|
14/2/2008 Roja vejînê Hozan Xelîl Efrinî Çardehê du roja vejîne Roja pir bi bîne…. lêdana dilan… livên lêvan… çêra çavan… çardehê du roja vejîne roja vejîne… xelat û mizgîne bi nameyên dildarî ji çareh damarên velantayên… bang dikin… hawar dikin… bi parêzin hevjînî… bi parêzin bawarî.. bi parêzin reng sorî bi parêzin çardeh gulî çardeh gulên sor bo te çardeh maçên jor bo te çardeh nirînên kûr bo te çardehê du roja vejîne tev xelat û mizgîne… li ser dîwarên zîndan li serdemên berwedan eşkençeyên roman jan lit e bû bi jiyan xweşewîstî bû bi derman li roma û cîhan nema hebe ziyan I lov you yan I mîs you… Jibona her lawikî can Her keçikî can Bi bîr bînin roja… Velantayên… Bikin bi… Hevdilan… Evîndaran… Gulsoran… Li her çar alîyên Kurdistan Ji daristanên bejna te Ji baxistanên jîna te Lîlî… Qêrî… Gazî dikin… Nefret li rêgiran… Nefret li neyaran… Nefret li dijberan… Ger tu qeşebê… Ger tu kur law bê… Ger tu velantayên bi xwe bê Gulên sor rengê te ye Maçên jor lêvên te ye Nirînên kûr çavên te ye çardehê du roja vejîne roja xelat û mizgînê |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |