|
26/6/2007 ENFAL hemze cengo Buhişte rojhilatî tû welatê şêr û mêrayî Gula baxê cîhanî tu cihê paşa û mîrane Hemi burc û kelat û hem sera û xan û eywanin Şikeft û bar digel hev lê di îro ro de valane Li ser min wa sitem barî nema min dîtin û zanîn Li jor ewrê reş û tarî firok û gulle barane Ji ezmana jehir barî mirin bo min diyarî bû Bi xaza xerdelê m kuştin helebçe nav û nîşane Li hawîr dor di raxistin jin û mêr gel keç û lawan Mirîne bê rewanin ew li çolê bê kefen mane Veşartin pir bi hevre kom di yek tirbê de bê telqîn Çi faşistin! çi wêranker! ne dîn û ol û îmane Wisa bûn leşkerê seddam gelek zor û sitemkarbûn Bi zarokan re şervanin çi mêrin nav perîşane !! Di enfala dedan ber xwe bi hezaran emdidan kuştin Di kuweytê de belengaz bûn di nav lingê emêrkane Nikarin leşkerê marênz pê û ligan di ramîsin !! Zimanê wan kişa bû tev di nav qûmê de wek sa ne Ezê çibkim nikarim wan xwedî topin firok û çek Nikarim xweş bidim zanîn kurdistan hûr û hêrane Me gazîkir limirovên baş nehat kes divê hewarê de Tenê lomê dikin em li vê dinê ji birayê misilmane! Xwyaye ku ji bîr kirne ewê qudsa we azakir selaheddînê kurd bû ew serokê şah û sultane qamiþşlo 1992/4/9 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |