NEWROZ

نوروز


23 /11 /2007

Bîranîna Ahmet Kaya

Gabar Çiyan

Îro salvegera mirina hunermendê kurd, dengbêjê hêja Ahmet Kaya ye. Dilê wî 7 sal berê, ji ber êş û kulên li sirgonê û duriya welêt, ji ber neheqî û hovîtiya tirkên nijadperest, rawestiya. Kaya li Parîsê çûbû rehmetê.

Roja 10 ê sibata 1999 an Komela Rojnamevanên Magazînî xelatên xwe yê toreyî belav dikir. Ahmet Kaya di dema xelatbelavkirinê de beyanek belav kiribû. Di beyana xwe wisa gotibû: Ez dixwazim stiranên kurdî bistirim û klîbên kurdî bikşînim.

Piştî beyanê, Kaya bû hedefa linçkirinên organîzekirî. Neteweperest û dewleta tirk bi hişkî çûn ser wî. Zilm û zora li ser wî piralî bû û ew mecbûr ma ku derkeve derveyî welêt, û li welatê xerîbiyê bijî.

Xanima Ahmed Kaya Gulten Xatunê, li ser goristana Ahmet Kayayî dîtinên xwe ji bo BIANET ê wisa anî zimên:

Ji dema ku Ahmed Kaya çûye rehmetê û hetanî neha li Tirkiyê çi guhertin, ji awira demokrasiyê ve nebûye. 7 sal di ser mirina wî re derbas bû. Çi guhertin li Tirkiyê li ser Pirsgirêka Kurd- ku Ahmet Kaya jî ji ber wê pirsê hatibû sirgonkirin, pêk nehat. 7 sal ji hinek kesan re dikare weke demek kin bê dîtin. Dema mirov bala xwe dide wan salên derbasbûyî, dikare bêje ku, ji bo pêwîstiya vî welatî, ji bo aşîtî û pêkanîna atmosferek demokrasiyê çi pêşketin çênebûye.

Ahmed Kaya digo: Axaftina bi zimanê xwe û jiyanek e bi çanda xwe mafên mirovan yên xwezayî ne. Çi kes nikare van mafan bide an jî ji destê mirovan bigire. Dema mirov dest bavêje wan mafan, mirov dikeve dijî demokrasiyê. Pêkanîn û guhertinên sembolîk û şiklî çi fêdeya xwe ji çi kesan re tune ye û gavên wisa çi heyecanê nade kurda.

Ahmet Kaya ji ber xwedîderketina li stiranên kurdî, bi xetera linckirinê hate beramberî hev. Îro jî polîtîka linçê didome, rapêçana wê tê dîtin. Kesên ciwan ji ber ku tîşortên bi wêneyên Ahmet Kaya li xwe dikin, dikevin ber êrîşa û linçkirinan. Linçkirin, ne ku tenê berê xwe li Ahmet Kaya û kurda ye. Linç, di civatê de bûye çand û rêvebir bi dîtinên fermî linçkirinê weke karek e pîroz didin nîşandan. Lewma li ser pirsê gelek kar dikeve ser milê medîayê.

Ahmet Kaya kî ye

Li bakurê Kurdistanê, li bajarê Melatyayê di sala 1957 an de hate dinyê. Dibistana seretayî li bajêr xwend. Di 9 saliya xwe de dest bi xebata muzîkê kir. Bi malbata xwe re, bar kir û li Stenbolê bi cî bûn. Piştî xwendina navîn, bi şêweyekî profesyonel dest bi xebata muzîkê kir. "Negrî bebeka min", albûma wî a pêşî  ye. Albûma wî bû qûrbana sansûrê. Lê bi rêya çapemeniyê belav bû û xelk, lê xwedî derket.

Di dema cunta leşkerî a salên 80 î de, bi deng û tembura xwe bû dengê kul û kesera xelkê. Hetanî sala 90 î bi muzîka protestoyî daket. Piştre ji awira pirsgirêka kurd ve xebata xwe bi rêve bir. Her albûma wî piralî belav bû û hat firotin. "Stiranên min ji bo çiya ye", bi şêweyekî legal bi qasî 3 milyonan hate belavkirin/firotin.

Hinek ji albûmên wî ev in: Acılara tutunmak, Ağlama bebeğim, Şafak türküsü, An gelir, Yorgun demokrat, Başkaldırıyorum, Resitaller 1, İyimser bir gül, Resitaller 2, Sevgi duvarı, Başım belada, Dokunma Yanarsın, Tedirgin, Şarkılarım Dağlara, Beni bul, Yıldızlar ve yakamoz, Dosta düşmana karşı û Hoşçakalın gözüm...

Piştî beyana xwe ku dixwaze albumek kurdî çêbike, li dijî wî dawe hatin vekirin, rêya dadgehê hate vekirin. Ahmet Kaya mecbûr bû derkeve derveyî welêt. Kaya di sala 2000 de li Parîsê çû rehmetê û li goristana Pere La Chaise hate bi cî kirin. Ahmet Kaya di dilê gelê Kurd de dijî.

"Kanî diherikîn" di albûma wî a dawî de cî girt

Kanî diherikîn
Karwan diçûn
Tişt nema li dû
Hêvî ar û dû
Û bayê gerok
Ji xew rakirin
Bîrhatinên kûr
Çavê te yî girî
Lêvê te yî gezo ax ax
Karwan diçe zû
Şarê min î dûr
Bêje bav û dê
Yara çav li rê
Ezê bêm, bêm û bêm
Wê bête ew roj
Axaftina wî a li Sorbonê

Axaftina Ahmet Kaya, ya di sala 1999'an de li Parîsê di civîna bi navê Mafên Mirovan a Zanîngeha Sorbonê hatibû kirin, ji ahmetkaya.com ê hatiye girtin:

Merheba;

Ez mirovekî wisa me ku hemû jornasname û jêrnasnameyan red dikim. Tu sînoran nas nakim û xwe aîdî tu derî nabînim. Ez stranan dibêjim û bi milyonan mirov li stranên min guhdarî dikin. Ji gelek dozên ku der heqê min de hatine vekirin, ez têm darizandin û dixwazin gelek cezayê hepsê bidine min. Sûcê min jî ev e, ku min gotiye, ez bi eslê xwe kurd im û min xwestiye bi zimanê kurdî stranekê bibêjim. Ez bawer dikim ku ev kurteagahî ji bo ku hûn bikaribin min û welatê ku dixwaze min darizîne nas bikin, bes e.

Ez îro pê serbilind im ku ez di nav van axivkerên hêja de me. Ji dûr ve jî be, ez dizanim ku ew bi fikr û nêzîktêdayînên xwe, vê çax û serdema me rast analîz dikin. Ez bawer dikim ku, civîn û guftugoyên wiha, dê rê li ber mirovatiyê vekin. Ez hestan diafirînim, axivkerên rêzdar jî fikran diafirînin… Ez dizanim ku pêwîstiya me bi hev heye û heta ku sernavê rojevê 'mirov' û pirsgirêkên mirovan be, ev dê wiha be. Bi destûra we, wekî mirovekî hestafirîndêr ez dixwazim der heqê mijara civînê de fikrên xwe bi kurtayî bi we re parve bikim.

Weke her mirovekî ku pêwîst bike ku ez jî bi nasnameyeke çandî bêm nasîn, ez hemwelatiyekî Komara Tirkiyeyê yê bi eslê xwe kurd im. Li gorî min kurd Sinderellaya Komara Tirkiyeyê ya 75 salî ne. Di domahiya van 75 salan de hin gotinên ku kurd bi tirkî hîn bûne ev in: Neteweyeke bi navê kurd nîn e, zimanekî bi navê zimanê kurdî nîn e, çandeke bi navê çanda kurdî nîn e, Xwezî bi Wî ku Dibêje Ez Tirk im… Lê li vir çi axivker çi jî hûn wekî guhdar, haya we ji hebûna neteweyeke wiha heye û hûn vê neteweyê û çanda wê dinasin, ez ji vê bawer dikim. Vê dîtina fermî ya ku ev 75 sal in neguheriye, kiriye ku du gelên bira (gelê kurd û tirk) gelek êşan bikişînin.

Li rojhilatê Tirkiyeyê di van pazdeh-bîst salên dawiyê de li qehwexaneyên ku gel lê rûdine, bi îmzeya Rêveberiya Awerte, nivîsên wekî "Li vir bi kurdî axaftin qedexe ye" hatine daleqandin. Herî zêde bi saya van kirinên derî aqil û înkarkirina vî gelî, şerê li vê herêmê ev qasî domiyaye.

