|
1/12/2007 Erê ciwano Bavê Elend Erê riho êş û jano Ev çi pat û çi tacano Birîndaro bê dermano Zû te barkir ax ciwano Çem û kanî tev ziwa bûn Dar û devî li ber ba bûn Gelî û zinar bo te xwar bûn Gorî te bim dilovano Qeder hat û ecel pêre Sed mixabin îro jêre Bêzarî qey ma ji kêre Bê bintaro ax ciwano Bigrî Qamişlokê bigrî Li ser Xalid gelkî bigrî Sed heyf Xalid bûye mirî Erê riho bar girano Ger namûsa dinyê hebî Wê tim navê te têdebî Ev qêrîn ji min bo te bî Bigrîn qîzno bo ciwano Ax Qamişlo îro xemilî Bixwîna tenî gulgulî Tevizîn her det û her tilî Bi çûna te serhimyano Ma ne tu bav û bira bû Ma ne tu deşt û çiya bû Beyreqek sipî nemabû Çawa yu çû bê fîxano Ta saxbim te ji bîr nakim Bi rondika te ranakim Lê çi b kim qey fêde nakim Erê şêro hey berano Ger dem çiqasî dirêj be Te evîn kevn û ji mêj be Wê tim ev dil mest û gêj be Bi çûna te hey ciwano |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |