|
18/3/2008 Xemla Biharê Siyamed Sîpan Uğurlu Ji dengê bilûrên şivanên koçer ji xema payizê û ji dilcemediya zivistanê şiyar bûm. Dîsa em vegeriyane demsala avzêma hezkirinên nivco mayî. Dîsa em hemû derdikevin rêwîtiya pîroziya rojê. Hemû çiyayên me krasên ji berfînan dirûtî li bejna newalên xwe dipêçe. Bi bêhna binevşan porên xwe dixemilîne. Hemû gul û nêrgiz ji koçberiya xwe vedigerin demsala ji bîrkirina xeman. Hemû rêgezên jiyanê me di xemla biharê de veşartibû. Bi hêviya derbaskirina hemû xewnên şîn di newalên ji bi Miradbûnên me zexm bûye. Belê raste me hîna dîrok di serşoka bedewiya biharê de derbas nekiriye û me hîna azadî negihiştandiye Miradê xwe, mê hîna xofa ruhstîn ji dilê xwe navêtiye û herwiha gelek ji me hîna bextê xwe li ber tava azadiyê ranexistiye. Dibe gelek rojan bêhemdî hinek ji me bûbe kûjerê xemla biharê, lê xeman nexwe, ji ber ku emê xwe bavêjin bextê biharek din û bêjin „Efû ji te“. Emê xwe bavêjin nav civata rêvebiriya rojê, emê li qoziyekê bêdeng lêborîna xwe bixwazin rojekê. Emê êdî ayetên xwe berbi roja ji şingalê ku ji bin baskên Tawizê Teyran derdikeve û li gravê radiwest bişîne. Dibê em nehêlin êdî stêrk ji ezmanên xewnên me hilweşe, ji ber ku em zanin xwedayên ku me di destê xwe de mezin kirin „nan û ava wan li gîzoka wanin“. Lê bira ev xencera ku di dilê min de çikyayî bihar di xemla xwe de veşerê ji bo roja xweş. Ku em têkevin nav ferhengoka kederên biyanîbûna xwe, ku teww em qala qeydên li hestên me geriyayî bikin, wê payiz xemê ji ser xwe bavêje û ji fediya rûbiçike. Axx, axx ka bi serê Zerdeştê, layê rojê, binerin hîna em ne mirine gêrîk û kurm li ser laşê me bazirganiya xwîna me dikin. Binerin û serî bera ber xwe bidin xwedano. Lê êdî me hemû peymanên bi ruhstîn re heyî xera kirin û me deriyê xwe ji rûpelê rojê ku bi xwe re xemla biharê aniye re vekiriye. Werin em hemû xemên demsalên dilxirab bihûnin ser xemla biharê Werin em bi hevre strana evîndariya rojê bêjin Werin em bêjin „Êdî Bes e“. 04.11.2007 Ludwigshafen-Elmanya |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |