|
27/10/2007 Findeçanda me ye Uzun Mahsum Özer Dirêj tu bi pelgulên wêjedarê xemilî niha li ber siya evîna te bêhn kêşî dimenên nûjendî dibim dengê hevokên bîra qederê perda guhên nalînan diqetîne min nasîna te ji hizirên ser rûpelan henbêzkir pênûsa te yî çeleng bi xwendina rojevîna tarîmirî dil hilandin stûna peyvên bi zincîr aqilên girtî şikenandin kulîlk nara sor rengîn hêviyên tarî tefandin gurîna xeyalên te bi firê bask hejandin û fizîka te ji nîverêka hêviyên bi berhem kete ser hestên netewsotî lê kiryarên te bi destên kalekî jîr rindî bi têhna edebiyata Kurd jendî bi ziman û romanên li herkî yekbendî bi keskesora warê laşbirînî ceng xwendî bi dengbêjiya giyana ser bilindî û her bi rengê xwe yî zindî hêzdarî findeçanda Kurdistanê dibin. Mahsum Özer Helbesta "Findeçanda me ye Uzun" bi munasebeta wefata Mehmed Uzun ji aliyê helbestvanê hêja Mahsum Özer ve hatiye nivîsîn. Mahsum Özer, hejmarek helbest bi navê Merwan Nisêbînî jî belav kiriye. Ew bi eslê xwe ji aliyê Omeriyan, gundê Çalê ye. Di sala 1964 an de hatiye dinyê. Piştî xwendina navîn, derbasî başûrê welêt dibe. Li gelek deverên Kurdistanê digere. Li wir, di gel xebatên ramyarî de, berhemên wêjeyî yê devkî berhev dike û helbestan dinîvisîne. Ew di sala 1988 an de ji aliyê dewleta Tirkiyê tê zîndanî kirin. 4 salan di hepsê de dimîne. Piştre mecbûr dibe ku derkeve derveyî welêt. Niha li Swêdê dijî. Pirtûkek wî ya helbestan bi navê ``Jan jariya jînê`` heye (Zarathustra News). |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |