|
14/12/2005 Rîportacek li ser şevbêrka bîranîna Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê li bajarê Dêrika Hemko . Berhevkirin : komîta amadekirina şevbêrkê Piştî ku dildarên helbesta kurdî, eve du salin war û warkozên gulzara mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê berdan û li seyrangehên wê nebûn mêhvan, û ew hiştine vale, serî li şûnwaran ne dan û xwe jibîrkirin . di roja înê de, rêkeftî 25-11-2005 an, li bajarê Dêrika Hemko, şûnwarê kurkê Rewal û kecka Kezî, kelha kurdewariyê, berevanî û dilpakiyê. Du partiyan, Partiya Yekîtiya Demoqrata kurd li Sûriyê (Yekîtî) û Partiya Demoqrata kurd li Sûriyê (Alpartî), û bi beşdarbûna birek ji helbestvanên devera Dêrikê û nûnerên hin Malperên Enternêtê, berpirsên rêxistinên herdu partiyan, Govar û Rojnamên kurdî li Sûriyê hate li darxistin . di destpêkê de beşdarên şevê kêlîkî bêdeng li ser canê pakrewanên peyva serbest û çirayên azadiyê rawestan . di pey re pêşkêşkerên şevê mamosta N.Beyro û mamosta Dilsoz xêrhatina mêhvanan kirin,û mamosta N.Beyro kurtiyek li ser jiyana seydayê Cegerxwîn xwend û da xuyakirin mercên hiştin ku van herdu salan mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê werê rawestandin , û herweha ewî da zanîn weke yek ji endamên komîta amadekirin û rêvebirina mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê, ku ji ber wan merc û egeran mehrecan nehate li darxistin,û got: vêca me xwest ku em vê şevê wek şeva zendîkirina mehrecana hebesta kurdî li bajarê xwe sazbikin, tevî ku dupatkir ku ev şev şûna mehrecana helbesta kurdî li sûriyê nagire . piştre gotina herdu partiyan bi zimanê kurdî ji aliyê M.Emîn ve hate xwendin . di gotinê de, xêrhatina mêhvan hate kirin û herweha ji helbestvanên kurd xwestin ku ew li ber çiraya helbestvan û zanyarên pêşîn rêyên xwe bi şopînin, ji kaniyên wan yên zelal, dilê wan yê gerim gul û kulîlkên gulîstanan helbesta kurdî avbidin, wê gulzarê rengîn û şînbikin, hêviyên wan cansivik û hişvekiryan geşbikin, û her dîsanê di gotinê de hate dupatkirin ku ev şevbêrk şûn û cihê mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê nagire. lê belê, ev şev şeva bîreweriya helbesta kurdîye* (deqa gotina herdu partiyan wê di dawiyê vê rêportacê de werê weşandin). pêşkêşkerên şevê ji helbestvanên beşdar xwestin ku ew dest bi xwendina helbestên xwe bikin , herweha helbestvan li peyî hev rêzbûn û di dergehê gulzara helbesta kurdî de rawestan û dest bi xwendina helbestên xwe kirin . Pêşiyê rêzdar Hêmen Mendanî helbestek di bin nav û nîşanê ((Namek bo Şêx Me'şoqê Xiznewî )) xwend: Hêmin Mendanî Ji kevanê rastiyê Ji xilîfên aştiyê Ji deriya vîna kurdewariyê Ji dil pakiya mirîdî Di mihraba baweriyê We tevnê evîna xwe sazkirî We pertûka şêxên kurdewariyê dîsanê çapkirî Hûn bûne aşiq û me'aşoq Di çepera berevaniyê
Belê seyda Lew jî pir ketin gumana û pirsîne Pir pirsîne hûn kî ne Hûn Melakî qolinca gelê xwe ne Hûn tayê navbera wî û hinek dî ne
Bi bore şêxê min Li gunehî û gunehkariya min negire Qenc dizanim Min tu nasnekir Lal û yaqot bû çirîska te min cam nekir Hevrîşmek nerim û tenik min balavekir. di pey re rêzdar Nûşîn Bêcirmanî, destpêkê ragihand ku hunermendê kenc û deng xweş Şeyda ev helbesta wî strandiye û dest bi xwendina wê kir: Lê Esmerê Nûşîn Bêcirmanî
Têne dilê min tîr ji kevana bêjimar þ Çi dijwarin ji herdu çavên dilberê Eger li min suhtin bi arê pir şewat Gelo,wê vegerin li min rojên berê Dil wê givaşte, û daye ber kêrekê tûj Ew kir birîn,xwê lê rewşand jê naqerê Ev dilê bûye birîn, û kul, û ar Wê êş herê, gava tu bes bêje erê Pirsa evînê ji te dikim çav hingivê Bersiv bi de, dil ne kuje, rim awirê
· Roja me hilat Mihemed Emînê Derwêş
Berê xwe min da hil kişîme jor Giham Sîpanê lê ez neçûm dûr Cih û meskenê wan evîndaran Xecê Siyamend wan herdu yara Qazî al rakir da dest Barzanî Ew barê giran lê wî hilanî Va ala rengîn emanetê te Yê bi parêzê nînin ji bilî te
· Cegerxwîn Hozana Mîro
Babo...demek Dirêj bi te ez matbûm Ta karibim pesin û mafên Te...bidim...lê mixabin Min nekarî....... Pênûsa min.......ziwabû Li ber.......navê te Yê gewrê mezin Peyv.......piçûk dibin Fedîdikin Ji ser rûpelên pel pêçan Di kevin.......wek pelên Darên peyîzê .
· Mest û Serxweş Hêmenê Mîdî
mest û serxweş çû me Laleş da bi gihêjim gula wenda ....... mehdera min pertûka Reş da bi bêjim sura xweda ....... mehweş gulê ji rûkê geş te sotî dil derman bi de ....... carek tenê Sîbend û Xec li Sîpanê ne bûn cuda .......
· Dîroka navê minî ciwan Bo şehîdan hemî şehîdan Ji bo navê şehîd Welîd Bedrî Şahîn Xelat Ehmed
Ev helbest Ji aliyê mamosta Mehmod Ebdo Ebdo ve di şevê de hate xwendin . Wergerandin ji erebî :Ehmedê Huseynî
Min bi hêminî li ser milan hilgirin . kulîlkên ji sînga min derçûyî berz bikin da bîn vedim . gerdeniyên min, hivdeh biharan di ciwaniya min de gur dibin û ber bi te ve bêm, bi xewnên xwe pijyayî, bi çarpeyan, ber bi sibeha te ve têm û xwîna min di ximaveke tirsayî de deng vedide . Ji dengekî dûr der tê, ji wêneyeke kurt ku bi gulleyan xeniqandî ye di pijiqe ! Ho Dêrikê !!!! Alên xwe bilindtir bikin, tîna vê rojê, bi sotan, min maç dike, .......
· Hebestên Mobayîl Mehmod Ebdo Ebdo
Gotne gulê çima bêhna te xweşe.... Gulê fedî kire û bersiv da : Bi bêhnek xweştir. ....... kurd di bêjin : ((gulek biharekê çê nakê )) lê gulek evîndar bi tena xwe karê hezarên biharan vejînê . ....... Destekê rast û yekê çep Dostanî dane hev li ser laşê Tivingê ....... Kefenek sipî kirî û fîşekek jî anî û gorek kûr di singa jiyanê de kola û dûv re çû nêçîra mirinê. · Jiyana Bihûrî Zivistan
Jiyana bihûrî bibextiyarî Li ber ba hat sema bûye arî Min dest da xeman ku nîne darî Himêz girt go: çi bikim j'te xityarî
· Mêjoya kurd Heval Bahoz
Gelî cîhanê.......ez kurdim ..... Divê bêjim, divê bêjim....... ***** Xwedî maf û qad û zimanim......... Ez sînorê xwe xweş dizanim........ Ezim birca Belek ezim......... kelha Dimdim û Laleşim....... Çiyayê Nîroda ezim......... Bafit û dîroka geşim........ divê bêjim, divê bêjim.........
· Dêrika min Xemgîn
Dêrika min jar û mestî tu Li ser te bi gumanim ez Tim melûl û bi ramanî tu Li ser te mendehoşim ez Erê Dêrika min dayika xemanî tu Gemara li ser te, girêdan pîlan De vemirînin li ser singa te dîlan Li adarê tedan bircik û bira Ji ber te bankir rabe lo bira Yê bir pişt li ser te boye homan Bi kîn ji ber tuyî dayîka kurdan.
