|
20/1/2008 Dê navê te bana Kamran Simo "Dê navê te bana" helbesta herî dawî a helbestvanê hêja, nivîskar Kamran Simo Hedili ye. Helbesta wî, ji awira êşa dila, evîndarî û hesreta yarê, têra xwe kur e û bi wate ye. Em helbesta dawî a Hedili bi we re pay dikin. Çavên şevê di awirên seyê har de li min dinêrin Li min dinêrin şevên gurî ev şev dojaha Dante ne çirûska roniyê di siya van şevan de nîne hevok di valahiya bêhnokan de bêdawî dimînin Peyv di dêmên kaxizê de dibin hibra sar tu hezkirina min dizanî di rêzikên hê negotî de kenê te di dilê min de bihar e kenê te şabûna kulîlkên rojê di dilopên xunava wan de hêlîn çêkirî û germkirina hêviyên min e min zanîbû bikenim çêja mizdana dêmên min di nav destên te de ken bû min zanîbû bikenim ken di rondikên derya dagirtî de winda bû di zîldana rayên kîjan gulê de stêra sibehê dê derê di kîjan asoyî de roj dê werê vê kêliyê a niha dema girî di nava min de digirî eger ev helbesta min a dawî bana dê bi hesret xemgîn dûrî têgihiştina aqil û hemû dê peyvek bana ew peyv dê navê te bana Kamran Simo Hedilî kî ye Hedilî, di sibata 1955 de li gundê Hedilê ya bi ser navça Hezexê hate dinyayê. Di zaroktiya xwe de mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikevê nav tevgera azadiya Kurdistanê. Ji terefî dewlata tirk ve, du caran tê girtin. Di cunta eskerî ya 12.10. 1980 de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayî Kurdistan û Lubnanê dibe. Xabata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne, li wir jî ji terefî dewlata Surî ve têgirtin. Di amadekarî û xabata 15 ê tebaxa 1984 an a çekdarî de ji nû ve di nav tevgerkirina gel li Bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Li Rojhilatê Kurdistanê ji terefî dewlata Îranê ve jî tê girtin. Kamran Simo Hedilî, li her çar parçên Kurdistanê, hem di nav xabata tevgerkirina gel de û hem di nav xabata artêşê de cihê xwe digire. Ji 1982 ve dinivîse, pêşî bi tirkî dinivîsî. Piştre bi kurdî dest bi nivîsandinê kir. Bi kurdî kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin. Kamran Simo Hedilî, endamê Pena Kurd a navnetewî ye. Vêga di rêvebariya Înstutyiya Kurdî li Stockholm xabata xwe didomîne. Çar pirtûkên wî yên çapbûyî hene: Lorîna pênûsê, helbest, Civata giyanan, kurteçîrok, Ji Enfalê şeveke bêsibe, destan, Min deng kuştin, helbst. Du pirtûkên wî li ber çapêne: Helbest çi ye? lêkolîn li ser danasîna helbestê û Kîjan kulîlk çavên te ne? Zarathustra News - zarathustra_news.comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |