|
4/1/2006 Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, sala 2006ê wek sala zimanê kurdî radigihîne! 2006 SALA ZIMANÊ KURDÎ ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE Di destpêka vê bangê de, em dixwazin sala 2006ê li zimanê xwe pîroz bikin, zimanê kurdî yê ku îro li pêşberî metirsiyeke mezin radiweste û di bareyeke sosretane de dijî. Gelî serok û rêxistin û dezgeh û saziyan ! Gelî rewşenbîr û xemxur û azadîxwaz û gelî kurdan! Zimanê kurdî, ji bilî ku spardeya herî pîroz a dîroka me û henasa hebûna me ye, xaniyê parastina çand û keseyatiya me ya neteweyî ye û alava herî ronak a destnîşankirina taybetmendî û awayên cihêrengiya me ye jî. Hewldanên tund û dijwar ên li dijî tunekirina zimanê kurdî hêjî li sê beşên welatê me berdewam in, bi vê berdewamiyê re, dagîrkerên Kurdistanê roj li pey rojê, êrîşên xwe yên çandî û kultûrî, bi alîkariya dibistan û zanko û alavên xwe yên ragihandinê kûrtir dikin û qada asîmilasyonê, qada şûştina hest û mêjiyê kurdan berfirehtir dikin. Mebesta dawîn a hemî dagîrkeran ew e ku nasnameya kurdan biçewisînin, kesayetiya wan a dîrokî lawaz û bin pê bikin û çanda wan a neteweyî bidizin û zuha bikin. Lewra di vê serdema dawîn de, xwîna herî pîroz û mezin a ku tevgera rizgarîxwaza kurd rijand, xwîna zimanê kurdî bû û şehîdê herî mezin ê têkoşîna kurdan jî dîsa zimanê wan ê pîroz e. Em, Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, vê bangê, di sala nû de, bi mebesta ku sala 2006ê bibe sala zimanê kurdî, aresteyî we dikin, sala raperîn û têkoşîn û berxwedan û geşkirin û avdana reh û rîş û zeviyên kurdî, sala rûreşkirin û şermezarkirina plan û bername û projeyên dagîrkeran, sala agahdarkirina dezgehên navnetewî û ronîkirina metirsiyên rasteqîne û peydakirina derfetên pêwist bo azadkirina zimanê dayika me! Gelî Kurdan! Hevgirtina Rewşenbîrên kurdên Rojava li derve, biryara kongireya xwe ya diwemîn piştrast û teqez dike û li jêr duruşmeya ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE, dest bi sala zimanê kurdî sala 2006ê dike. Armanca me ji vê çalakiyê ew e ku hemî hêzên siyasî û rewşenbîrî, li bin sîwaneya vî zimanê birîndar dest bi têkoşînê bikin û bi yek mebestê li zimanê xwe xwedî derkevin, xwedîderketina li zimên jî, di serencama xwe ya dawîn de, xwedîderketina li azadî û raman û nasname û dîrok û hebûn û bûneweriya mirovê kurd e. Têkoşîna me gişan bi hev re, di van kêlîkên tirsnak de, ji bo parastina giyan û hest û mêjî û cihêrengî û taybetmendiya mirovê kurd e. Têkoşînek e da em bi kurdî dahênan û afirandinê bikin. Bi kurdî biramin, bikenin, bigirîn. Bi kurdî bijîn û bi kurdî bimirin. Em bi vê bangê re, hawara xwe, dûbare, digihînin hêz û rêxistin û kesayetî û saziyên kurdan, çi li derve û çi li hundir, ku sala 2006ê bi çalakiyên derbarê çesipandina zimanê kurdî û geşkirina çanda neteweyî dewlemendtir û watedartir bikin. HRKRD jî, di vê çarçeweyê de, dê bi giranî hewl bide ku projeya xwe bi şêwazekî serkeftî û tekûz pêk bîne, Hin ji xalên projeyê jî ev in: - Dê di malpera rojava.net de rûpeleke taybet bi navê sala 2006ê sala zimanê kurdî ye, ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE, veke. - Dê pirtûkekê bo fêrkirina zimanê kurdî, bi taybetî bo rojavayî kurdistanê, li welêt çap bike. - Dê Belgenameyekê derbarê brîndarkirin û çewisandina çanda kurdî bo dezgehên navnetewî, bi taybetî UNESCO, di gel çalakiya berhevkirina 100 hezar imzeyan, amade û li dar xîne. - Dê hewl bide ku Konfiranseke navnetewî derbarê çewisandina zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê, yan li Brukselê yan jî li Strassburgê amade bike. Hevgirtina me, di dawiya vê banga xwe de, nav di xemxur û evîndarên zimanê kurdî dide, ku bi cegerdarî beşdarî parastina ziman û çanda xwe bibin û bi hev re raperin da ku sala 2006ê bibe gava yekemîn ji gavên azadiya ziman û çanda neteweya Kurd. Bila zimanê me xaniyê bûneweriya me be! Bila zimanê me wateya rasteqîne ya nasnameya me be! Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve 01/01/2006 hevgirtin@rojava.net rojava@rojava.net |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |