NEWROZ

نوروز


15 /3 /2008

Çav

Ebdilmecît Şêxo

 (1)

Eger tu bê mal î,

bê war î,

bê Dilber î,

bê heval û welat î !!

WERE    !

Nermik.....

Nermik

di kenara çavekî min de,

holkekê ji darên gûzê

ji xwe re

AVA BIKE !  

 (2)

Dar

Payîzê !

Çima tu li pir welatan

salê carekê dibî mîvanekî

xwînsivik ?

Lê tu salê

ÇAR CARAN

bi xûngiranî

min şilftaaaazî dikî ????

 (3)

Bext

Kî dibêje; ez diçim

her derê ?

Kê got; ez dikevim

her malê,

tenê ez dibim

hevalê dilxwezan ??

Ma hûn jî weke min

KOR IN ???

Almaniya, 2006

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]