Beriya çendekê li Meclîsa Tirkiyeyê mebûsekî, di nav zimanên ku ew dizane de kurdî jî got, li ser vê yekê mebûsên muhafazakar rabûn ser piyan. Ku dewlet li hemberî zimanekî ku bi milyonan kes pê diaxivin helwesteke wiha bigire, ma dikare zimanê kurdî ku nîşaneya hebûna kurdan e û maf û dewlemendiyên xwe biparêze?

Suleyman Demîrelê ku niha serokkomarê Tirkiyeyê ye, dema ku di sala 1991'ê de bi serokê demokrat sosyal Erdal Înonu re çûbû rojhilata Tirkiyeyê got, "Em rastiya kurdan qebûl dikin". Piştî wê rojê bi neh salan, ez herî baş dikarim xwe wekî nimûneya pêşketina rewşê bidim. Ji ber ku min xwest ez bi zimanê xwe yê zikmakî yê ku ez pê nizanim û hema ji roja roj de qedexe ye stranekê bibêjim û ji ber gotineke min a wekî ya serokkomar ku min gotibû, "Divê hûn rastiya kurdan qebûl bikin" ez niha ji xak û çanda xwe dûrketî me.

Tirkiye li şûna ku texrîbatên dîroka xwe ya nêzîk ji holê rake, rojeva xwe bi kîn û nefreta beşeke civatê xitimandiye. Alîgirên vî şerê pazdeh salan, bi vê kîn û nefretê yan xwe ji êşên hev du re kerr dikin an jî aliyekî ji yê din kêmtir meşrû dibînin. Tedbîrên ku ji bo parastina yekîtiya neteweyî tên girtin, kirine ku hezkiriya di navbera her du birayan de ber bi xerabûnê ve biçe.

Li gorî min ev dîroka ku li ber sersala 2000'î ye, divê bibe dîroka çareserkirina kaosa mirovatiyê û divê bibe dîroka têkoşîna xweşkirina jiyanê ya ji bo mirovan; ji ber ku pêwîstiya hemû dîrokên rûreş bi vê rûspîtiyê heye.

Di van salên li ber 2000'î de, li welatê min otorîte, hêj jî bi mantikê bavkanîtiyê nêzîkî gel û pirsgirêkên gel dibe… Dilsozî! Belê, ji otorîteyê re dilsozî û 'li ser zemînên meşrû talepkirina mafan'… Divê mirov pêşî bipirse bê ka ev 'zemînê meşrû' çi ye. Ev, bi tenê zemînê ku otorîteyê li ser me ferz kiriye. Ku li welatê min demokrasiyeke li ser esasên gerdûnî hebûya, dewleta ku bi artêşê re bûye yek, dê nexwesta ku gelê kurd jê re dilsoz be û rastiyên xwe bêyî pirsiyarîkirin qebûl bike. Lê tiştê ku ji gel tê xwest ev e. Miletekî wisa dixwaze ku, tercîhên dewletê qet nîqaş nake û rastiyên xwe jî li gorî rastiyên dewletê dinirxîne…

Dewlet dixwaze bibe xwedî miletekî wisa jê re dilsoz ku ew milet qîma xwe bi mekanîzmeya rêveberiyeke otorîter bîne. Hemû vesazandinên qanûnî û makeqanûnî jî li gorî vê mantikê tên amadekirin. Lê xwestina her dilsoziyekê bi civakê re bi awayekî xwezayî gumanan çêdike. Di demokrasiyê de peyva 'dilsoziyê' cih nagire. Nemaze dilsoziya ji bo îdeolojiya fermî!

Civakên ku deriyê xwe heta piştê ji pirdengîtî û pirçandîtiyê vekirine, di nav van deng û rengan de kêfa vê armoniyê dikin, lê rengê civakên ku xwe bi gewr pêçane, di her çaxeke nû de ber bi tarîtiya matemê ve diçe.

Drama dîroka mirovatiyê ya herî mezin ew e ku, her çiqas bi xewn û xeyalên nû gav diavêjin çaxên nû, lê ji ber ku li gorî qanûnên ne bi dilê xwe dijîn, di nav tenêtiyê de dibînin û dimirin.

Tenêtiya gelê kurd kiriye ku ew ev qasî mezin bibe û bi diyarnekirina qedera xwe bikeve rojeva cîhanê. Ji sedsala çûyî bi tenê êş û şîn ji para vî gelî re ketiye. Di destpêka çaxeke nû de, ez naxwazim di serî de gelê kurd ê ku bi êşan re rû bi rû maye, hemû gelên cîhanê êdî berê xwe bidin çiyayan û bigirîn.

Ez spasî we hemûyan dikim (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]