NEWROZ

نوروز


23/8/2007

Per Lagerkvist û Yê Mirî

Serkan Brûsk

Per Fabian Lagerqvist 23 gulana sala 1891 an li bajarokê Swêdê yê bi navê Vexjo hatiye dinyayê. Per Zaroka biçûk a malbetê ye. Bavê wî karkerê rêya tirênê bû, ew di maleke dewletê, ya ku ji du jûreyan pêkdihat dima. Ew mala wan a biçûk, hema li ser xwaringeha îstasyona trênê bû. Malbatê destûra, ku Per bixwîne da. Per Lagerqvist, bi ciwanî dest bi nivîsandinê kiriye. Berhemên wî yên pêşî ku di sala 1913 de hatine nivîsandin; Peyvhuner û Wênehuner in. Per sala 1951 ê xelata wêjeyî ya nobelê girtiye.

Berhema herî navdar, a ku berê ava coka helbesta swêdê, ber bi modernîzmê de vekir, di sala 1913 an de nivîsî. Navê vê berhema helbestî Tirs( yan jî qutifandin) e. Lê helbestên herî hunerbiha, yên Per Lagerkvist, ew helbestên ku, wî di pirtûka xwe ya bi navê Welatê Êvarê de, bi cî kiriye. Ev berhema helbestî sala 1953 an hatiye çap kirin û belav kirin. Di vê berhema xwe de, Per Lagerqvist, wek pirsa jiyanê ya bingehîn, lêgerîna li yezdanê nexwiyayî û wateya jiyanê dest nîşandike. Li derdora vê mijara ha, ew hemû hêz û tiwaniya xwe datîne holê.

Çend sernivîsên ku esasê hunera Per Lagerkvistî aşkere dikin;

Bawermendek ataîst

Tirsonekê  mirinê, Vebêjerêrastiyê, Helbestvanê Tirsê, Pir zû hez ji şanoyê kiriye, Têkoşerê li dijî êşdaran.

Berhemên Pexşanî yên Per Lagerkvist

Di van berheman de Per lagerkvist li dijî desthilatdarên serdest ên serdema sedsala 18 û 19 a ala têkoşînê bilin dike. Wek mînak berhema wî ya bi navê Serbir (1933) e. Ew di vê çîroka dirêj de û di romana xwe ya navdar a bi navê Hecûc, yan jî Potik de li dijî nazîstan radiweste û polîtîkaya wan rexne dike. Romana herî navdar û girîng ya Per, romana wî ya bi navê Barabbas e. Wî ev romana kurt, di sala 1950 an de nivîsî ye. Mijara vê romanê li ser Xweda û Mirovan e. Wekî din jî ev mijar di romanên Per yên mayin de jî, wek temaya sereke dubara dibe, lê bi leheng, mijar, form, cî û awayê vebêjiyeke pir dewlemend a zimanî têne vegotin. Navê romanên Per yên din ev in; Sibyllan sala 1956 an, Mirina Ahasverus 1960, Hecîyê li ser Deryayê 1962 û Welatê pîroz (1964) belav bûne.

Fermo helbestek ji ya Lagerkvist:

Yê Mirî

Hemû tişt heye, bi tenê ez êdî nema heme,

hemû tişt li şûna xwe ne, bêhna baranê ya ji geyê

wek tê bîra min û vingîniya bayê ji darê

koçberiya ewran û taswasiya dilê mirovan.

Bi tenê taswasiya dilê min êdî nema heye.

Tu destê xwe yê berbangî dirêj dikî

da giyana eziyetxwerî rehet bike

tu agirê gur ê dilî vedimirînî

û di welatê êvarî re derbas dikî

heta yê westiyayî rehet bike.

Di axa şevê de tu dadiçikî

ev jiyan hez ji wêrankirinê dike,

ew dengbêjê mêr ê ku ji bo cîhanê vedibêje,

vekirî jî dibîne

wê dirûna xwe ya wî berhev kiriye.

Hemû tişt dê bêne ji bîra kirin.

Hemû ew çarenivîsemirovî

dê li ber pêpeloka tarîtiya jibîrakirinê dakevin jêr

ji bo di wê terîtiya dawî de vemirin.

Hemû tişt dê bêne vemirandin. Dawîbûna trajediyê,

rêzelampe, hemû stêrkên li ezman

ên ku bûne şahidên wê dramaya zalim,

bêwate û xizan dê di nebaşiya xwe de

bêne tefandin.

Dika vala, bi kulîsên xwe yên gemarî,

û ew kêrikjehrîya ku mirovan li dijî hevdu bikaranîn

ew ê dûr bo bilindesergoya wê bê avêtin.

Jibîrkirin, bêdengî. Tu tiştekî ku were bibîranîn nîne.

Tu kes nikare bibîrbine.

Valahî.

Ma hemû ev bû?

Em nizanin.

Şivir bi çavin xembar li nêçîrvanî dinêre

yê ku di nava kevzê de li daristanê miriye

serê xwe bi giraniya qiloçên xwe dadixe

bi ser xwîna ku ji sîngî diherike de.

Dikare qerebalixek wisa xwîn bibe?

Dikare ev êş li daristanê mîna me bimire?

Wisa dirêjbûyî, bi çavên beloq

û bi awirên tije pirsên bêçaretî?

Wê demê ev çi hêz e, dema ku ew bêhiş

dikeve mîna me, yên bêçek,

û ji heman bêzimaniya qutfandinê tije ye,

heman nehînî di wan awarên şkestî de?

Min ev helbest ji nava helbestên Per ên di pirtûka wî ya bi navê Welatê Êvarê de ku min ji zimanê swêdî wergerandiye kurdî hilbijartiye. Niha vê pirtûka wî ya hêja ji bo çapê amade dikim (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]