|
27/6/2006 JI DILÊ MIN DEST PÊDIKE Abidelsemed hesen( Bavê Helbest) çîçekek avdayî Bi gulavê Di deşta dilê Min de Bi şax û şîne Ji dilê Min dest pêdike Bi ger û kar û tekoşîne Vedigere li dilê Min Di her dilopê De Ji xwînê êş û evîne Rondikê Demê Li hêla dilê şêrînê Bager û bahoz Seqem tav û xumîne Rondikê çavan Li ser dêman Lehîne çemên welat di dilê Min re Di herikîne Xabûr û decle û ferat Di gola dilê Min de dadibin Bi çavên te li hev civîne şêrîn dest pêdike Ji dilê Min Bi silsvek germ Bi berbanga sibê re Rojê Li hev dixîne Ji dilê Min Bi hêrz û hiner Riya ji hev dide xwiyan Ta ezman perda reş Dadixîne Li dilê Min vedigere Jê re cî û war û nivîne Lorî şêrînê lorî Dengê Dilê Min Guhê şêrînê xweşdike Bê kul wê radizîne Ez bi te me tê bi minî em bi hevin jîndar şêrîn gulê Ta bi dilê Min hêlîn û şah û serokê Xwînê Hêza min herdû çavên şêrînê Bi wan ez helbestvan pêşmerge tekoşer û civînim bi te me ez tû bi minê em bi hevin şêrîne tû bi şêranî Bi te dil çi şêrîne Dile gule kule Evîne birîne E V Î N E 5-3-1991 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |