NEWROZ

نوروز


17/11/2007

Min nizanî çi bû !!

Ebdilmecît Şêxo

Min nizanî çi bû !!

Ji nişkava min dît

hemû gulên guldanên

hawîrdora min

serxweş,

çavbeloq bûn,

bi awirşewat  bi stêrka Gelawêjê re

dipeyvîn.

Darên çavên keçên min

babelîskên tûj

di nav porên dilberan de

berdan.

Qîrîna zaokên di pêçekan de

mîna çivîkan di dilên

jinên bedew de

dilorandin.

Lê min nizanî çi bû  !!

Min dît MELEKÎ TAWUS

û neqşa welatê "Diyako "

ya ku li ser avraza Hesîrkê

û li sr berpala çiyayê Lêlunê  

bi hevringa Rîngoyê Kîmarê nîgarkirî

 rûçkên hev ji  fêrmêskên dilzariyê

paqij dikirin.

Lê min nizanî çi bû!!.

Min dît

baweşînên darên zeytonê

henarên kerikî ji daran

bi ser serên bûk û zavên

bajarê min de berdidan.

û keskesorê ji gulistana xwe

nêrgiz bi ser alûleyên giyanên

dayikan de berdidan.

Lê dîsan min nizanî çi bû !!!

Min dît îro

 karwanên tivîrk û hechecukên

gundên me

mîna berbiyan

bi sêmfoniyên hestnazîk

pêşwaziya fireşteyekê

dikin.

Dîsan min nizanî çi bû!!

Lê min dît helbestên

Rûxwaş û Hêmen

bi destanên bajarê min

avdas dikin

û xûşxûşa kaniya "Maratê."

mîna minalekî    

di dawa Xedîca Sewrên de

bê mêtina memkan

û li ber lorîna Leyle bi ara .................. amî.

xew dike.......... .

.........................

...................................   

Almaniya 1.09.2007.

X: Xedîca Sewrên : Dayika hevalê min, têkoşerê dilsoz û pakrewan Edîb Îbrahîm  bavê Pêşrew e. Edîb Îbrahîm di roja 18.08.2007 an de li Almaniya dibe qurbanê welatê xwe.

X: Leyle: Hevsera pakrewanê gelê Kurd Edîb Îbrahîm e.  

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]