NEWROZ

äæÑæÒ


22/7/2007

Pirtûka nû ya Yılmaz Güney: We çawa dîtiye wisan qala min bikin

(Zarathustra News)

Gelek caran ne hêsan e ku bêyî bilindkirin û nirxdayîna Yılmaz Guney qala wî bê kirin. Jiyana wî ya rojane herdem bala mirovan dikşîne. Yılmaz ji awira têkiliyên bi derûdora xwe re û nerîn/nêzîkbûna wî li ser pirsên hunerî wek şexsekî ji dorê nehatiye raçavkirin. Qala Yılmazê normal, yê li taxê, li kolanan, li malê, li zindanê, li ber û pişt kamera, bi germiya xwe li hember zarokan û ciwanan piralî nehatiye kirin.

Lê gavek wisan ji aliyê nivîskar Hakkı Gümüştaşî ve hate avêtin. Ew weke kesekî, însanekî nêzî Yılmaz dibe û qala wî dike. Wî cara ewil Yılmaz li zîndana Selimiyê Dîtîye. Lê dora Yılmaz ji mirovan vala nabe. Yılmaz wî dibîne. Yılmaz pê re qise dike. Pirtûka Gümüştaş hilmek ji zindana Selimiyeyê ye. Berhema wî Yılmaz Güneyekî din dide nasîn. Seval Şahin ji bo Birgün ê nirxandinek fireh li ser pirtûka nû ya li ser Yılmaz Günêy kir. Fermo nirxandina Şahinê:

Rojên dawî yê sala 1972 an e... Di zindanê de sala min ya ewil e... Demên ku nediyariyê bandora xwe li ser jiyana me dikir... Dadgehkirina me rojên xwe ne diyar bûn... Rojên jiyanê weke fîlmekî, mîna xewnekê li mekanekî dihat dîtin û derbas dibûn. Em di nava mirovên nedîtî û nebihîs de bûn...

Belê, Gümüştaş, di pirtûkê de pêyvên xwe yên pêşî wisan bi rêz dike. Li gorî wî, mirov li Selimiyê di nava xewn û xeyalan de dijî, ew cî, mekanê rûwên winda ye. Nivîskar, di nava xewn û xeyalên xwe de wêneyekê ji dema zaroktiya xwe û Yılmaz nîşanî mirov dike. Yılmaz reng dabû zaroktiya Gümüştaşî. Gümüştaş, awayê kenê Yilmêz, meşa wî, pevçûna wî jiber kiribû. Niha jî li zindanê bi sînemekarê nasdar Yilmêz re ye. Li hember nexweşiya mercên zindanîkirina ramyarî, hebûna Yılmêz di hepsê de ji xwe re weke şensekî mezin dibîne.

"Rojên bi Yılmaz Güney re / We çawa dîtiye wisan qala min bikin" bi şêweyekî herî însanî nêzî Yılmaz dibe û qala wî dike. Belê, cara pêşî Yılmaz bi nivîskarî re axifî bû. Axaftin li ser pirtûka Sabahattin Ali ya "Kuyucak Yusuf" bû. Piştî vê axaftinê, têkiliyên wan xurt dibe û li ser pirsên jiyanê didin û dîstinin.

Di pirtûkê de bîranînên fîlmkişandina Yılmaz, beşa qalkirina Atıf Yılmaz û Fikret Hakan, pirtûkên ku Yılmaz nivîsîne, fîlmên ku kişandine û dîtinên wî li ser pirsa şoreşê tev hene. Raçavkirina xwezayî ya nivîskar û zimanê wî yê rojane rastiya Yilmêz derdixîne holê û wî bêhtir nêzî me dike. Rastiya Yılmazekî mîna me, kesek ji nav xelkê derdixîne holê.

Axaftinên Hakkı Gümüştaşî bi Yılmaz re ji bilî edebiyatê li ser siyasetê jî piralî ne. Axaftina Yılmaz di dadgehê de û di dema îfadewergirtinê de pir bi nirx in. Qala helwesta Yilmêz wisan tê kirin: Ne diwestiya. Ne pîşman bû. Ji bo pêşerojê hêviyên xwe mezin bûn. Li buyerên rast xwedî derdiket. Yên şaş rexne dikir. Mesajên ku di fîlmên xwe de dida ragihandin, di parastina xwe de jî dinîvisand. Li gorî wî, li çi cihî dibe bila bibe dê têkoşîna ji bo şoreşê bidome. Salonên dadgehê jî meydanek e ku mirov şerê şoreşê tê de bike...

Çîroka binavkirina Qralê Kirêt

Navekî din yê Yılmaz di nav xelkê de "Qralê Kirêt", anku "Çirkin Kral" e. Gelek kes li ser pirsa peydabûna navê wî pêwîstiya xwe bi zaniyariyê heye. Bersiva pirsê ji Yılmaz bi xwe hatiye wergirtin: Dema min dest bi karê sînemayî kir, keç û xortên lihevhatî hebûn. Fîlmên wan bi xweşî û bê pevçûn bi dawî dihat. Qanûnên sînemayî ji bo wan dixebitîn. Aliyên fîlmên wan yê civakî tune bû, qels bû. Rastiya jiyanê di fîlmên wan de xuyanî ne dikir, lê dîsa jî kêfa xelkê ji wan re dihat...

Lê welatê me cihê mirovên bi derd û keser e. Devera ku xelk nanê xwe ji keviran peyde dikin e... Dema ku xelkê (bi rêya fîlmê min) rastiya xwe temaşe kirin, guhertin jî dest pêkir. Mirovê ku dilîst ne lihevhatî bû (Yılmaz), lêxistin dixwar, zora wî dibirin û fîlmên wî bi dîmenên jiyaneke xweş, bi dawî nedihat. Paşê xelkê rastiya xwe di wan filman de dît. Lîstikvanê xwe nas kir. Dema min rastiya li holê dît, ez li ser naveroka fîlmên xwe bûm xwedî dîtin. Bi vê yekê têkiliyên me pêk hat. Têkiliyên min û temaşevanan bala derhêneran kişand. Dema fîlmên li salonan û koşkan bi dawî hatibû. Xelkê berê xwe dabû fîlmên xwe (fîlmên Yılmaz). Derhêneran jî dixwest salonên sînemayê bi saya serê fîlmên wisan dagire. Tevan digot: Filmê vî "kesê kirêt" balkêş in û tên hezkirin. Lê me jê re (Yılmaz re) navek peyde nekir. Yekî ji wan dibêje, bila navê wî "Qralê Kirêt" be. Û navê Qralê Kirêt di nav xelkê de belav dibe...

Her çapek nû bîranînêk nû

Roj derbas dibin, rojekê nivîskarê me dighêje azadiya xwe û ji zindanê derdikeve. Yılmaz dest bi kişandina fîlmek nû dike û paşê bûyera (kûştina dadgêrê nijadperest) li Yumurtalık ê pêk tê. TRT (kanala fermî tv ya Tirkiyê) Yılmaz Güney mîna qatil dide nîşandan...

Bi xwendina pirtûkê mirova di nava nivîsê de dirêjî wan salan dibe û nikare bipejirîne ku Yılmaz qatil e. Çûn û hatin, dadgehkirina Yilmêz dest pê dike û ew bi kûştina kesekî tê mehkûm kirin. Rojên wî yê Imraliyê dest pê dike...

Ev pirtûk, ji çapa sêyem (3:em) e. "Her çapeke nû, ez ê bîranînên Yılmaz yên nû lê zêde bikim", dibêje nivîskar Gümüştaş. Ew dixwaze bîranînên wî hetanî roja mirinê berhev bike. Pirtûk, bi pirsa "Li Parîsê çi bû?" bi dawî dibe. Amadekariya çapa nû dê di meha tebaxê de bi dawî were.

Pirtûk di nava weşanên Arya Yayincılık de derketiye. Kesên ku jiyana Yılmaz Güney ji awirên nû ve merak dikin, dikarin vê xebatê bi dest bixînin û bi saya wê xweşiya havîna xwe rengîntir bikin.

ÇáÕÝÍÉ ÇáÑÆíÓíÉ | ÃÎÈÇÑ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ pdf | ÇáÊÞÇÑíÑ ÇáÓíÇÓíÉ

ÈíÇäÇÊ æÊÕÑíÍÇÊãÎÊÇÑÇÊ | ÅÕÏÇÑÇÊ | æËÇÆÞ | ÔÄæä ÇáãÑÃÉ | ÃÏÈ æÝä | ÇáÃÑÔíÝ | ãä äÍä

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]