NEWROZ

نوروز


12/9/2007

Bidin

Kamran Simo Hedilî

bidin

bi paş ve

bidin

şadiyên çûyî 

hebûna min

çêbûna pêşî

jêdera pirbûna awazan

hêza daxwaza nû vejînê

bidin

dema

di mij de cîhan diçirisî

pijkova hêviya mucîze dayî

û  

xemila kulîkên sereserê deştan û zozanan qurifî

bidin

li xirbihê ku kundan

li ser didanî

jîna

li çepera sînga min pişkivî

tiştekî min nebû

têra min dikir

daxwaz û xeyalên birastî

bidin

bi paş ve

bidin

maça cara pêşî

li bin dara Berûyê 

min bêhn kirî

zayîna  

dilê min birîndarkirî

bidin

serkeftinên

di kûriya êşan de tijî

hêza nefretî

bedene qudreta evînê biraştî

bidin

bi paş ve

bidin

germiya hestên Gelawêjë

û

ciwaniya min

bidine min

Kamran Simo Hedilî

14.08.2007

Kamran Simo Hedilî

Kamran Simo, helbestvanekî xurt û hosteyê peyva ye. Di helbestên xwe de bi peyvên bijartî wêneyên pir reng û bi wateyan barkirî dikşîne. Her rêzek, wêneyek e û wêneyên wî dibin mîna fîlmekî ku di wan de beşek ji jiyana me ku zêde nayê ser zimên û nayê dîtin tîne ber çavan.

Simo, demek e li ser helbestên nû dixebite. Ji xebatên xwe yê nû, bi hilmek e nû bi me re ye. "Bidin", helbestek ji yê nû ye...

Simo, di 1955 an de, Li Hezexê gundê Hedilê hate dinyê. Hate vêga 4 pirtûkên wî hatine çapkirin. ``LORÎNA PÊNÛSÊ``, helbest e. ``JI ENFALÊ ŞEVEKE BÊSIBE``, dastan e. ``CIVATA GIYANAN``, kurte çirokên e. ``MIN DENG KUŞTIN``, helbest e. Simo li Swêdê dijî (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]