|
17/11/2007 LÊ LÊ BEJNFODILÊ Xizan Şîlan li gulîstana xewn û xeyalan morî û mircanan li gerdana dilê te dineqşînim ji pêta maçên lêvan şerbeta gerdeka şevên te vedixwim li mestbûna bejna fodil bextewariyê dihûnim wek zarokekî şîrve bûyî xwe diavêjim dest û ling û bextê te bi lezeta awirên hesretkêş hîqehîqa henasa gewriyê diramûsim ji pêsîra xemgîniyê şîrê ken û şadiyê dimijim ez li nav baxê bêdengiyê guleke sêwî me di giyana gerdûnê de gerstêrkê bêrêgeh im li dor şewqa çira odê perperikê şevistana me li nav mêrg û çîmenan çemekî rût im êşa giyanê xwe dispêrim bayê gulgenima porê te li kolanên koçberiyê li siya germa henasa te digerim di rêwitiya serdeman de sembolê êş û keserê me êdî bese were bi kilîta dilovaniya xwedawendan deriyê bihuşta dilê min veke çûka şaxa taristanên xwe di sîngê asîmanê min de bifirîne rondikên nalînan di doşeka qefesa xwe de haş bike li ser textê Cîhana min bibe sultana stêrkên asîmanê nava min bi tîrêjên melûliya awirên xwe kul û birînan bikewîne li çerxa aşe hêviyê kîn û nefretê bihêre evîndarî li hesreta bendewariyê kal û pîr bû firmêskên bîbikên çavên ziwa bi xumîna şîpa kenê xwe rawestîne neynika dil li seqema bêçaretiya demsalan di koçberiyê de kûd û şerpeze bûn qêrîn li wargeha awaza dil qurmiçîn pêjn di bin lihêfa axînan de qurifîn were westîbûna bîranînan li seyrangeha payîzên xwe vehesîne şopa siya mirina min bi sakoyê jana helbestan bipêçe di taldeya newaleke bêîman de binixumîne û straneke kezebşewat di ferhenga destanan de bilorîne 2007-07-07 Stockholm |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |