NEWROZ

نوروز


2 /2 /2008

Di gel Evîna Bînfiroş de

Idrîs Pîran 

Buhare...Newroze...nû roj û şadî li Çolistan û Seyrangehên Amûda nazdar .

Û ez...li nik Seyrangêran li Kulîlk û Sorgulan digeriyam... min Gul dikirn gurz  ji her rengekî gurzek cihê da ku wan bigvêşim bimeyim Şîrava wan û bikim bînên zor ciwan .

Mijûl bibûm bi danheva Gulan.. nêzî min bû ji nav Seyrangêran Keçeke rindî ciwan silav da û gotî: tê çibke ji ewqas gurzên gulan .

Min silava wê da û min jê re got : Ez Bînfiroşim ?.

Li min vegerand û gotî : Bînfiroş... Gula bigvêşe... bimeye Şîrava Gul... Gurzek Nêrgiz Yek Sorgul hinek Beybûn hin Rîhan  Bifûrîne..... Can vejîne .... Bîna wan  Da buhuşt be ev jiyan .

Min gotê : Gelek sipas  ey Keça zane û bisaz... fermo ji min bigre Vê gula sorî binaz ... Dil ji bînê hezdike Ji lewra Gulê rêdike  ji bo te zerya ciwan  ey keça şepala can. 

Gote min : Gelek sipas  ey Xortê jîr û çavnas... sewdan bûm bi karê te   vîndar kirim peyvên te...ey fêrhatiyê vîna min...fermo eve nasnama min ?.

Û bi şermî  gotina xwe ji min re rabirdû kir...Roj bûye ber evarê... divêm ez herme malê ?.

Min gotê: kêlîkê bes... meyzê biner li heyvê....(* Heyiv ji te ne xweşiktir bû... û ji ber çelengiya te  fedî kir û xwe veşart? ). 

Ji ba min çû ew zerî.. û çend roj li min bûn bûrî  bi derbas bûna rojan...  min Gul da bûn bigivêş min meyandî Av jê kêş  bibû bînek zor ciwan gelkî xewş û pir balkêş  Amade bû şîrav gul.. min wê kir şûşek wek dil  Bi Avek ji Zîv û Zêr Li ser danîm navê gul.. Lê gava min gul digvaşt  Sitirî li tiliyê min dan  Bi xwîna wan tiliyên xwe.. Min name ji yarê re nivîsand  Di nama xwe min danî Ji te hezdikim tu canî..  Biner... li vî dil min   Çi qas bo te bi hêsanî..  Sebir û aramam nema  De ka were ji nav xema  Emê herin seyranê  Bikin kêf û şahiyan  Kul û derda ji bîr bikin  Li wê suruşta hanê Li nav nêrgiz û sorgul  Li ber fîxanê bilbil  Bi dengê bilûra şivan  Emê bikin dîlanê  Dîlana evîn daran Tev de bi ramûsanê  Ta em herin buhişta dil..  Ser sînga min û te canê .

(*)Hevoka di nav herdû xolan de ez di karim bêjim min wergirtiye ji stranek Erebî ya sitranvan Mihemed Edîb Aldayix yê ku bi Erebî wiha dibêje .

( ما كان البدر أجمل منك طلعتا لكنه خجلا رآك فغاب, زيدي المتيم في هواك عذاب )

Di – 31- 1  - 2008z  

idrispiran@gmail.com

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]