|
14/2/2007 Romana Jan Dost a bi navê ( 3 gav û 3darek ) derket Ji nav weşanên avesta, romana nivîskarê Kurd Jan Dost (42 salî) ya bi navê( 3 gav û 3darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de ) derket. Hêjayî gotinê ye ku ev romana Jan Dost ya duyem e piştî romana Mijabad ya ku di sala 2004 an de derket û di pê salekê re bi tirkî jî hatibû wergerandin û çapkirin. Di vê romanê de, ya ku bi munasebeta 82 salîya serhildana şêx Seîd sala 1925 an hatiye weşandin, romannivîs şopa Mijabadê diajo û bi wî zimanê xwe yê helbestî dîsa tevna serpêhatî û bûyer û qederên lehengên xwe dirêse. Ew bi tevayî li ser kêlîka berî bidarvekirina nemir şêx Seîdê kal e û dema berî şoreş dest pê bike û bûyerên ku di nava şoreşê de qewimîbûn. Roman ji 214 rûpelan pêk tê, û li ser çend beşên sereke( ku nivîskar navê wan kiriye Gav û navê romanê bi xwe jî ji wir tê) tê par vekirin. Navê romanê: 3 gav û 3darek. Şeva dawî di jiyana şêx Seîdê kal de. Weşanxane: Avesta 2007 Nivîskar: Jan Dost |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |