NEWROZ

äæÑæÒ


8/3/2006

Yaşar Kemal

Yaşar K . çareserkirina doza Kurdan li Tirkiyê , di nav xet û sînorên mafên mirovatiyê de dibîne

Amedekar : Reşoyê Pîrê

Kemal kurê sadiqê Gokçelî ye , navê diya wî Nîgar e .

Di şerê cîhanê yê yekem de , Kurdistan dibe meydana şer . Herêma Wanê ji hêla Rûsan ve tê dagîrkirin . Ji tirsa wî şerî re , Sadiqê Gokçelî , di sala 1915 an de , wek piraniya malan , ji Wanê goçeberî rojavayî Tirkiyê dibe , li herêma Çukurovayê – gundê Hemîte bi cî û war dibe . Li wî gundî , tenê mala wan Kurd bû . Li gundê Hemîtê , sala 1923 an Kemal ji dayîk dibe .

Di pênc saliya wî de , bav li ber çavên wî tê kuştin . Kemal di bin hukarî û tirsa wê bûyerê de , çend salan ziman lê nazîvire û nikane peyva xwe rasterast bike ( Lal dibe  ) . Piştî kuştina bavê wî , apê wî Tahir bi diya wî re dizewice . Kemal li ber destên diya xwe mezin dibe û hînî ziman , gendîş û folkilora Kurdî dibe .

Hîn bûyera kuştina bavê Kemêl di serê wî de digeriya ; Xalê wî , qeralê serê çiyan , çeteyê bi nav û deng , tê kuştin . Ev bûyer jî wî pir dêşîne . Piştî wê bûyerê , kemal rastî bûyereke din tê , di wê bûyerê de çavê xwe yê rastê winda dike .

Y.  Kemal , di sala 1951 an de , berê xwe dide Stenbolê , li wir bi cî û war dibe . Xebata edebî berdewam dike û di rojnama Cumhoriyetê de dixebite . Yaşar kemal cara yekê wek rojnemevan diçe Kurdistanê . Rewşa Kurdan , bi pênûsa xwe , dike nûçe, rapor û di rojnaman de diweşîne . Rewşa Kurdan,  bi sedhezarên xwendvanan dide nasîn  .

Hukariya bûyerên jorîn , di hersê romanên Yaşar ( Çivîka Baranê , Deriyê Kelê û Dengê Xwînê )  de diyar û balkêş in .

Y . Kemal , ne tenê li Tirkiyê , belê li cîhanê jî , weke romanvîsekî navdar û naskirî tê zanîn . Ne tenê wek romanivîs tê nasîn , belê , di hemî cureyên nivîsandinê de hoste û mamoste ye . Berhemên Y . Kemal bêtirî 40 pirtûkên cûrbecûr in , çêrok , evsan , serpêhatî , şano û bêtirî 20 an jî roman in . Bêtirî 30 î berhemên wî , bi 30 zimanî hatine wergerandin û li seranserî cîhanê hatiye belavkirin . Û hin berhemên wî , li Îraqê bi zimanê Kurdî derçûne  . Y . K xwedî roleke zor girîng , di pêşxistana hunera rojhilata navîn û bi taybetî ya Kurd e ye .

Y . Kemal , ta nuha pir xelat û nîşanên navnetewî wergirtine . Di sala 1991 an de , li Tirkiyê , wek hunermendê dewletê hate pejirandin . Lê , ji ber kêmasiyên demoqrasî û tunebûna mafê mirovatiyê li welêt; Wê nîşanê napejrîne û şûnve vedigerîne . Di sala1993 an de , wek endamekî di akadimiya cîhanê de , li Firansa tê pejrandin .

Pirtûka xwe ya yekemîn di sala 1943 an de , ya bi navê ( Agitlar ) hatiye weşandin û ev pirtûk weke berevokeke stranên şînê hatiye zanîn . Romana pêşîn ya Yaşar Kemal ya bi navê ( Înce Memed ) Memedok – Memedê jar - weşiye . Ev roman li seranserî cîhanê tê xwendin .

Yaşar K . çareserkirina doza Kurdan li Tirkiyê , di nav xet û sînorên mafên mirovatiyê de dibîne.  " Ta pirsa Kurdan li Tirkiyê neyê çareserkirin , Mirov nikane qala demoqrasiyê bike. Çareserkirina vê pirsê , pîvaneke demoqrasiye , nezanên me , bêhişên me vê yekê fêm nakin. Ew dixwazin bi metodên leşkerî , bi darê zorê koka Kurdan bînin. Ew çawa dikainin koka panzdeh milyon mirov bînin.  Mêzeke her der kurdîtiye ) . Lewre jî nêrînên xwe ji berpirsiyarên dewletê re dişîne . Stubariya wan dide ber çavên wan . Bi zimanekî zelal ji wan re dibêje ku , hûn nikanin li pêşberî mirovatiyê rawestin û mafê Kurdan yên mirovatî binpê bikin .

Y . K . di 30-4-1992 an de , nivîsareke dirêj , wek name , ji serokomara Tirkiyê T . Ozal re rêdike . Nêrîn û çaerserikina pirsa Kurdî li Tikiyê diyar dike . Ev name rojnama " Aydinlik "  li ser du beşan , di 2 û 3 heyva şeşan 1993 an de  diweşîne .

Naveroka wê nivîsarê li ser pirsa Kurdan bû û weha dibêje : ( Pirsa Kurdî , pirsa demoqrasîbûna Tirkiyê ye . Kurd ji mafên mirovatî bê par kirine . Tu li welatê xwe nêzîkî panzdeh milyon mirov ji hemî mafên mirovatî bêpar bihêle û paşê rabe , li pêşberî cîhanê bisekine û bêje : Ezê ji welatê xwe re demoqrasiyê li dar xînim . Ev bi xwe xopandina mirovane û dereweke mezin e . Mirovatî navê demoqrasiya me – Li Tirkiyê – faşîzma sergirtî , an demoqrasiya Asiya bi nav kiriye . Welatekî bixwaze ji qonaxekê derbasî qonaxeke din bibe , riya pêşîn demoqrasî ye , Ji ber, mafên mirovatiyê yekparin . Li Tirkiyê , mirovên ji wan mafan bêpar mane kî ne ? Ew Kurdên ku , nêzîkî panzdeh milyonan e . Ev hedu milet – Tirk , Kurd – wek goşt û neynûk in , di nav hev de mazin bûne ) .

Di hyeva Çiriya paşîn 1992 an de , serokomarê Tirkiyê Torgot Ozal , ji Yaşr dixwaze ku , nêrînên xwe li ser pirsa Kurdan bide . Yaşar , gotarek dirêj ji Ozal re dişîne 1 .Û weha jê re dibêje : (  Ev heye hezar sal ku , gelên me bi hevre wek biran dijîn . Mirov çawa dikare teswîr bike ku , bira zimanê birayê xwe bibire ? Artêşa Tirk dikare Ebdela Ocelan  "Apo"  serokê tevgera veqetxwazên P:K:K. Ji meydanê rake.  Mirov dikare qira nêzîkî panzdeh milyon jî bîne . Lê , belê em di dema mafên mirovî de dijîn û miletên cîhanê roj bi roj bêtir hurmetê ji mafên bingehîn yên mirovatiyê re nîşna dikin . Şerekî dijî Kurdan dê hin bib hin bibe , şerekî dijî ramana navnetewî . Mirov divê xweş bizanibe ku , ev şerê hanê , şerê dijî ramana cîhanê ye û tu carê bi ser nakeve ., Binêrin çawa Emerîka li Vêtnamê bi bin ket û çi bi serê Sofyetsitanê li Afganistanê hat " 

Gava Yaşar ji destlatê bê hêvî dibe ; Çêroka xwe ya bi navê ( biratiya gundî û mar )2 belav dike û di rojnama Le Monde ya Firansî , ya bi nav û deng de dubare dike 

Rojnama Firansî Le Monde  , di 13-7-1993 an , di rûprlê diwem de , hevpeyvînekê bi yaşar Kemal re diweşîne . Hevpeyvîn li ser rewşa Tirkiyê û Kurdstanê ye . Pirsek ji pirsên rojnamê , li ser şerê çekdarî yê P .K . k , yê bi destlata Tirkiyê re , kuştina mirovan , wêrankirina gundan û dûrxistina gundiyan û H .W . D bû . Eger rojekê çarek siyasî ji vî şerî re bê dîtin : Gelo herdu milet dê kanibin aşîtiyek çêkin û li hev bên . Bersiva Yaşar Kemal weha bû : ( Kurdên Tirkiyê bi xwe ji bo serxwebûneke netewî ber xwe nadin . Ew berî her tiştî dixwazin bibin xwedanê çarenûsa xwe ya bê merc û asteng , bigihên mafên xwe yên mirovatî . Armanca şerê çekdarî yê niha , bi xwe ev yeka ye . Tirk , Kurd û gelek kes di vî şerî de dimrin. Eger em bêjin dawiya vî şerê bê. Biratiya di navbera miletê Kurd û Tirk de , dê bibe biratîke kûrbirînî û dijwar . Çawa miletên ku , xwîn di navbera wan de birije ; Dê bikaribin ji nû ve bi hev re bijîn ? Berî ku , dereng bimîne , pêwîst e dawiya vî şerî bê . Min çend caran , di çapemeiya Tirk de , xwest balê bikişînim ser dijwariya vê xeterê , Mirov çiqas tova kînê li dora xwe belav bike ; Ewqasî jî jiyana bi hevre dê zehmet be .Nimûneya şerê Bosne li ber çavên me ye

Naveroka çêroka gelêrî ya bi navê ( Biratiya gundî û mar ) nivîsiye  dibêje .                    Mirov bixwaze , nexwaze , em wesan hatine çêkirin . Erê dema em dixwazin eşkere bikin ku , zordariya li me bûye , ji bîr bikin ; Lê belê hiş û bîra mirovan , van zodestiyan di hundirê xwe de , wek êşeke dijwar dihêlin . ) ...... ( Çareskirina pirsa Kurdî dê rê nede , wekî birîneke nû di wecdanê me de vebe .  Çareskirina pirsa Kurdî dê rê nede ku , deqeke reş li eniya Tirkiyê çê bibe û Tirkiyê ji civata medeniyetê dûr keve , Çareke bi rûmet ewqas ne zehmet e . Ew , tenê bi giştî dixwazin bigihên mafên xwe yên mirovî )

( Ez dixwazim zimanê wan wek zimanekî bê pejrandin , bi zimanê Kurdî bê xwendin û bidin xewdin , pirtûkên Kurdî bên çapkirin û weşandin , rado û telvezyonên wan bi Kurdî hebin . Lê , belê sagehên Tirk ta Îro jî , ev mafên bingehîn nedane derheqê Kurdaan . Li şûna çaresereke bingehîn bibînin , ew van daxwazan bi kurtî dibirin û davêjin alîkî )

Di sala 1992 an de , Y . K . Pirtûka xwe ya bi navê " Agiltar " diweşîne . Di destpêka vê pirtûkê de , Y .K . bi ferehî li ser stranên şînê radiweste û çêra dewlemendiya folkilora Kurdî dike . Di nav rûpelên vê pirtûkê de , pir stranên şînê cî digrin . Rojnama " Dûnya-Kitap " li ser wê pirtûkê , hevpeyvînekê bi wî re diweşîne . Y . bersivên rjonamê dide . Yek ji pirsên rojnamê , li ser Folkilora Kurdî bû . Y . weha bersiva wê pirsê dide : " Koka min Kurd e . Ez li Çukurovayê , gundê Hemîtê hatime dinê . Li vî gundî , mala me tenê Kurd bûn . Ez fêrî hedu zimanan bûm . Du zimanêm min hene . Lê nuha , ez Kurdî wek Tirkî ewqas nizaim . Ji bo min , rûbarê dinê wek baxçekî şandî ku , ji hezar kulîlkî pêkhatiye . Eger ji vî hezar kulîlkî , yek ji vê dinyaya me kêm bibe ; Mirovatî rengekî xwe yî bedew wenda dike . Folkilora Kurdan jî , wek ya Tirkan , ji her alî ve dewlemend e .

Di wê bersivê de , Y . K . gazî û qîr dike ku , Kurd  û Tirk li berhemên xwe yên gelêrî xwedî derkevin  û weha dibêje : " Eger me hemî berhemên gelêrî , yên Tirk û Kurdan berevkirana , me dikarîbû du bedewên bi şeng û şapal , du rengên Anedoliyan pêşkêşî mirovatiyê bikrana . Û alîkariya me dikarîbû bigihîşta çanda cîhanê . Ji ber ku , afrandina mirovatiyê , di çandeke netewî , tendurist û bingehîn re derbas dibe" . 

Yaşar bawerî û nêrînên xwe li ser çand û rewşa Kurdan , di rojameyên Kurd , Tirk û Ewropa de diweşîne .Li ser çanda Kurda weha dibêje : ( çanda Kurdî beşek ji çanda mirovatiyê dibîne , çanda mirovatiyê baxçekî ji hezarên kulîlikan pêkhatiye . Û êrişa destlatên Tirk ya li ser çanda Kurdan , çelmisandina kulîkeke wî baxçî dibîne û çanda cîhanê xizan û jar dike ) . Yşar , di nivîsara xwe ya ji bo kuştina Apê Mûsa Enter de , li ser dewlemndiya çanda Kurdî ewha dibêje : " Edebiyeta Kurdan pir dewlemende stranên şînê , govend çîrok ... Folkilora Kurdî jî , wek ya Tikr dewlemende . Dinya wek baxçakî ku , ji hezar kulîlkî pêkhatiye . Her kulîlkek reng û bihnekê dide . Ji wan yek kêm be , çanda cîhanê , reng û bihnekî wenda dike , çanda cîhanê jar û xizan dike . Ev heftê sal e , eger ji çand û zimanê Kurdan re destûr hebe ; Wê hîngê , herdu çand –  Kurd , Tirik – wê hevdu dewlemend bikiran , Anedoliya mebû bûye çanda yek celeb " .   Ji aliyê din ve , Yaşar di nav nivîsarên xwe de , dewlemendî û girîngiya çanda Kurdan berz û diyar dike û bi zimanekî tûj , li hember kesên dixwazin çanda Kurdan tune bikin disekine û wan rûreş dike  .

Dostanya Yaşar Kemal û Apê Musa Enter , ji demeke dirêj ve ye . Wî di bîst û Sêsaliya xwe de dinase . Dostaniya wan ta dawiya jiyana Apê Musa berdewam dike .

Piştî kuştina Apê Mûas Enter , ji hêla terorên Tirk ve , Y . K . Nivîsarekê di dermafê wî de dinivîse . Ev nivîsar rojnama Tirkiyê ya bi nav û deng Cumhoriyet , di rojên 26-27ê Sibata 1992 an de diweşîne . Emê hin parçeyên bijarte , ji wê nivîsarê pêşkêş bikin .

" Apê Musa Enter , di rojên reş û tarî de , herdem ronak , hêvîdar û bawermen bû .  Civak û mirov , çiqas xerab be , wî herdem quncikekî rind û qenciyek tê de didît . Nêrîn û gotinên mirovan , li hember wî çiqas ters û sert bana jî , wî bi çavekî nerim lê mêze dikir . Ew bi çanda gelê xwe pir bawermend bû . Bi hemî hêza xwe ve , li dijî wendabûna çanda gelê xwe disekinî û didît ku , çanda gelê xwe , ji çanda cîhanê re alîkar e . Ev bawerî , ta dawiya jiyana xwe ajot û berdewam kir .. Ji ber baweriyên xwe ve , bi mêranî ber xwe dida . Lewre jî hat kuştin . Kuştdar , an yên Apê Musa , dane kuştin , Tirkiyê jî xwerin ,  Anedol vegerandin gola xwînê . Ew kesan , xerabî û kuştina Tirkiyî dixwazin . Ev karê dîktetorên xwîndar in . Tirkiyê , divê neketa devê vê riyê . Em dikevin sedsala Bîst û Yekan , Ev leka reş di eniya me de , mirovatî napejrîne" .

Di vê nivîsarê de , Y . K . Dîsan dike qêreqêr û banga xwe dike welatparêz û welathezan , daku vê kuştinê ji holê rakin    "  Tirkiya û mirovatî , kuştina kevokên aştiyê , wek Musa Enter napejrîne . Ji ber , evqas sitem û piştî evqas xwînrijandin , lihevkirin pir zor e. Ez di bextê we da me , rê nêzîke , wext heye , ji bo xatirê xwîna  yên wek Musa Enter , ji bo xatirê evîna biratiya hezar salan û ji bû bedewiya biratiya pêşerojê; Werin em vî karî çareser bikin , tiştekî ewqas dijwar nîne" . 

 Yaşar Kemal , nivîsara xwe bi van gotinan kuta dike : "Bi rastî , eger mirov bi qasî Mûsa Enter , ji welatê xwe hez bike – Eger demoqrasî hebe –; Emê ji vê astengê derkevin . Ji ber ku , baweriya min gelekî bi Musa Enterên vî welatî heye . Çi Tirk û çi Kurd be? .

 Bila bijî Musayên Enter , Apê Mûsa " .  

Rojnama NEWROZ , di hejmara xwe ya yekem de , Gulana 1995 an de , hevpeyvîna rojnam Firansî ya bi navê " Lîbrasiyon " ya bi Y . Kemal re kirî û rojnam Lubnanî  " Elsefîr " wergerandiye zimanê Erebî û wê jî wegerandiye zimanê Kurmacî ,em pêşkêş dikin .

 " Li dawiya sala 1994 an , Y. Kemal di kovara “dêr şpîgil” (Neynik) ya alamanî de, gotarek li ser rewşa Turkiyê belavkir. Wê gotarê pir deng da . Wê ûştê, encûmana tenahiyê ya dewleta Turkiyê (E.I.D.T) Yaşar Kemal bi gunehê perçekirina Turkiyê tewambar kir (gunehbar kir), û ew dan ber dadegehê. Lewre, rojnama “Lîbirasiyon” (Rizgarî) ya Firansî, hevpeyvînek bi wî re kir, ji ber giringiya wê, rojnama Elsefîr ya Libnanî, di 27-1-1995 an de wergera wê, bi Erebî belavkir. Me jî, ew wergerande Kurmancî, û ev in çend pirs û bersivên nivîsvanê Kurd, yê gewre Y. Kemal:

- Pirsa Kurdî û tunebûna dîmoqrasiyê li Turkiyê  , du kêşên kevin in . Çima tu niha li ser wan germbûyî û dinivîsî..?

= Wêrankirina gundan û valakirina , ku bi darê zorê li Başûrê Rojhilata Anadolê dibe, ez pir êşandim. Ez Kurd im û navçê jî baş nasdikim , ji ber ku, ez bi xwe ji wir im. Dixwazim dawiya vî şerî were û xwînrêtin nemîne . Ez hew kanim lorîna, dayîkên şerbazên Turkan û çekdarên Kurdan bibhîsim . Ez wek nivîsvan û hevwelatî me, ew gotara stubariya min şirove dike...

- E.T.D.T. Li ser wê gotarê dadegeh vekir ?

= Ew dozger dixwazin min gunehbar bikin. Bi carekê ne dûre jî, ku min gunehkar bikin. Ewên ku Turkiyê nasnakin bi min re dibêjin: “Vaye tu serbest dipeyivî û dinivîsî, ango Turkiyê welatkî demokrat e”. Lê na, ne raste, ez dipeyivim û dinivîsim, lê ez dizanim, ezê bihayê wê bidim... Belkî zîndan be, belkî êşgihandin be û belkî jî, ra (ta) mirin be... Lê, gotara min tîngîniyeke mezin da, û ji ber wê jî ez ne poşman im.

   - Bi ya te be, ev şerê, ku li Rojhilat Başûrê Turkiyê dibe, çima berdewam e?

= Ji ber ku, mafên Kurdan ji heftê salî de, hatine birin. Li Başûr Rojhilat û li rojhilatî Anadolê, bi miliyonan navê cihên Kurdî hatine guhartin. Ma ne ji mafê bavan e, navên Kurmancî li zaroyên xwe kin?. Eger yek zimanê Turkî baş nizanibe. Ji cihên gelemper, û dadegehan tê qewtandin. Ji heftê salî de, zoreke hovî li ser zimanê Kurdî û Kurdan heye.

Di warê aborî de, berê jî û hertim, deverên Kurdan perîşan in.  Du hezar gund hatine şewtandin. Di ser miliyon û nîvek Kurd re neçarbûne, cihên dê û bavên xwe berdin, êşandin bi rengekî rêk û pêk dibe. Loma xort bi çiyan dikevin, û dibin şoreşger.

- Ma tu ji koka xwe ve Kurdî ?

= Belê, ez di malek Kurd e bûme. Piştire me barkir, em hatin Kîlîkiya. Me li mal bi Kurmancî dengnedikir, û tevî ku, bavê min nivîskarê dadgehê û zengîn bû, lê ew rêzdar Sadiq bi nav nedibû , bi Sadiqê Kurd bi nav dibû. Di ber zarotî û xortaniya xwe re , min dibihîstin , hîn ew Kurdên dihatin seredana me û bi heftan li mala me diman, li bîra min in. Di destpêka salên pêncî de, gava min dest bi karê rojmanevaniyê, di çarçewa çapemeniyê de, kir. Ez bi Kemalê Kurd dihatim naskirin .

Erê ! zor pêwîste ku wilo be , pir pêwîste ku her Kurdek li doza xwe bibe xwedî, bese me tim xizmetî bilî xwe kiriye . Bila carekê di dîrokê de jî , em xizmet xwe kin " 3.

Çavkanî :

* Kovara Nûdem . Hejmar 7 . sal 1993

* Rojnama Newroz . Hejmar 1 . Gulan- 1995.

1 –  Ev gotar berî wê daxzwazê, di rojnamek Tirkiyê de hatibû weşandin .

2 –  ev çêrokeke gelêrî ye , naveroka wê ( çawa tu mirina birayê xwe ji bîr nake , ez jî dûvê  xwe yê qut ji bîrankim )        

3 -  Ev gotar , ji rojnama Newrozê . Hejmar 1 . ya Nisan û Gulana 1995 an hatiye girtin .

Rojnama Nweroz , Li Sûriyê , ji weşanên Partiya " Yekîtî " ye, bi zimanê Kurdî tê weşandin .

Golana 2005 an

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]