|
4/8/2007 Nîvîskarê navdar Silêman Demir: "Evîn stûnê jiyanê yê bingehîn e" Gabar Çiyan Romana nû ya nivîskarê kurd Silêman Demir "Piştî bîst salan" di nav weşanên Doz ê de derket. Bi mûnasebeta derketina romana wî, em bi Silêman Demir re axifîn. Wî qala naveroka romana xwe ji me re kir. Wisan xuyanî dike ku romana wî ya nû mîna romanên wî yên din têra xwe kêşar e. Bêhna evînê jê difure. Bi dîmenên xwezayî hatiye dewlemed kirin. Naveroka romana wî bi kurtasî wisan e: Ezbanî sal dor salên 1970-heta 80 ye. Memo ji Nisêbînê ye lê xwendevanê dibistana mamosteyê ye. Sala dawî dixwîne. Cîraneke wan a bi navê Meyremê heye, bi salekê du salan ji wî mezintir e. Pêşî bi şermokî ji hev hez dikin, lê bi dû re hezkirina xwe ji hev re heşkere dikin. Lê heta wî çaxî, Meyremê dane yekî binxetî. Meyremê carê havînê tê Nisêbîne serdana mala bavê xwe. Wî çaxî ew û Memo hevdu dibîninin. Memo û Meyremê rojekê civan didin hev, hevdu dibînin, Memo hêvî dike ku ew ê hevdu maç bikin û wilo... lê ne wilo derdikeve, Meyremê tê civên, lê çîroka fermana filehan jê re dibêje. Roj wilo diçin. Evîna wan bêhedan dibe ku Meyremê jê dixwaze Memo wê birevîne. Lê Memo zaro û nezan e, newêre û xwe nade ber revandinê. Meyremê cara dawîn bi dilê şkestî dîsa vedigere binxetê. Jê û pê ve zarokên wê çêdibin, nema karin hevdu bibînin. Memo poşman dibe, dike dakeve here wê birevîne, lê nikare. Bi dû re bi dû wê de terk û dinya dibe. Meyremê di Bêrûdê re derdikeve û Memo jî di Swêd re. Lê Memo bîst salan bêriya wê dike û wê ji bîran nake. Piştî bîst salan gava Memo hêdî hêdî wê ji bîran dike û soxî yeke din ji xwe peyde dike, dike havînê here Bêrûdê serdana dostên xwe. Wî çaxî, Meyremê dibîne, dilê wî ji nû ve birîndar dibe, dike wê ji nû ve birevîne, lê wilo nake, dibîne ku êdî nema dibe. Wilo dilbirîndar vedigere Swêd û çîroka xwe û Meyremê ji serî ve ji me re dibêje... Fermo hevpeyvîna me ya bi nîvîskar Silêman Demir re: - ji kerema xwe re ji xwendevanên me re xwe bide nasîn. Kî ye Silêman Demir? - Ez ji Nisêbînê me. A rastî ku ez serê adara sala 1956-an li gundekî bakurê Nisêbînê yê herêma Omeriyan çêbûme û heta deh-dozdehsaliya xwe li wir jiyame. Malbata min wî çaxî bar kir Nisêbînê û xortaniya min li wir dest pê kir. Min xwendina xwe ya heta lîse li wir kir. Min bi dû re, ji bedêla du salan ve, salekê dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwend. Lê min wek mamoste kar nekir. 1979-an gava min dibistan xelas kir, ez neçûm devera ku karê mamostetiyê ji min re derket. Bi dû re jî îcarê gava min kar xwest, wan neda min. Ji ber ku hukum, eskerî bû. Sala 1985-an ez hatim Swêdê. Ev bîst û du sal in ku ez li Swêdê dijîm. Îsal nozdeh sal in ku ez di febrîqeyekê de kar dikim. Min pazdeh salan ji wan her hefte geh sibehê zû û geh jî êvarê heta derengê şevê kar dikir. Nivîsandin, hîna di xortaniya min a zû de ket jiyana min û dilê min. Min gelekî dixwend û her tiştin dinivîsîn. Min tu tiştek ji nivîsên xwe yên wî çaxî di tu kovar û rojnaman de neweşandin. Wek pirtûk jî tune ne. Ji xwe piraniya wan, ya ji ber ku ez bi wan qaîl nedibûm min avêtin û ya jî li welêt di qul û qulêran de wenda bûn. Bes tenê çend helbestên min ên wî çaxî li ba min hene. Sal wilo çûn, lê hewldan, xwestin û hezkirina min a nivîsandinê her xurttir dibû. Min her rojê tiştin dikirin. Wî karê min, li Swêdê berê xwe yê pêşî da. Ji sala 1992-an pê ve, êdî min hêdî hêdî nivîs rê kirin kovar û rojnameyan. Ez hejmara nivîsên xwe yên ku heta niha di kovar, rojnamê û malpêrên internetê de derketine, nizanim. Niha romana min a bi navê Piştî Bîst Salan li Stenbolê, di nav weşanên DOZ de derket. Berî wê du romanên min ên din jî derketibûn: Sorê Gulê, 1997 û Koç, 1998 Û her wilo min hin werger jî kirine. Hinek wek perçe di kovaran de derketine û hinek jî wek kitêb derketine. Kitêb ev in: 1- Şiîrên Bijarte- Mayakovskî-1997 (werger) 2- Keça Kurd Zengê- Cemşîd Bender -1997 (Kitêbeke çîrokan e, min û Firat Cewerî bi hev re ji Tirkî wergerand. Min ji sê paran yek girt ser xwe.) -Berî niha jî romanên we derketibû. Mijara xwe evîndarî bû. Çima giraniya mijarên we evîndarî ye? Hinekî ji awira Silêman Demir ve evîndariyê binirxîne? Bi rastî ez nizanim bê çima. Rast e, min cîhekî baş daye evînê, lê ew bes tenê stûneke romanên min e. Stûnên din dîrok û gera rewşa civatî ye, peydekirina xweşiya zimên ya di nivîsandinê de ye. Ez jî gava xort bûm, wek hemû kesan evîndar bûme, lê ya ku rê û reng dide jiyana min, ne ew tenê ye. Lê madem tu li raya min a di vê derbarê de dipirsî, divê ez bibêjim ku bi min evîn yek ji du stûnên jiyanê yên bingehîn e. Her wilo, ew mijareke ku em mirov hemû di derbarê wê de hin tiştan dizanin, mijareke ku zû tê bîra mirov û mijarên din jê derdikevin e. Em bixwazin nexwazin ew di jiyana me de xwediya wateyeke grîng e û rêyan dide ber mirov. Mirov hemû para xwe jê digirin, pê dihisin û xweşiyê jê digirin. Ev hêla me mirovên dinyê ya hevbeş e. Lê ne bê sextî ye û her wilo gelek caran bi sansur e û qedexe li ser heye. Ji ber wilo ye ku ev çend hezar sal in mirovên dinyê hemû di vê derbarê de dinivîsin, lê hîna jê têr nebûne û bi temamî serrast jî nekirine. Mijareke wilo kevnar e, lê em ê du hezar salên din jî li ser binivîsin û em ê xelas nekin. Lê li welatê me qedexebûneke giran li se heye. Evîn mafê zilaman tenê ye. Ew yek jî birînên mezin di bîr, ray û jiyana me ya civatî de vedike. Divê rastî di vê derbarê de jî bê nivîsandin û nirxandin da ew birîna me hinekî bê dermankirin. Ev yek, pirseke demokrasiyê û mafê mirovan e. Bêyî fêrbûn û serrastkirina hin tiştên di vê derbarê de, wê civata me kêm be, wê biqusûr be. Ji ber wilo ez bawer im ku mijareke girîng e. - Em te ji lêkolînên wêjeyî jî nasdikin. Çima bi giranî Roman, lê kirina kolînên edebî û çapkirina wê mîna pirtûkan? - Rast e, min di wê derbarê de hin kar kirine. Bêguman gava dora wan bê, ez ê