NEWROZ

نوروز


14/2/2008

Bendaweriya bêdawî

Kamran Simo Hedilî
Helbestvan û nivîskarê hêja Kamran Simo Hedilî di vê helbesta xwe a nû de, bi zimanê xwe yê xweş mirov bi xwe re dibe cîhana xwe. Devera ku hêviyên mirov û evîndarî rastî hev tê. Cihê ku dilê mirov jana xwe dihêne zimên. Spas ji Hedilî re ku bi rêya me, xwe, bi vê helbelsa hêja dighêjîne xwendevanê xwe...


Bênavnîşan
tu çûyî
firmêskên axînê
herikîne şunpiyên te
dîwarê jînê hêrifî
sêwiyê
kolanên
bi cih hiştî me ez
zelalî
di siya hêviyê de
bihûrî
êdî
ez sernişiv
diçim
mijê deşt girt
berf barî
li çiyê
bihar
bêxatir xwestin çû
havîn
li cih ma
li ser çiqilê darê
di pelên zer de
xoşewîstî dinalê
sal dihatin û diçûn
evîna min
dilciwaniya xwe nû dikir
di êtûna temen de
dîl hate girtin beyan
giyan
dişemite bendîxanê
dil telişî
xemgîniyê koçka xwe
di çavên min de danî
şadî
di kefenê xewan de
fetisî
ez
di bendaweriya narîniya te
a nazelîn de
dipalime derûniya xwe
li hingurê demsala dawî
tu
di spîbûna mûyên cênikên min de yî
tu
silavdayîn î
pirtûkxwendin î
helbestnivîsandin î
tu
bizava tekoşîna jîna jiyana min î

--------------------------------------------------

Kamran Simo Hedilî kî ye

Hedilî, di sibata 1955 de li gundê Hedilê ya bi ser navça Hezexê hate dinyayê. Di zaroktiya xwe de mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikevê nav tevgera azadiya Kurdistanê. Ji terefî dewlata tirk ve, du caran tê girtin. Di cunta eskerî ya 12.10. 1980 de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayî Kurdistan û Lubnanê dibe. Xabata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne, li wir jî ji terefî dewlata Surî ve têgirtin. Di amadekarî û xabata 15 ê tebaxa 1984 an a çekdarî de ji nû ve di nav tevgerkirina gel li Bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Li Rojhilatê Kurdistanê ji terefî dewlata Îranê ve jî tê girtin. Kamran Simo Hedilî, li her çar parçên Kurdistanê, hem di nav xabata tevgerkirina gel de û hem di nav xabata artêş de cihê xwe digire. Ji 1982 ve dinivîse, pêş bi tirkî dinivîsî. Pişre bi kurdî dest bi nivîsandinê kir. Bi kurdî kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan
de hatine weşndin. Kamran Simo Hedilî, endamê Pena Kurd a navnetewî ye. Vêga di rêvebariya Înstutyiya Kurdî li Stockholm xabata xwe didomîne. Çar pirtûkên wî yên çapbûyî hene: Lorîna pênûsê, helbest, Civata giyanan, kurteçîrok, Ji Enfalê şveke bêsibe, destan, Min deng kuşin, helbst. Du pirtûkên wî li ber çapêne: Helbest çi ye? lêkolîn li ser danasîna helbestê û Kîjan kulîlk çavên te ne?

Zarathustra News - zarathustra_news.comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]