· Bese ji mir bêje yar Memê Ala
Yarê bese îdî şerme ji tere Bêje buhayê dîtina te çiye Ka wer ji tere bêjim xortê delal Buhayê dîtina yarê çiye Buhayê dîtina yarê pir zore Ew çend salin ji emrê tene Yarê ev çi gotinin tu di axivî Eger dîtina te çend salbin Ji emrê min bere ez tevî xwe li gorî yarê Lê em çi bêjin yara delal Hezar rehmet li gorna Mem û Zînê Wan ji mere çê kirne rêya evînê
· Ava zelal Bavê Semyan
Avim ava zelal û şêrînim Aveke gerim di herikim bixuşînim Nava deşt û gelyan re di borim Serbilindim bi nazî xwe dihejînim Tê me der ji rex gir û çiya Wekî marî bi nermî xwe dişêlînim Çi xaka nav re derbasbim Dar û gul û geyayî lê di çînim
· Dergehê hêviya Ferhat Ehmed Asîn
Hêviya min ewe.......? Ez........... Ez çi bame ..........?!!! Ez li ser perê........? Balinda Bam........?! Ez wekî Gamasiyê nava deriya..........? Ser Best Bi geriyame....?! Mîna Bazê li ezmanê bilind ?! Û li zinara ......? di ser sînore ? Ser efraz ?!! Ez Bi geryame ?! Wekî Şêrê dehlê ??!! Ew şahê jiyana Teba ?? Li bin siya darê Mezin ..........? Di germa hevînê Pal ve dayî ?? Azad Serbest Bêtirs......??!! Ez bi biçûkê şabame .
· Çiyayê kurda Cegerjar
Ez ne kurê Osman û Mexolim kedî nabim li her derî Gemya bavê Ademîzadê ew bû li warê min herifî Ez ji Samim ew kurê Nohî Pêxemberî Çend ji berî min piştî tofanê hatin vî cihî Ne efsanek ji dîrokekî ne diyar Ta niha bi cejnim bi wî tevrê serê Zihak birî.
Dawiya berpirsê Guropa Dêrikê ya çanda kurdî mamosta M.Qasim jî peyîvek bi devikî pêşkêşî beşdaran kir û di peyvê de xweşþhaliya xwe derbarî van rengê çalakiyên rewşenbîrî da xuyakirin û hinekî li ser rewşa Guropa Dêrikê û çalakiyên wê di nav deh salên borî de axivî, û bersiva hin pirsên mêhvan jî da û bi vî rengî şev bi dawî hat. Her dîsanê berî ku komîta amadekirina şevê sipasiya beşdaran bike, derfet dît û du pirs arasteyî hin rexnevan û xemxwarên helbesta kurdî kirin :(piris û bersiv li xwarê hatine belavkirin.)
Pirsa 1- Mamosta hûn çawe rewşa helbesta kurdî li Sûriyê di bînin........? Pirsa 2- Hûn çawe di bînin ku helbest bi şevbêrkê xwe ve wê pêşbikevin...?
* mamosta M.Qasim
1 -Rewşa keltûrê kurdî li Sûrî bi temamî ne li ser riya seraste .. ji ber ku bihtir kesên ku helbestê di rêsin-xwe ava nekirine ji alî ziman ve ne ji alî sawîr û ne ji alî mezîka ve ... helbestê milletên din jî nexwendine ji bo alîkariya wan bike ji her alî ve .. lê divê nêrînê de ez ji bîr nakim ku ruhê helbestê di hundurê xortan de dijî, û ji bîr nakim ku dema milet têre di bihorê pir zore, hesta di vejenînê bi xurtî. Bi peyvek kin : hest bê xwendinek zor helbesta naz, li hevdayî na weşîne.
2 -Ji ber ku xwendin kême, xwendina helbestan jî kîme, ji lewra çiqas şevbihêrk pirbin, bihtir dil xwazî û xwestinê di livînê di hundirê dilan de, dan û standinê jî ava dikê bi xweşî, zanîna ji hemû alî ve, û ji alî helbestê ve jî, şîn dikê. di dawî de karim bêjim : zanîn û hestên naz, helbesta ciwan û tijî di verîjin .
* mamosta Baran Sindî 1- Bê goman, helbest yek ji wan regezên toreyî ye; yên ku cîhaneka saxlem di warê zimên de dixwazê. Lê helbest bi zimanî tenê nayê avakirin, ji ber ku ziman bi rewşa jiyana gel ve girêdayî ye, heger ew rewş sazkar bê hingî em dikarin bêjin jîngha helbestê ya herî giring peyda bû ye. Tovê helbestê hingî heye bi rengekê rast şînbidê û geşbibê, lê dema jiyana gel di hemî waran de ne ser rast û dirist bê, hingî emê nikaribin zû bi zû helbesteka ciwan di nav berhemê helbestvanan de bibînin. Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin helbesta Kurdî li nav gelê Kurd li Sûriyê hê rêya xwe baş venekirye, ser ku Cegerxwinî, Tîrêj û çend navin dî gavin xuya li ser vê rêyê avêtine.
2- Em dizanin ku helbest keça azadîyê ye, çiqasî helbestvan di ziman û hest û bîrên xwe de azad û serbest bê ewqasî helbest jî ciwan tê, û ev yek jî bi xurtî bi radeya mercên azadiya gel û komel ve girêdayî ye. Dîsa em dikarin bêjin ku pêşketina helbestê bi yekser girêdayî ye bi helbestvanî ve, helbest berhemê helbestvanî ye, heger helbestvan rewşenbîr bê, heger bîrwer û têgihştî bê, xwedî nêrîn û bawerî bê, û ji berî her tiştî di jiyana xwe de pijayî bê, hingî mirov dikarê bêjê zemînek rast ji boyî helbesteka ciwan, hevgirtî, xwedî doz û name hatîye avakirin. Dema ev merc werin peydakirin, bê goman helbest wê hêdî hêdî, bi jiyan û berxwedana gel re wê pêşbikevê, û dema helbest pêşket ez bawerim ku wê li baştrîn cih û bergehê belavbûna xwe di nav gel de bigerê, wê mehrecan û şevbêrkên xwe jî li gorî bejna xwe avabikê!! Li gel ciwantrîn rêz û silav
* mamosta Nûşîn Bêcirmanî
1-Bi rastî jimarek baş ji helbestvanê kurd hene, kul û derdê xwe û yê miletê xwe li ser rûpela di raxin, û wan kul û derdan di gihînin xwênerên kurd, lê mixabin ev helbest bi hemî rengên xwe, heme çi yekî ku fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bû, ewî jê weye ku bû helbestvan, û dikare helbestan binivîse. Ji alîkî din ve kovarên kurdî jî rê didine çi helbesteke hebe ku derkeve ser rûpelên wê jî bêyî ku hêjayî belavkirinê be.
2-Bi rastî şevbiwêrkên helbestî şûveke rind û hêjane ji pêşketina asteya helbesta kurdî, ji ber jimarek baş ji evîndarên helbesta kurdî wê amadebin û helbestvan jî wê berhemên xwe raxin li ber wan, lê ya bêtir giring gerek şev bi wêrkên helbestî û rexneyî hebin û jimarek ji rexnevanên xwedî ezmûn di warê rexna toreyî de hebin, hem helbestvan wê kêmasiyên helbestên xwe bibînin û çarê jêre bibînin di carên bêde û hem vê çanda toreyî beladikin li guhdaran .
* mamosta Zagros
1-Rewşa helbesta kurdî li Sûriyê rengvedaneke ji rewşa wî ya giştî re, ji ber rewşa gelê kurd ya ne asayî, lewra rewşa helbesta kurdî jî lawaza ? 2-Bi rastî tişta balkêş li vê şeva helbestxwendinê de, nêrînin min hindekî hatin guhertin, ku bi rastî divê şevê de min bêhna helbestê kir, lê bi giştî gelek hebestvan hene, lê helbest gelek hindikin û sipas.
* mamosta Hêmen Mendanî 1-Di qada torevaniya kurdî de li sûriyê. helbest corê herî li pêş û xuya ye. Li gor dîtina min gavên helbestvanên kurd divî beşê kurdisatanê de baş li pêşe. eger mirov helûmercên abûrî û çandî di rewşa awarte ya ku gelê sûrî tev têde dijî û pirojên tixumparêz yên pêkhatî dijî gelê kurd divî welatî de bidê berçav. lewra jî ez helbestên kurdî livir mîna gulên di nêv devî û hejan de hatine û têne çandin dibînim,û tevî vê yekê jî ew baş lipêşin û deng û namên hest û janên gelê xwe ne,ji ber vê cihê rêzgirtinê ne. 2-Ji derveyî şevbêrkan ti delîvên din dest me neketine divan rewşên ne xweş de. çi ji layê rêjîmê de, çi jî ji layê tevgera kurd de be. cihê mixabiniyê ye ku piştî bûyerên avdara( 2004 ) an de, ya ku tevan da xuyakirin ku destpêşxeriyên xwe hene. lê wekû kar ez na bêjim em paşde vegerane, belê em şikestîne, madem me nekarî em Festîvala Helbesta Kurdî weke berê van herdu salên borî vejenînin.
*eve ye gotina herdu partiyan ya ku di şevê de hatî xwendin. Xûşik û birayên hêja Amadebûyên buhagiran Bi navê rêxistina herdu partiyên bira li devera Dêrika Hemko, Partiya Yekîyiya Demoqrata kurd li Sûryê(Yekîtî) û Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (Alpartî ), em xêrhatina heweyên hêja dikin û herweha vî karî li we pîrozdikin, kêfxweşin ku we daxwaza me bi cihanî û hûn li vir berhevbûn. bi hêvîne ku hûn şeveka xweş di nava gulîstana helbesta kurdî de bi hev re biborînin, kaniyên jîn û jena helbesta kurdî derbikin, wê ber bi asoyeka geş û dengxweş vebibin, ew helbesta ku çirîska wê ya pêşîn di hiş û sewdan Elî Tirmokî, Herîrî, Feqê Teyran,Goyî, Cizîrî û Xanî de pêketiye û derbasî dil û canê Qedrîcan, Osman Sebrî, Mihoyî, Mokiryanî, Bêkes, Tîrêj û Cegerxwîn bûye, û îro gereke mîna gurîk agir, rêya serastekirin û geşkirina wêneyên toreyî di sewdanê helbestvanên nûhatî de ronîbike . helbesta kurdî bi jena dilê wan helbestvan re jeniye, dilên wan bûne kaniyên zelal, derbûne û teqane, gulîstana helbesta kurdî avdane, gulên rengîn vebûne û bêhneka xweş li hawîrdorî xwe barandine . îro we jî xwe li ser şopa wan cansivik û hişvekiriyan karkirye û we şopa wan girtiye . dîsanê omîda me ewe ku hûn di vê rê û şopê de serfiraz û serkeftîbin, û her û her di gav û destxetên xwe de li pêşbin û dengê we weke yên wan dengxweşan bilind û xweşbe û bêhna we jî wek ya wan dil german cihê dil xweşî û bêhin ferehiye be. birano, hevalno... birastî hûn dizanin ku di sala 1993 an de, birek ji xortên me yên rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, dilbêş û xemxwarên helbesta kurdî, xwestin ku roja helbesta kurdî li sûryê sazbikin, piştî hevpeyvîn, goftûgo, gengeşe, dan þû standineka dûr û dirêj,di navbera wan de nêzîkî heyvekî vekêşa ta ku rojekî ji bo roja helbesta kurdî li Sûryê berçavbikin,di encama wan rûniştinan de li hevhatin, ku roja koþçbarkirina seydayê Cegerxwên,ji bo roja helbesta kurdî li Sûryê werê destnîşankirin , ji ber wan kesan dîtin ku seydayê Cegerxwîn gulîstaneka kurdewarî ya rengîn û zengîne, stêrekê geşe di esmanê tore û dîroka kurdî de di çirisîne .li ser wê lihevhatinê di wê salê de , li bajarê kurdaxê di jora 25-10- an de mehrecana yekimîn ya helbesta kurdî hate lidarxistin, û di salên peyre hersal li bajarekî kurdan li Sûryê, di 22-10-de roja wexirkirina seydayê Cegerxwîn, ew roj di hate pîrozkirin . evî karî berdewan kir ta sala 2003 an, ku mehrecana yazdemîn ya helbesta kurdî li bajarê Qamişlo hate çêkirin . lê belê ji ber hin nîr û mercên ku egerên wan ji we tevan re diyarin,nexasim piştî rûdana buyerên (12)avdarê, eve du salin evîndarên helbesta kurdî warkoz û seyrangehên wê berdane,seredana mêrg û naverastên wê nekirine, mehrecana helbesta kurdî jibîrkirine,paşguhê xwe ve avêtine,li şûnwaran venegerane,hêviyên pêşiyan çilmisandine, barkirine, mehrecana helbesta kurdî di xewê de hiştine, rawestandine. vêca me xwest em bi reng û şêweyê xwe , û gorî şiyan û karînên di dest me de, roja helbesta kurdî bikarbînin û şopa kilasîk, torevan û zanyarên pêşî li bîra xwe bînin û çirîskekî di malzaroka şeveka tarî de , bi destên kevirjenekî li hevbixin , û bi hev re pifkin binê terafeka bingirtî û guriyê geşkin , hiş û sewdanan ji mexel û qurombûnê rakin, dergehên beravên dil ji gemîvan û kelekvanan re raxin , di cihê tariya şevên reş de xetîran pêxin , mîna helbestvanên me yên qedirgiran û dilsoz , bax û bexceyên helbesta kurdî li Sûryê şînbikin . bê guman nedûre ku werê bîra hinan ji we, ku bi pirsin çima ew kesna ji helbestvanên devera Dêrikê yan jê kesin ku di warê helbesta kurdî de mijûl dibin , wan di vê şevê de nabînin , yan çima wan jî cihê xwe di vê şevê de negirtine . em ji were bi rastî û biratî dibêjin , erê du partiyan ev şev amadekiriye û xwestine ku ev çalakî dibin çavdêrî û serperiştiya wan de werê kirin , lê belê merc û pîvanên bijartina mêvanan anko helbestvanan, ji vê şevê re li cem me ew bûn, ku emê her kesê helbestê bi zimanê kurdî di nivîsînê bixwazin ku ew di vê şevê de beşdarbibê . dîsanê em li ser xwe qebûlnakin ku kes jî jê werê dûrkirin ta ku bîr û boçûnên wî newek yên mejîbin yan peywendî û têkiliyên wî bi kî re hebin, serbixwebin, tevlî partînabin , yan jê raman û helwêstên wî çibin, tenê tişta li rex me bû pîvan ji vexwendina mêran re ew bû me got : madem ew kes mijûlî nivîsandina helbestê bi zimanê kurdî dibe, nexwe ji mafê wî ye ku cihê xwe di şevê de bigire . ev şev, şeva helbest û helbestvanên kurd de, û her kesê ku xwe dibîne dilbêş û xemxarê peyva kurdî ya ciwan û şêrîn di karê xwe xwedî û berpirsiya di ber vê şevê de bibîne. Her dîsanê em di xwazin dupatbikin ku ev şev şopa mehrecana helbesta kurdî nagire û na keve di cihê wê de, lê belê, hewldaneke ku em wê rojê li bîra xwe bînin û em di vir de dikarin bêjin: ev şeva bîreweriya helbesta kurdî ye û dana hinekî ji mafê wefadarên pêşî ye, yan jibîrnekirina wê ye, hişyarkirina ji xewê ye, yan jê zendîkirin û bîranîna mehrecana helbesta kurdî li Sûryê ye, lê bi kirasê qesebî yê şarê Dêrikêye . dawîyê, careka dî em bi navê herdu partiyên bira roja helbesta kurdî li Sûryê, li tevaya helbestvanên kurd pîroz dikin û serkeftin û pêşveçûnê ji wan re di xwazin û em gelekî sipasiya we jî dikin ku we daxwaza me wergirt û dilê me şakir û ev şev bi beşdarbûna hewe xweş û geşbû .
rêxistina herdu partiyan Partiya Demoqrata Kurd li Sûryê (Alpartî) Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûryê (Yekîtî) 25-11-2005 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |