|
22/6/2007 Çanda ne berpirsiyariyê Hêmin Kurdaxî 20. 06. 07 Ev bû ye demeke ku, diyardeya rewşenbîriya Kurdî- bi taybetî li rojavaya bêxwedî- ji hêla hin (rewşenbîran) ve tûşî hin tecawizan dibe û sînorên birinsîban û pîvanên rewşenbîriyê tên binpê kirin. Mirov pir caran dudilî dibe, gelo kîjan rast e, em di ser re gav kin – daku em danekevin çîrokên vala û bê sûd? An jî na, divê carna mirov bersiva kesine weha bide û ji wan re wek zengilekî lêde, daku mirov wan agahdar bike ku, pîvan an jî nirxandina helbesta kurdî bi heceyî lêkolîn û xwandinê ye, hêjayî rêzeke ji vê bêtir e, girîngiya wê bi destnîşan-kirinrke bi mafan sînor kirî heye, pêdivî bi rawestandineke bi wijdan û berketî di çarçeweya nirxandineke girêdayî û gor pîvanên nûjengeriyê heye. Bi mebest an lêhatî be, şimitandineke şerûştî an jî girêdayî paşxaneya çanda me ya tabloyane be, di kîjan Taqê de dibe, bila be, hin tişt hene nayên piştguh kirin, carekê yek xwe, wek avakerê zimanê Kurdî yê hemdemî û nûjen dide danasîn, yekî din Şêxatiyê di helbesta nûjen re radighîne, yek jî wek dadgêr li xwe temaşe dike û tûrikê gunehkariyê, di serî de, dide serê helbestê piştre; hemû helbestvanan!!! Ka çi nêzîkbûnên rewşenbîrî di hinava van nasnameyên şevreşiyê de hene?!!! Dema têgehên zingarî û şûnmayî bi nîgaşa mirov de reng vedide, mirov dibe dîlê çandeke çewt, wê çaxê; bi pirsan tê dorpêç kirin, ji hejarî û zeyftiya xwe, xwe davêje bextê karizmiyetê, loma ye ew kes nikarin bê Axatî, Şêxatî, Seroketî... bijîn, di heman demê de jî, ew bi xwe, nikarin di hundirê xwe de, bê koletî û mirûdetî bijîn, ev felsefeya civakek birîndar û têkçûyî ye... lê dema rewşenbîr bi xwe xwediyê van bîr û baweriyan be, xwediyê derûneke tevluhev be, wê demê, ji bo wî kesî bi xwe pirs giran e û pêdiviya lixwevegerê heye. Wê yekê têdighêjim, hejariya mirovî nahêla mirov hêza yê hember xwe bibîne, di rastiya birînê de, tirs û hestên xwekêmdîtinê, dibin sedem ku; jixwebaweriyeke sexte li holên nexweş siwar bin, lê bê çare ye asoyê afreneriyê ji derew û bêbextiyan ferehtir e, ev jî rastiyeke, çiqas yê kesî nabîne; bilind be, dîsan jî divê ew bi xwe, xwe ji çavên xwe piştrast bike. Li vê dawiyê helbestvanê Erebnivîs Lokman Mehmûd – bi xwe Kurd e, carna helbestin wî bi erebî dibînim, lê rûbirû û wî nas nakim– ji ber ku, wî jî têra xwe, wêjeya kurdî li Sûriyê bê xwedî dîtiye, di hevpeyvîneke xwe de bi çewtî û alozî destên xwe avêtiye “ helbestê“ û nivîskarên wê . http://hevi24.org/wutar/6-7-1.htm Lokman Mehmûd helbestvanan tevan bê serûber, di demekê de, di bin bandora helbestek!! Selîm Berekat de dibîne, lê di demeke dîtir de, tevan şagirtên seydayê Cegerxwîn û helbestek!! wî dibîne, Bê goman ev avêtina gotinê û bê berpirsiyariyê ye; bi vê yekê vî hêjayî ne mafê xwe bi kar aniye û nerîna xwe daye, belê wî sînorên rasteqîniyê derbas kiriye, jiber ez nakevim gomanê ku, wî berhemên helbestan tev nexwandine - xwandibin jî nerîna wî ne pîvan e- eger wî helbest bi zimanê Kurdî xwandiba, zûbizû dê negotiba ku, tev Cegerxwînî û an şagirtên Selîm Berekat in, lê wê gotina wî gelemperî ba, eger wî gotina xwe bi tevayî nekiriba, bi kêmayî xweziya hin mînak anîbana û hin kes bi nav kiribana, lê bi vê awayê remekî û bê berpirsiyarî ne tenê ew – Lokman – ji rêya xwe derket û rastî jî veciniqand, belê, rojname jî di vê têgeha têkçoyî de bû hevparê wî, jiber di bingehê de pirs ne di ciyê xwe de ye, persiv jî hurhutandinî ye. Pozbilindî mirovan mezin nake, ne jî nedîtina kesên dîtir wan kesan tune dike, ji ber vê jî tenê nêzîkbûna rewşenbîrî û axaftin bi zanist û lêkolîn, afirandin berhemên hêja û bi wijdan, rêza mirovan zêde dike, paya wan bilind dike, bilî wê, hemû pêl û gotinên din bê sûd in. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |