|
15/7/2006 Cûdî dişewite… û jibermayiya gemiya Nûh Hêmin Kurdaxî Rahêje leylana bêhna gangulîlkan Xweda me dikuje, em pêximberan didn zayîn Îro çiyayê Cûdî dişewite Duh jî şewitî… Hê jî… dişewite Îro… jibermayiya gemiya Nûh û Dilê şaristaniyê dişewite
Bi navê aramiyê; ne aram dikin bombe dikin… Ma jê aramtir heba Xweda bi xwe gemiya Nûh; pê hildipesart?!!
Em zanin ku, tu serî danaxe Ne jî Gebar û Besta… Lê çivîkên xwe şiyar bikin Bila bifirin… Dibe ku; Bi bayê baskên wan agir vemire Xezalên çolan, kêvroşkên berqefan Mar û mişkên qulik û bin keviran Bila di xew de nemînin Bila Kurdax û Toros Metîna û Hemrîn , Ararat Seranser çiyayên cêwî agahdar bikin Û bêjin: Va ye şewat…. Wek şewata Qamişlo, Amûdê û netebata Zîbarî, Kawa û Meşûqê we Em tên şewitandin Wek şewata Helepçe, Raniya, Babagurgur, û Fîxana Şêx Mehmûdî, Xesrewî, Barzaniyê we Em tên şewitandin
Wek şewata Mihabad, Sine, Senendec , çarçirayên we Hawara Qadî Mihemed, Qasimlo, Şeref Gundî yê we Em tên şewitandin
Ma kevok û qumriyên dilnenaz Ji bo kîjan dijminatiyê difirîn!! Ma ji bo kîjan mirinê Tivîrk, Şalûr û Bilbil dixwandin!!
Ma tîna şewatê tê we Ma bêhna kizira dilê şaristaniyê tê we Hê…êy paytextên mijê?!! Bila tu zani bî hey „Alp“, ê serbilind Mîna… Berfa sînga te, dilê me tê sotin Mîna… Daristanên bejna te em xemgîn in Wek Baranên rûyê te giriyê me tê Lê… Wek çemê “Rhein” û “Sînê” …Xwîn di damarên me re diherike Em tên şewitandin Hê…êy cêwiyên minî yên şaristaniyê
Cûdî dişewite Stêrk vedimrin Komkujiya zarokên çiya ye Cûdî dişewit e Dûman êrişî asîmanan dike Li ser dilê xweda ditirsim Vê kêlîkê dilê xweda Ji bo kîjan olî lêdixe!! Li ser gora pêximberan ditirsim Vê kêlîkê, giyanê wan Kîjan Pirtûkên pîroz dixwînin?!!!
Ma Ogir* ji wan re negot; Ku min çardeh bihar bê keskesor dîtin negot ku; Di welatê rojê de Min çardeh sal; Tarî, tarî û bê roj derbas kirin
Ez çardeh salan; Di welatê Dicle û Feratê de Tî mam Bi hêsir lorîkên dayîka xwe mezin bûm
Ogir ma te negot; Ji nav hemû mirov û welatan Xwediyên welatê rojê Neviyên Mezopotamiya Penaberên bê sînor û bê ziman man De bişewite Cûdî… û bi te re jî Gebar û Besta… Ogir jî bi wan re negot!! Bila dilê xweda bi şewatên we hênik bibe Bila giyanê pêximberan, Bi dilaramî pirtûkên xwe ên pîroz bixwînin de bişewite.
*Ogir : ciwanekî Kurd çardeh salî bû, li gundekî Kurdistanê hat binçav kirin, pişt re li çolê mirî û îşkence kirî hat dît in. 24. 06. 2006 Vechta( Almaniya) |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |