NEWROZ

نوروز


26/12/2007

Çûkê reşî toretan li berf û zivistan

Xemgînê Xanî

Roja berfê ez çûme nav bistan

Mindî çûkekî reşî toretan

Ez pêr xeber didam çend xeberê kurt

Ji ber çi te çiya berda tu hatiye vir

Wa çûkê minî reşî toretan

Îro tu hatî ji welatê kurdistan

Ma  ji ber çi te pazda û tu revî

Te berdan rihêl û dar û devî

Te berdan çiya û bax û bistan

Tû hatî vê beriya bê av û bê nan

Te hiştin gul û rîhan û sinbil

Tu hatî vê çola bi quncir û  bi gilgil

Li vir nîne ji tere ne cih û ne ware

Tu na hewê ji zarok û ji mara

Dîsa bifre here bi çeng û bazan

Zû bêne ji mire hewalê kurdan

Xwe bighêne serê çiyayê dara

Ka kurd şer dikin di gel neyara

Ma tu newêrê bi çê ji tirsê kurdan

Kurdan girtine çiya û deşt û zozan

Ma ji ber tirkan tu bûye mihacir

Ji ber tirkan te bazdaye tu hatiye vir

Ez hatime bidme te xelat û mizgîn

Şorşa kurda ji Enqera gihaye Mêrdîn

Kurd bûne wekî agirê sor

Wê kurdisatn bistênin bi kotek û zor

Li hemî cihan bûye şer û kuştin

1/2

Saxbûn ji tirkanre ewan ne hiştin

Ji kurdanre kesek nîne tu hember

Wextê ku bihevre hemî herne şer

Mi ji teyrikê xwe di kir çend lava

Tu ji bo hatê ji çiyakê Mava

Erê teyrikê minê bilbilî reşola

Tu ji bo çi cih berda tu hatiye çola

Rabe here tor û sîpan û arara

Ji mire bêne hewalê dijmin û neyara

Here Qerijdax û çiyakê Mava

Guhdarî xwe be tu nekevê tu dava

Rabe here ji vêderê tu fired

Silavê min bide şehîdê kurda

Lê bi xwere tu bêne baqek sorgul

Dêne li ser birînê min evê kul

Mizgîn min li te xemgînê xanî

Sor gul  û gulzar min ji bo te anî

Ez çûme sîpan û erarat

Li tirkan bûye zindan nezarat

Kurd va xebat dikin şev û roj

Cih ji dijminanre kirin wekî doj

Dîsa bifre here Wan û bedlîs

Ka ehlê wê kurdin yan tirkên iblîs

Ji wir here Zaxo û Berzan

Peymanê bide şehîdê kurda

Bêje Xemgînê dikêt li we silavan

Em tola we na hêlin li bawan  

2/2

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]