wan jî wek pirtûk biweşînim. Lê rastî ew e ku gava min dest bi nivîsandinê û bi taybetî jî nivîsandina romanan kir, min dest bi lêkolîna zaniyariya edebî jî kir, min bi wî awayî xwest ez zaniyariyên xwe yên di wê derbarê de xurtir bikin, fêr bibim bê mirov çawa çi dinivîse. Ez geriyam, min peyde kirin û xwendin. Min ew zaniyarî ji bo xwe dinivîsîn û dicivandin. Bi dû re ez tê gihiştim ku dikarin bi kêrî gelek kesan werin û min ew wek kurtenivîs weşandin. Lê ew lêkolîn û danhev xelas nabin, her carê hewcedariya mirov bi peydekira bersivên hin pirsan nû çêdibe. Ji ber ku li gora min, yekî ku dinivîse, divê xwe jî perwerde bike, divê bixwîne û fêr bibe. Nabe ku mirov hema ji ezber binivîse. Nabe ku çawa bê ber devê mirov, mirov binivîse. Wê rojekê ji mirov bê pirsîn, bê çima filan tişt wilo hatiye nivîsîn. Divê wî çaxî bersiva mirov hebe. - Ji bilî vê romana we, çi xebatên din di destê te de hene? -Ez niha her bi edebiyatê, zimên û dîrokê dadikevim. Hin tiştên ku min salên dirêj li ser wan kar kiriye, niha wek pirtûk amade ne. Mîtolojiya Yûnanî yek ji wan e. Ez bawer im ku çi netewa dike edebiyateke hemdem ava bike, bixwaze astronomiyê fêr bibe û li dibistanan bide xwendin, divê mîtolojiya Yûnanî bi zimanê wan hebe. Min ew wilo amade kiriye ku, min bersiv, rê û derfeta ku xwedevan bersiva %95 pirsên di wê derbarê de peyde bikin, dane. Zêdî 400 xweda, egît û hunermedên dema antîk hatine danasîn. Jiyan, sedem û ravekirinên di vê derbarê de hatine heşkerekirin. Malbata xwedan hemû bi dê û bav û bavpîr hatine nivîsandin. Cîh, karîn û çanda wan hatiyê dabeşkirin. Heger ku ev zaniyarî li ber destê mirov tunebin, mirov dê nikaribe Ilyada fam bike. Ya divê mirov mîtolojiya yûnanî bizanibe, ya jî gava mirov bixwîne, tiştekî ku mirov carê lê binere û kesên tê de nas bike li ber destê mirov hebe. A min di vê ve derbarê de kiriye, ev e. Ez hinekî li ser Ilyada jî xebitîm, min çend beş jê wergerandine kurdî, lê ez pê re nagihijim, û ez bi Yûnanî nizanim. Ez hîna nizanim bê ma çiqasî rast e mirov Ilyada ne ji yûnanî wergerine. Hin xebatên min li ser nav, cîh û dîroka stêrikan hene, hin ji wan di kovaran de derketin. Ez ê wan nivîsan jî bi dû re wek pirtûk jî derxim, lê ez niha nikarim bêjim bê kengî. Ew dikarin li dibistanan wek materyalên dersan bên bikaranîn û xwendin. Romaneke min a ku mijara xwe ji mîtolojiya yûnanî digire heye; evîn û şerê dora bajarê Troya yê deh salan ê li ser Helena Spehî ye, ji bo çapê amade ye. Dora çapkirinê ya wê ye, ez niha nizanim bê li ku lê ez ê wê ji niha û ne dereng derxim. Gelek helbestên min ên ku hîna nehatine weşandin hene. Yanî hêleke ruhê min, helbestvan e. Aniha, di roja îroyîn de, romaneke min a ji yên heta niha cuda di destê min de heye. Vê carê, kuştin û polîs jî di romanê de hene û cîh ewrûpa ye. Ez hîna nizanim bê wê kengî xelas bibe û derkeve (Zarathustra News). |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |