NEWROZ

نوروز


18/3/2008

Newroza we pîroz be

Hozan Xelîl Efrînî

Ji dil û can de

Ji kul û jan de

Ji mêjk û hizir de

Ji hest û henes de

Dibêjim...

Newroza we pîroz be

Ji Hewlêr  ta Amed

Ji Qamîşlo ta Mihabad

Ji Helebçe ta Cezra bota

Ji Amude ta Kurmançe

Ji Kerkuk ta Wan

Ji Efrîn ta Mako

Ji Silêmanî ta Agirî

Ji Kobanî ta Sine

Li kal û pîran

Li law û mêran

Li keç û jinan

Li pêşmerge û gerîlan

Li remyar û zîndanvan

Li birîndar û gazîvan

Li karkir û serkaran

Li gişt çîn û tuwijan

Newroza we pîroz be

Buhara we rengîn be

Jiyana we bi sûd be

Dostên we zor bin

neyarên we kot bin

Newroza we pîroz be

17-3-2008

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]