NEWROZ

نوروز


2/11/2007

Helbest (Name- Bavê kur – Dayê - Çira – Agir)

abidilsemed mehmûd( bavê helbest)

NAME

Namak hatî ji biyanê

Şêrîna te bê beryare

Salixê wê namê reşin

Şîn û girî jê dibare

Bi hêsire  bi kesere

Ziman tûje bi cegere

Girtîgeh li hêvya wê ye

Li firgehê ger vegere

Bilinde şêrîn dilpire

Ji sitemê dijwartire

Evîndare lê bawere

Rêka welat mezintire

Bayê kur

Ji meyxana berfê

 Bi gur  gur hat

Bi bager û bahoz

Weşandî pelê roja

Şadî çilmisî

Qîrîn ji ferat  hat

Rawestiya

Rehê xernûfê kûrin

Dirêj nabe

Sitem kore

Negirî evîn

Destê jiyanê naşike

Tovê genim tîne genim

Ji çavên te

Bîrûbawerî

Bi mejîve şîrêze

Negirî evîn

Dayê

Li ber derghê hesin

Gelkî rûnenê

Ji min re neyne

Cil û xwarinê

Ji te navêm

Pera û tûtinê

Kulmek  ji axa

Xelîlkan

Şûşake

Ava mîdankê

Pîrê dayê

Doza minê

Çira 

Li ser rûpelê demê

Tîpê xwe dikole

Jîndar ji xwîna xwe

Dirjîne jê re gorî

Axa hebûna jiyanê

Bi xwîna xwe avdide

Wê di tepîne jîndar

Jê re distirê lorî

Şêrîn keçek

Ji gula şîlanê

Û xernûfa bejî ye

Stêra ezmanê qamişlo

Çira xaniyê kelpîçî ye

Agir

Qiç qiça agir

di dide gur gure

Dûrî dirêj bû

hê evîn serwere

Salix nehat

 gelo kengî bibînim

Xwedana şahiya dil

 perwer were

Gazin zinete

 zîn zane zinet zore

Şîlan û şevnem

şewitîn şêrî û şore

Titêna dilê min

 berjêr bû

Çavnerîna

 berjor bibe

Berjor

li jêr çiyê ye

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]