NEWROZ

äæÑæÒ


20/5/2007

Hilmek ji çiya û zozanên Kurdistanê: ``Jan Jariya Jînê``

Gabar Çiyan

Jan jariya Jîne, pirtûkek helbestan e. Helbestvanê kurd Mahsum Özer helbestên xwe yên di navbêra salên 2000-2005 an, di vê xebata xwe de berhev kiriye. Di helbestan  de xweşikbûna xwezaya Kurdistanê derdikevin pêş. Êş, kûl û keserên civakî, pirsa netewî rengek xweş didin naveroka wan. Zimanê Özer xwezayî ye, bi hêz e. Kêşer e. Ji xwendevanên bi kurdî re hatine nivîsîn. An ku kesên bi giranî bi kurdî dixwînin û dinîvisînin dikarin baştir wî, cîhana wî fêm bikin. Car carna bi zimanê rojane, carna jî derdikeve derveyî sînoran û kûrtir bi rêz dike peyvên helbestan. Di nava helbestên wî de bêhtir ``Qederê`` bala min dikşîne. Helbestek lê hêja ye:

Ay lê qederê qederê / tu bûye êşa serê raman

jê nagerê / te dest û lingê min

kirine qeydê / bi kefenê reş pêçam

bi saxî avêtî me qebrê / lê qederê...

Carna dibe evîndar. Dibe zimanê Mem û Zîn û Seyrê ya hevala teyr û xezalan. Li evîna xwe digere, dike axîn, nalînî pê dikeve. Dibe tercûmanê evîndaran, jana dilê wan dirêje ser kaxezê. Helbesta ``Kenê bi girî`` gelek tiştan ji mirovê evîndar re dibêje. Li ser hîsên wan kûr dibe, mirovan agehdar dike, dibe cîhana wan:

Bi stirana dildarî geriyam / wek Yûsif

bê serî û bê ber / xwe li min pêça ziley ha kezî zer

xunav bi rû ket / di nêçîra Azra de / terqiyam çolistanên beyar

û daristanên bi lawir / di nalînên Elî de

Seyrê keliyam / û baskên evîna şikestî

di bin siya heyvê de / dilerizîn

nerînên xwar / bi bêhna deng û behsan / diyar bûn

Helbestên wî ne li cihekî Kurdistanê hetine nivîsîn. Gerok e Özer. Li gelek çiya û zozanên Kurdistanê geriya ye û li wir nivîsîne, afirandine. Hinek jê li Garê, Nînova, Mexmûr ê û hinek jî li Çirav, Mûsil û Besta Botanê hatine nivîsîn. Reng û behna zozan û çiyayên Kurdistanê ji wan difûre. Helbesta ``Şikêrhestî`` li Mexmûrê hatiye nivîsîn. Balkêş e helbest:

Qey te aqil / di dilê axifî de

winda kiriye / lo lo bê sewdano

tu çawa di derya bê binî de / li diyarê hêviyan digere

guh dirêjê raman kurt / ev çi hejandin e

ka tu / li awirê min / binêre

tê qêrîna bav û bavpîrên xwe / bibîne

û wê zikê erdê / kom bi kom nawirandinê

şkêr hestiyan / ji te re bêje / ma guhên te

neketiye / mîna doh / îro ji kûlîlk xwîn diherikîn

û rehên giyanê diqetînin / qey agirê şewata pozê te / xelas bûye

tu çawa ji xwe baz dide / bê agirê çav kor

Jan Jarira Jînê xebatek lê hêja ye. Xebata Özer di nîsana 2006 an de li Swêdê hatiye çapkirin û belavkirin. Pirtûk çapa xwe bedew e. Ji 130 rûpelan pêk tê. Cihê xwestinê bi e-nameyê mûmkin e: Navnîşan wisan e: merwannisebini@hotmal.com

 

Li ser xebata Özer, em pê re peyivîn. Di hevpeyvîna xwe de bi firehî em li ser helbestvaniya wî û pirtûkê rawestiyan.

- Di helbestên te de zimanê rojane zêde xuyanî nake. Çima?

Mahsum Özer: Zimanê rojane gelek caran bersifê nade, têr nake ku bibe zimanê helbestê. Peyv û hevokên taybetî hene ku di zimanê rojane de nayên holê. Dema mirov wan peyvan bi şêweyek sîstematîk bîne rojevê, zimanê rojane jî pê bi hêz dibe. Belê, ez derdikevim derveyî zimanê rojane. Ez vê yekê bi zanatî dikim. Di destpêkê de dikare helbest ji xwendevanan re giran were. Lê piştî demekê tê fêmkirin ku zimanê min ji yê rojane ne gelekî dur e.

- Çima giraniya helbestên te li ser xwezayê ye?

M. Özer: Kurd bi tevayî hez ji xwezayê dikin. Zimanê kurdî dewlemendiya xwe ji xwezayê werdigire. Dema ez li Kurdistanê digerim, xweşbûn û bilindbûna xwezaya Kurdistanê min serxweş dike. Ez nikarim ji rastiyê dur bikevim, nebînim. Ez evîndarê xwezayê me, aşiqê xwezaya Kurdistanê me. Gotin û dîtin ne mîna hevûdu ye. Kesên ku bibe mêvanê zozan û çiyayên Kurdistanê, wê xweşikbûnê bibîne, divê qala wê bike, li ser binîvisîne. Min tenê hewil da ku hinekî qala wê xweşikbûnê bikim. Lê têr nake. Pêwîst e ji gelek aliyan li ser xwezaya welatê me bê nivîsîn.

- Te li ser evînê nivîsî ye? Ji me re qala hezkirinê, cîhana xwe ya evîndariyê bike...

M. Özer: Hezkirin, hizirkirin û hîs sê tişt in ku helbestên min bi xwîn û goşt dikin. Weke mîsal, hezkirina li hemberî kûlîlkekê li nik min pir bilind e. Bi saetan ez dikarin li kûlîkekê temaşe bikim. Xweşikbûna wê ya di nava xwezayê de min dide hizirkirin. Paşê ez mecbûr dibim ku bi hîsên bilind wê xweşikbûnê bînime zimên. Ev yek, ji bo çavên xezal yê dîlberekê jî derbas dibe. Ji bo çiyayekî bilind, ser bi mij û dixan jî wisan e.

Dema mirov bi hezkirinek xwezayî li xweşikbûnek xwezayî binêre berhemên mirov jî li ser bingeha hezkirinê ava dibe. Hezkirina evînê, ya welatê mirov pir bilind dibe.

- Qala xebatên xwe yê pêşerojê bike...

M. Özer: Pirtûka min ya duwê ku ji helbestan pêk tê li ber çapê ye. Bêhtir bi kafîye ne.Yek din heye ku ji helbestên serbest pêk tên. Ew jî hêdî hêdî amade dibe. Lê bi dawî nehatiye. Hejmarek çîrokên zarokan ji gelek hêlên Kurdistanê hatibûn berhev kirin. Ez li serwan dixebitim. Ez dixwazim wan di pirtûkekî de berhev bikim. Ev demek dirêj e ku di destê min de romanek heye. Nivîsîna wê berdewam e.

Mahsum Özer kî ye

Mahsum Özer, anku Merwan Nisêbînî bi eslê xwe ji aliyê Omeriyan, gundê Çalê ye. Di sala 1964 an de hatiye dinyê. Piştî xwendina navîn derbasî başûrê welêt dibe. Li gelek deverên Kurdistanê digere. Li wir, di gel xebatên ramyarî de, berhemên wêjeyî yê devkî berhev dike û helbestan dinîvisîne. Ew di sala 1988 an de ji aliyê dewleta Tirkiyê tê zîndanî kirin. 4 salan di hepsê de dimîne. Piştre mecbûr dibe ku derkeve derveyî welêt. Niha li Swêdê dijî (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]