneyî, ji sîmbolîzmê de bigrî, di ba dadaîzmê û suryalîzmê re derbas bî,heya dighînî binyadgeriyê û hilweşnadinê, û ji berî wan jî formelîstên rûsî, mirov dikare di ber guveguva wan re wêje ya berxwedaner bipelîne?!.Pirên van rêbazan guh nadin hemî kartêkerên aferînê, tenê bala xwe didin şêweyê nivîsînê û derbirinê,ta ku mirov dibêje qey nivîsîn awayekî pehlewanî ye, haya wê ji derdora wê, tev hemî nîr û rûdawên civakî, polîtîkî û kefteliftên mirovane nîne. Rst e, awayê derbirinê çendî xweşik be, nikilê pênnûsa aferîner çendî jîrek be, ku ciwaniya nişkaviyan ji berhevdana dijberan biherikîne, û hestan li hember wê yekê bilerizîne, ewqas nivîsîn xweşik dibe, û ciwaniya xwe diyar dike. Lê di heman demê de, xwener, di navbera ciwaniya deqên aferînan re, xwe,hest û rûdawên jiyana xwe, û aloziyên wê jiyanê jî dipelîne. Ma gelo, eger tu gulekê û xwarinê deynî pêş kesê birçî, wê berî pêşî dest bavêje xwarinê an gulê?.. Eger civaka sitembar dengvedana êş û berxwedana xwe di deqên aferînê nebîne, dê çawa bibê pêşwaza wan deqan?!.. Em gîş dizanin, ku ew rêbazan hemî berhemên jiyan û ramana Ewrupayê ne, dîsan em gîş dizanin, ku bingeha derûnî ya civaka me û ya ewrupiyan ji hev gelekî cuda ye, sergêr û aloziyên ewrupiyan çareser kirinê û bi paş xwe de hêştine hê jî qirikên me diguvêşin, û jiyana me serûbinî hev dikin. Êdî çawa arferînerê Kurd dê karibe wan aloziyan û sitemkariya sitemkaran ji bîra bike, û di hundirê hestên tekane de melevanî û seyranê bike?!.. Gotinek li guhê min ketiye, dibêjin ew ji bermayên O. Sebrî ye, li vê çaterêkê tê bîra min. Dibêjin wî rêzdarê rehmlê gotiye "Raman wek topê cêw e, her mirov bi qaserî qulafetê xwe hinekî ji wî cawî dibire, û cilên xwe jî çêdike, lê Kurd tevayê topê cêw li bejna xwe dalîne" . Aya, piştî vê boçûna O. Sebrî, heye mirov van boçûnên me ji bo helwesteke xwe bike deyax, û bêje me hê jî hûn li ber dûvê nostaljiyayê xulmaş in, û wêje ya berxwedaner dipelînin?!. Dêmek, boçûna me ew e, ku li bin siha hevyariya naverok û durvê berhema wêjeyî de, wêjeya berxwedaner bipelînin, lew em bawer in, ku wek çawa wêje li hember aloziyên jiyanê berxwedide, weha jî li hember destlatiya durvên kevin, ku rêveçûna hunerî gem dikin, bê tevger û helwest namîne;ango naveroka nû derbirina nû jê re divê. Her weha, li ber roniya vê helwest û têgihîştinê, emê berhevoka helbestî ( Di kûraniya vê riyê de ) ya M. Hemo, ku sala 2004ê li Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê) çap bûye, bixwînin. M. Hemo berê xwediyê du berhevokên helbestî ye, ku salên 1994ê û 1997ê li Bêrûtê çap bûne. Her du jî babeta gotara me ( Taqetkirina M. Hemo ya helbestî di du berhevokan de ) bûn, ku di hejmara 17ê ya kovara PIRS de sala 1999ê li Sûriyê hate weşandin, û di hejmara 9ê ya kovara HAVIBUN de, sala 2001ê, li Elmanya û Dihokê, bi tîpên kurmanciya jêr, dubare bû. Tevî ku vê gotara me bi dubarekirina hizr û ramanaên gotara berê pêdivî nîne, lê nikarin wan ji bîra jî bikin, da bibînin, ka evê berhevokê çi bi ser rêveçûna wî ya helbestî de zêde kiriye. Naveroka vê berhevokê dide xuyakirin, ku M. Hemo dest ji hizr û ramana xwe, ya ku her du berhevokên berê diyar dikin, bera nade, tevî ku çar caran tê zîndankirin, û ji neçare warê bîranînên zaroktiyê bi şûn xwe de dihêle, lê nakefe ber dava çewtiya, ku me piran dihêre, belê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê, û pişta xwe dide gund, bajar û kolanên berxwedana berhemkar. Çar carên zîndankirinê nikarîbûn hêviya wî bi hatina roja azadî û serkeftinên mirovane biçelmisîne: Di kûriya vê riyê de, Hêvî bi piraniya stêrka ne. Rû 14. Mirov dişê, bi ser de, bêje, ku evê pergala zîndankirinê ew hêviyan du qat kiriyê, lewre jî deriyên hesinî li hember vîna wî zingar girtine, û li pêş berxwedana helbestî ji hal ketine, û helbestan dîwarên zîndanan hilweşandine, baskên xwe li ezmanê azadiyê fireh vekirine: …………………… û deriyên rûzingarî dikarin bi helbestvanekî çi bikin?.. Ji bilî helbesteke zelal Ji dilê û hestan biherikînin!!.. Rû 20 Belê… Weha diyar e, ku zordarî, li hember vîna berxwedanerên bawermend, tevî ku zorkar li xwe nanin, diçelmise, û nikare rê li pêş geşbûna wan hêviyan bigire: Dest di kelepçekê de narizin. Lê kelepçek di destan de dirizin . Rû 23 Ev e, xurista xwediyên pênûsên, ku di her dem û çerxan de nikarin li hember kedxwar û zorkeran çavgirtî û destbest bimînin. Çimkê jiyan ne tenê jiyana biyologîk e, belê jiyan azadî ye jî. Lewre wêje ya berxwedaner li her dem çerxan de, ji vê kefteleftê bi dûr de neçûye, belê her tim di navenda wê de afiriye. Gelo me pêdivî he ye, sedemên helwesta zordar û şovenan ya dijî peyva berxwedaner, li vir, dubare bikin?!..Ji ber vê jî helbestvan weha diçe, ku ev peyv di vê meydanê de kêrhatirîn alava berxwedanê ye: Îro pênûsê min bûye hespê Ristemê Zal . Rû 93 M. Hemo, bi vê boçûnê, gotina nivîsevanê Misirê, yê navdar, Mihemed Husên ( ne Hesenên) Heykel tîne bîra me. "Hîn jî em dibînin ku bermayên pênûsan, ji hezarê salan de, cîhan hejandine, û ta îro jî wê dihejînin, û aferînên nû, yên rengareng tê de peyda dikin û dafirînin, ji ber ku pênûs yekemîn alav e, derûna mirovaniya, ku ji bo bi destxistina maf, azadî, ciwanî û xêrê xebatkar e, diwênîne (wêne dike)". Tiştê dine balkêş li nik helbestvan M. Hemo ew e, ku di vê berhevokê de jî, dîyalîktîka hevdijîtî, ya ku di navbera dijberan de he ye, dubare dike: Di nav lepên reşiyê de, xweşiya ronahiyê dibînim. Rû 23 Dubarekirina vê boçûnê, li ba M. Hemo ne bê wate ye. Belê … Ewê wateyeke din jî he ye, ku serkeftinên ji xebat û berxwedanên cefadar diherikin gelekî şêrîn in, dikarin mirov li gel jiyanê hê jî bibestînin. Pêre jî diyar dibe, ku jiyan xwe bi hêsanî naspêre mirovan: Min nasî ku ronahiya herî xurt ji tariyê dize. Rû 88 Helbestên vê berhevokê jî mîna yên berê awaza derveyî şikandine, û bi awayê pexşanê hatine hûnandin. Lê gelo kî dikare bêje, wekî helbesta pexşane, an jî pexşana helbestî bê awaz e?!.Giringtirîn xala vê helbesta pexşane, ji hêla awazê de, duristiya awaza hundirî ye,ku ew jî di navbera lihevhatina kîtên ( berg ) peyvan re, û têkildariya wan li gel hulma hesteweriya helbestvan diyar dibe. Diva ye haya helbestvanan ji vê yekê hebe. Ger ne, helbest hîngê di hundir pexşana normal werdibe. Rêzkirina xêzên helbestê, di vê navberê de, rola giring he ye, diva ye ew li gor hulma hestewerî, li dûv hevudin, bêne rêzkirin. Eger li vî nimûneyê jêrîn binerin: Gav bi gav hingên bîranînên te di bîreweriya me de hingiv didin. Rû 75 Em dê pê hay bibin, evê rêzkirina van xêzan awaza wan çiqas birîn kiriye!.pirsa berî pêşî xwe diyar dike ew e, ku çima niqte li paş xêza yekem nîne, tevî ku ji hêla hestewerî de kurtebênhvedanek li vir diyar e, û pêre jî hulma hestewerî ya kurt numa dibe?. Çima (H) ya peyva hingên bi awayê biçûk hatiye nivîsîn, tevî ku ev hevok hulmeke dine hestwerî werdigerîne?. Her weha (D) ya daçekê jî di xêza sêyemîn de wusa ye. Eger mirov van xêzan bi dengê bilind bixwîne, dê sayî diyar bibe, ku her duwên pêşî du hulmên hestewerî werdigerînin, ango rêzkirina wan rast e, pêre jî divê (H) ya (hingên) bi awayê mezin hatiba nivisandin. Lê her duwên dawî vêkre hulmeke hestewerî werdigerînin, divê tenê xêzek bana, ne dudu. Bilêvkirina (te) li dawiya xêza duwemîn, tevî ku kîteke kurt e, kurtebêhvedaneke numa sayî nîşan dike, û hulma hestewerî bi dawî tîne. Lê (de) ya dawiya xêza sêyemîn, hem bi xwe kîteke kurt e, hem jî bilêvkirina wê kurt e, bêhnvedan, di dû re nîne. Pêre jî diviya bû xêza çaremîn bi ser ve ba, ne bi serê xwe ba, û ev nimûneya li sê xêzan bihata siwarkirin, ne li çaran. Nimûneyên, ku lerizandina awaza helbestê nîşan dikin, û bergehê dixin navbera wê û hestên helbestvan, gelek in, em dê hinekan li vir bê guftugo biçespînin, da xwendevanên hêja pêre mijûl bibin: Geh siwar ji hespan diketin geh hesp ji destê siwaran derdiketin ..!! Rû 92-93 Çima ew ne du xêz in ?!.. Eger tu bi dengê bilind bixwînî, tê çar caran, an du caran rawestî ?. Ev nimûneyê jêrîn jî wusa xuya ye : ramûsan di dilê dildaran de celq dibin û lêvên dîlberan beyar dimînin.. !! Rû 14 Lê carandina vê kêmasiyê nikare serkeftinên awaza hundirî her tim, di bin siha xwe de veşêre. Belê…Eger helbestvan careke din li helbestên xwe vegere, wan ji nû ve li gor herikîna hulma hestewerî raxîne, gelek helbestên vê berhevokê dê ji gelek waran de serkeftî bêne xuyakirin, û pêre jî awayê çîrokbêjî, ku helbestvan bi kartîne, dê durist bibe, û helbesta wî dê ji ya pexşane ve gelekî nêzîk bibe. Gelek kesan, di van çend salên dawî de, berên xwe dane vî awayê nivîsînê, ta ku melbestan şûna helbestan teng kirine. Tu dibêjî qey ev cureyê helbestê ewqas xwe bi hêsanî dispêre pênûsên jar jî !.. Lê tevî pirbûna wan melbestan, piçek ronahî li dawiya qoziyê de xuya ye, mizgîna serkeftina helbesta pexşane diyar dike. Helbesta M. Hemo her diçe ji wê qoziyê ve nêzîk dibe, xwe bi ser xeberdana çîrokbêjî de ÇáÓÑÏ ÇáÍßÇÆí) ) paldide : Ji qamûşekî şekirî, li ber lêvên çemekî ji çemên hestên min şîn daye…. Rû 76 Hêmanên helbesta pexşane, ku bala rexnevanan dikşînin, ev in : Xeberdana çîrokbêjî, bê ku di hundir çîrokê werbe, pelandina helbestiya pexşanê, di navbera guvaştin( ÇáÊßËíÝ) û havîbunê ÇáÛÜÑÇÈÉ )) re, û hundirê deqê helbestî û awaza hundirî, û wateyên bê sînor, ku ji helbestê diherikin. Gava mirov, di tenga van hêmanan re, li helbesta M. Hemo dinêre, tevî ku wek me berê jî gotiye, xeberdana çîrokbêjî gelek caran tê de diyar û cihgirtiye, ziman û wêneyên wê ne guvaştî ne: Zîndanek çendî reş be ji qesrk kole geştir e!. Zîndanek çendî teng be ji komarek bindest ferehtir e!. Rû 45 Zîndan, di bîriya mirovaniyê de, her reş û teng e. ango, gava mirov vê peyvê dibihîse, tarî û tengahî yekser li pêş çavan diyar dibin, û bêhna wî ditengije, lewre jî pêwîstî bi xebitandina rengdêrên "reş û teng" li kêlek peyva "zîndan" nîne. Bikaranîna wan rengdêran giyanê wêneyê helbestî çelmisand, û rê neda dijberan ( zîndan – qesr ). ( teng – fereh ) ku karibin hêmanê havîbun, matmayînê ( ÇáÏåÜÔÉ ) û nişkaviyê ( ÇáÝÌÇÆíÉ ) di wî de bicivînin. Her weha her du rengdêrên ( bilind û fere ) li kêlek ( zozan û deşt ) ne tenê bê sûde ne, lê ziyan jî gihandine ziman û avakirina wêneyê helbestî, ku peyva (dil) gelekî berxwe dide, da wê ziyanê kêmtir bike: Zozanên dil blind in deşt fere ne. Rû 77 Zimanê helbestê, bi gelemperî, û yê hetbesta pexşane bi taybetî zimanekî guvaştî ye, pêyvên bê rol û bê sûde napejirine. Hebûna wan di helbesta M. Hemo de bandûra neyênî dikşîne ser wê, û gelek pêdiviyên helbesta pexşane tê de jar dike, pêre jî barê xeberdana çîrokbêjî, ku helbestvan bi jîrbûn dixebitîne, giran dibe. Lewre berxwedana wê li ber deriyê helbesta pexşane duqat dibe,lê bergeha, ku di navbera wan de dimîne, ewqas ne dirêj e. Gelo, boçûna Ş. Bodlêr, ku dibêje "Helbesta pexşane keça bajer e" dikare hinekî barê helbestvanên me, M. Hemo jî di nav de, yên li deriyê vê cure-helbestê didin sivik bike?!.. Ez bawer im, erê... Stade – Elmanya 17. 10. 2005 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |