NEWROZ

äæÑæÒ


6/5/2007

Cejna Poşmaniyę

Gulnar Elî  

Roj  gehand  dava dirêj

Bê hedar

Di vê şeva  kerr de

di xew de ye

Her tişt bêrih maye

bi kirasê rebenan pêçayî

heyv li pişta  ewran lawijên xeydê dibêje

Silavę li ...

dastana bêrîyan dike

li  kevnewarê 

venesîn kotirek spî bű.

Di êşa xewnan de  

pirs ji pencera bendemaniyêę dibarin

Di darbesta toqîn de,

Nalenala ahîna..,

zarokên durkirî ji hembêza Le,ilîxana goveyî ne

Konê reş  ji  bêxunaviyê xemilî.

Di dengêę poşmaniya ewrekî de

silavęn hurbaranę bêjivan zivrîne,.

Dîlan e, di ber pela dil de,  jivan e

Dukêl henesgeha

hest

 bêrî

  lerzîn

   bêędengî

    şahî

             xem

 ken 

                        û gi..

  ….. rî..

ye

Gulan bişkuj vedan

Gulav gehişt asoyên..

berxemên min

Rondik di kolanên sorgulan de

Bêsiûdiya xwe nijinand

Kelha Amed a dêrîn e

Dibe

evnem

  kezîzer...

    gulgenim

 di kirasê şepilî de.

Ewra buharî

xemla xwe veneda

        nebarî

Xewna tazî

lêborîn

bişkorîn

gulbuharê nazivirînin

    dikenim

      difirim

dileyîzim

   dilerizim

Dûrtir çûm digel bêrîyên xwe

ji asoyên lêborinę

gehiştim bajarêę bendemaniyêę

duhî

            evro

ű  û

                        sube.

Bazinek bêęder e

gulan... …

ji rengêę guleyan diçîne.

Bibore....

nema arezo ahînga digêrîne

Hizir teng e

xewin efsane ye

can kavilekî ji dumanêę ye

Rêę di hêza pelatînkę de nivist

rêę aloz e

Nerevîn reviya

zarok reviya

Min gazî te kir

Te guh neda min

Min ji te xwest

Tu bi xweliyêę dilêę  min bisojî

te dêm  tenî kir

Te eniya xwe venekir

Girnijîn ..

di nav bajêr de berbi ba bûű,

Tu dibêjî bigirnije...?!

hey ho, hey ho....

Eve....

Sih sal in warêę min maye bindest.

Sih sal in girnijîna min li  bin pêę nerevînę têşiya

Sih sal in zarokên sêwî di hundirêę xwe de nazdar dikem.

Sih sal in buhar  bi zerebelgan dixemilî.

Sih sal in keziyên xwe di taristana rojêę de vedihînim

Sih sal in dinav sûlava ji çavên min herikî, melevan im.

Sih sal in ristka keseran li dor qirika  min badayî.

Sih sal in du peyvan ,ezman li min girêędayîn.

Sih sal in tihna xweşiyan qirqiçandim ez.

Birsa girnijînę xwarim ez.

Dêę ka bibêje dê kaę çawa bigirnijim!?

Zarokên duhî şekirokên cejnêę nexwarin

yarî nekirin

ji bêrîkirina bêędawî,

heza nejibîrkirî

bişkuj neçirmisî li beyaran 

xwîna dilekî vedixwar

Zarok mezin nebûn

bişkuj jî ne bûn Gul.

Jivan bêęjivan e

Xewna min westiya

Xewnerojk e,

mêvan şeva xewna min e.

Bi dest ű çavên tijî girî,

kevnebirîna pencerêę dinale.

Ev çi zivistan e 

zerebelgên dirextan,

li bin befra xwe ...

bi keskę pox reng vedide

Rę li ber pêę heyvêę xweş dike

çîçikęn nivistî, di hêlîna dagîrkirî de...

hoşeng dibin

Bêę ezman  mayine !

  digirnijin

     dikenin

      digirîn.

Hest

kelekek e ji pêlên

Hêvî

xwezî

bêrî

bendemanî

ęêş

Tu bibêje űû kela dil xwe birêje

Kî dêę

tola min

   ûű te

ji nerevînę bistîne..!?

Li pişt perda reş

ronahîya stêra

- De bêje...

li çavę heyvêę binęre

min bibîne

te dibînim!

Bi hev re sema cana ye

kew  hişyar bûn ji xew

Dar dilîzin

werîsêę xeman, kevnesalan

ji esmanêę heftan hildiweşînin,

li stuyêę matmayînę dialînîn

Bi sirûda birûskêę hebûn a min vediqetînin

Űû diçin…..

Derya ji çavên min difûre

asêę dikim.. űû diçim..

bêęmiradan

pêę bi şemitînim űû diçim

gulek mor, dikem peykerêę girnijînêę

bi sînga te vedikim

dikim ûű nakim

te ji vêę xewêę

hişyar nakim

űû diiiii

çiiiiiiiiii

mmmmmm...

Gulnar Elî   1-27-05

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]