|
7/11/2005 Qamişlo Ela-edîn Cengo Eger warê min liser heyvê heba Qamişlo heyva di nîvê şevêda Silavê germ ji xwîna te geha min Ey hêlîna qehreman û egîda Bi mêranî te dest Hilda bi xurtî Te rêz danî di ferhenga şehîda J,herdû cava qamişlokê bizav da Qubletnema kurda me ez ekîda Gava roj tê link te mihvandarî Cime,ayê jiber dirabê ber derî Silavê xwe didê qîzan yek bi yek Ji cirnik ta enterî ta aşûrî Heta go di rabê xatir di xwazê Hilêlîkê gula li peî di dêrî Ji bo kurdan teva tu bûyî dayik Ji şîrava te a şêrîn vexwarin Reva teva liber hembêza te bû Dema bumbe liser wana di barîn Lli qamişlo dilê xelkê diyare Bo bin desta hemû tevde şiyarin Bi qêrînê xwe qamişlo te da der Ji dilê xwe qehr û xem û dermenda Te gulstêr dan cîhanê da bi zanê Serxwebûna gelê kurdî bê bende Liser lat û zinara hate kolan Milletê te bi leptê dolemende Te êşandin te wêrandin liser go Tu cihgeştî û meyza te ferîbenda Ji nav bêna gulîstanê te fûrî Bihna palo û zivingî û cegerxwîn Di zengelora neyarê bê wijdan Biuî stirî biuî kelem û gevîn Tu cara min beehwer nekir tu bibê Piştî xwa giran volkana qewîn Di xwazim ez ji xwedayê xelaskar Me zû derxê ji bin destê vegert yar Millet tevda bû zambar û birîndar Ma tê cibkê jivî neyarê şûtar Wekî mara bi jehra xwe me kuştin Buhayê xwe dinav mede ne hiştin Bi hêvîke mezin xwedê daye min Dilê mi mizgînek dida gelê Ciqas şeva sitemkara dirêj bê Şeveq bûna perîşana li dûv tê |
|
ÇáÕÝÍÉ ÇáÑÆíÓíÉ | ÃÎÈÇÑ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ pdf | ÇáÊÞÇÑíÑ ÇáÓíÇÓíÉ ÈíÇäÇÊ æÊÕÑíÍÇÊ | ãÎÊÇÑÇÊ | ÅÕÏÇÑÇÊ | æËÇÆÞ | ÔÄæä ÇáãÑÃÉ | ÃÏÈ æÝä | ÇáÃÑÔíÝ | ãä äÍä |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |