|
29/3/2008 Sirûda kêlên dîrokê Kamran simo Hedili strana evîndarên rojê û serkeftinê şîniya xeyalên Sîmirên çiyayî dengbêjiya mirinê vedigerînî jînê herifandina dîwarê virên asê efsana çîrok û çîvanokan qibla kevneşopiyê cejna kuştina ejdehar û hatina yêzdanan a warê arî dîrok û rûmeta netewî di bîrewariya te de bi roniya darbesta gulan tav rûyê rojê dadigire şev giyan dide tarî parçe dibe û tarî diberiqe tav û hîv bi Firat û Dîclê re dirêjî goristanên Sumeran dibin welat di henasa dîroka te de şîn dibe dergehên evîna dilê çiyan vedibe tu vekirina kulîlkên vînê û fedîkirina mirina xweşmêran î afirandin hestên evîna azad û ken Ahura Mazda yî giriyê mirina Ehrîman î narînî û nazeliya evînê ji nav rûpelên dîroka kevzgirtî digire tu newroz î newroz evîn e û evîn newroza mezin e niha bihara newroz û evînê ye bihara hawara Ferîdûn û asoyê dilsoz raperiya bihara pilingên çiya ye bihara xwîn û talanê bihara tewafa şikefta Birîndaran bihara li kozik û çeperan ra berdana dilêriyê dema verişandina lûlên tivingan û qêrîna maydana ye niha dema tofanên bêdeng û bahozên ker pîrozkirina dûrûşmên agîdan herika kurtepista ji dayikbûna bêdengiyê ye serhildana di govenda jîn û mirinê de ye dagirkarî û berxwedana di reqsa tirs û wêrekiyê de ye tu roja tifkirina dem û dewranên derewîn î tilî nîşandana hostayê diyaletîka dîrokê zaniyarên netewan bijîşkên qiyametê yî tu çirandina rûpelên çarenûsa virek î bi hatina te çirûskên hêviya Qendîl şagirdên Zerdeştê hemdem li lûtkên çiyan li zemînên deriyayê bi germiya pîroz bi êşên bêhempa bi vejîna şewatê gefan li mirina çaxên rûreş dixwin xêr û bêr û bereketê li zeviyên hiş direşênin ev xaka bûyî hêlîna bala û serkeftinan lanet û efsaneyên pîroz ol û nebî qewl û kilamên qedîm li ber zayîna xêr û bêrê ye Kurdistan li bircên awazên me di dema vejînê de ye alên pîrozgehên me li qolincên dil li ba dibin bêrîkirin û serkeftin di awirên lehengiyên lehengên Oremar û Zêyê Mezin de dizin efsana di bihara şer û evînê de û îro dema gotina sirûda te ye newroz! Kamran Simo Hedilî kî ye Hedilî, di sibata 1955 de li gundê Hedilê ya bi ser navça Hezexê hate dinyayê. Di zaroktiya xwe de mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikevê nav tevgera azadiya Kurdistanê. Ji terefî dewlata tirk ve, du caran tê girtin. Di cunta eskerî ya 12.10. 1980 de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayî Kurdistan û Lubnanê dibe. Xabata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne, li wir jî ji terefî dewlata Surî ve têgirtin. Di amadekarî û xabata 15 ê tebaxa 1984 an a çekdarî de ji nû ve di nav tevgerkirina gel li Bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Li Rojhilatê Kurdistanê ji terefî dewlata خranê ve jî tê girtin. Kamran Simo Hedilî, li her çar parçên Kurdistanê, hem di nav xabata tevgerkirina gel de û hem di nav xabata artêê de cihê xwe digire. Ji 1982 ve dinivîse, pêî bi tirkî dinivîsî. Pitre bi kurdî dest bi nivîsandinê kir. Bi kurdî kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan de hatine weandin. Kamran Simo Hedilî, endamê Pena Kurd a navnetewî ye. Vêga di rêvebariya خnstutyiya Kurdî li Stockholm xabata xwe didomîne. اar pirtûkên wî yên çapbûyî hene: Lorîna pênûsê, helbest, Civata giyanan, kurteçîrok, Ji Enfalê eveke bêsibe, destan, Min deng kutin, helbst. Du pirtûkên wî li ber çapêne: Helbest çi ye? lêkolîn li ser danasîna helbestê û Kîjan kulîlk çavên te ne? Zarathustra News - zarathustra_news.comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |