|
1/12/2007 TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA PÊŞDARÎ Û RÊBAZÊN PÊŞDARÎKIRINÊ-4- HESEN HUSEYÎN DENÎZ Pêşdarîkirin jî bi teşeyên din ên vegotinê re, pev re tê bikaranîn. Dema bi tena xwe were bikaranîn wê pir razberiyê çêbike û ev jî dibe ku li xweşiya kesê duwem neçe, wî aciz bike. Lê dema bi teşeyên din re, pev re tê bikaranîn wan dixemilîne, derdixe pêş û vegotinê xweştir dike, ji teknîkîmayînê rizgar dike. Pêşdarî ango pêşdarîkirin resimandina tiştekî ya bi peyvan e. Mirov dema xaniyekî, malekê, baxçeyekî, gundekî, bajarekî, welatekî, mirovekî, girseyekê, heyîneyekê, bûyerekê û hwd. dixwaze bi rewşa wê, bi taybetmendiyên wê, bi wesfên wê bide nasîn, wekî wêneyekî wê dikişîne bi peyvan tîne ser ziman. Kesê dixwîne, yan guhdarî dike ji wê pêşdariyê wî tiştî tîne ber çavê xwe û wekî zindî li ber be, bandûrê li ser çêdike. Ji bo vê pêşdarî rêyeke baş a danasîna wesf û taybetmendiyên heyîne û tiştan e. Ji vî awayê pêşdariyê re, ‘Pêşdariya Şopandêr’ tê gotin. Mirov tiştekî dişopîne û ji vê şopandinê wesfên bingehîn û yên hûrgulî li gor pêwîstî û grîngiyê, bi peyvan radixîne ber çavan. Wek tê zanîn awayekî din ê pêşdariyê hebû ku ew jî, ‘Pêşdariya Ravekar’ bû. Pêşdariya ravekar vegotin bi awayekî teknîkî dihişt, lê pêşdariya şopandêr dixemilîne, dadikeve hûrguliyan û bandûrê li ser hestan çêdike. Mînak ji bo pêşdariya ravekar: “... Di bin daran re meşiya. Ji ber siya daran ruyê wê xweş diyar nedikir. Lê bêhneke din şûn re derket rûtahiyê û bi hemû xweşikbûna xwe, li ber min rawestiya.” Em vê mînakê bi awayê pêşdariya şopandêr bînin ser ziman: “... Di bin daran re meşiya. Ji ber siya daran ruyê wê xweş diyar nedikir. Lê bêhneke din şûn re siya daran bi dawî bû; tîrêjên zêrîn ew himbêz kirin û wek baqên hevrîşimê reş, xwe li derdora gilokeke befr pêça be û di navê de du çavkaniyên avzêyên zozanan bibiriqînin, wiha bi sipehîbûneke li hev, hat li ber min rawestiya...” Di pêşdariya şopandêr de tê dîtin ku heyîneya tê û li ber radiweste, porê wê çawa ye, ruyê wê çawa ye, çavên wê çawa ne derdixe pêş û bi resmandinê, bi me dide nasîn. Di hundirê vê vegotinê de pêşdariya ravekar jî heye û pêşdariya şopandêr wê bêhtir watedar dike. Bi pêşdariya şopandêr mirov taybetî û wesfên heyîneyan derdixe pêş, lê bi pêşdariya ravekar çi dikin, çawa ne, wate û nirxê wan çi ye, mirov dinase. Ji bo wê pêdivî bi her du awayên pêşdariyê hene û pirahî mirov di nava hev de bi kar tîne û bi teşeyên din re bi awayekî hûnandî vedibêje. Dema mirov dest bi nivîsarekê dike, mînak; dest bi beşekî romanê dike, destpêkê mirov bûyer an heyîneya di wê beşê de bi pêşdariya şopandêr dixemilîne, derdixe pêş. Ev firehbûnekê li ser hestên kesê duwem çêdike û dilê wî/wê dibijîne xwendinê, lê divê neyê dirêjkirin ku bala wî/wê ji mijarê dûr nexîne û veneqetîne. Pêşdarî Bandûreke Çawa Li Ser Hîsên Mirov Çêdike? Pêşdarî bi bihîstinê (hîskirinê) tê çêkirin. Ji bo vê kesê pêşdariyê bike, divê hîskirina wî xurt be. Grîngiya pêşdarvan ew e ku tiştên her kes nikare bibîne, ew bibîne û bîne ser ziman. Mînak; ji bo kesekî şivantî nekiriye ha bizinek, ha sed bizin, kêm zêde hemû wek hev in. Ger tu jê pirsyarkî, wê bêje, ‘Tev xwediyê çar lingan in, reş an belek in, hinek bi situreh in û hwd ...’ Lê tê zanîn ku ev wesfên tîne ser ziman ên giştî ne ku di her bizinê de hene. Rast e ku her bizin kêm zêde dişibe ya din, lê ti bizin bi tevahî ne wek yeke din e. Bi tiştekî xwe ji yên din cuda dibe. Yekî şivantî kiribe dikare van cudahiyan bibîne û dema mirov jê pirs bike, dikare yek bi yek wan bide nasîn: “...Ev bizin çal e, ev baz e, ev tetspî ye, ev kirr e, ev bel e, ev kevç e, ev kever e, ev kalspî ye, ev kalsor e, ev hinêr e, ev kurr e, ev himisa sor e, ev himisa spî ye, ev hût e, ev her sê jî çûr in.” Niha ji vê vegotinê mirov dizane ku şivan yek bi yek pezê xwe dikare ji hev binase. Bizna çal enî spî, ya baz nîvê pişta wê spî ye. Bizna tetspî destên wê(lingên pêşî) spî ne, bizna kirr bê guh e, bizna kevç guhên wê wek kevçî bi hundir ve kort in. Bizna kalspî ruyê wê spî, bizna kalsor ruyê wê sor e. Bizna hinêr şaxê wê evraz diçe, bizna kurr guhên wê di navbera hebûn û tunebûnê de ne, bizna kever hemû spî ye, bizna himisê sor ruyê wê sorê zerîn e. Bizna hût bê purt e, purta wê wek kulavokan e, bizna çûr purta wê bi kêrî rîsandina şal û şapikan tê, purtdirêj e; ev jî yên sor, ên reş û yên spî hene...” Wek vê dema mirov dengekî tîne ser ziman jî yekî şopandêr dizane ku bang e, qîrdayîn e, girî ye, ken e, yan tiştekî din e. Ji bo vê di pêşdariyê de mirov hestên xwe bi kar tîne. Dema li ser tama tiştekî, yan li ser bêhnekê vedibêje jî bi vî awayî bangê hestan dike; li ser kîjan hestê zêdetir bandûr çêkiribe, ew derdikeve pêş. Mînak: “...Çavê wî girê dan û ew dahfandin hundir. Dinya tev li ber çavê wî reş bû. Kamax danî erdê û bêhnek sitend. Bi bêhnsitendinê re bêhneke tûj ya xwînê tije bêvla wî bû. Di navê re bêhna rewayê ya kuvnikî, bêhna mîzê ya vegirtî axê, bêhna xwêhdanê ya tirş û bêhna mişkên mirî jî dihat. Xwest ku bêvla xwe bigre, lê destê wî jî girêdayî bûn...” Di vê pêşdariya şopandêr de kesekî girtî yê diavêjin zindanê, di ketina hundir de bêhnên bêhn dike vegotinêr bi awayekî bikaranîna hîsa bêhnkirinê tîne ser ziman. Bi vî awayî bi hêsanî dîmena zindanê tîne ber çavê mirov. Rêbazên Peşdarîkirinê Di pêşdariyê de hûrguliyên em bi kar bînin, wê li ser kesê duwem bandûreke çawa çêbike, divê em bizanibin û li gorî wê vebêjin. Ji bo vê divê em rêk û rêbazên dayîna hûrguliyan zanibin. Hûrgulî wiha bi awayekî rijandî yan rasthatinî nayên dayîn. Kîjan zêdetir dikare mijarê bîne ser ziman, kîjan zêdetir dikare bi kesê sêyem bide nasîn û bandûrê li ser çêbike, bala wî bikşîne ser mijarê û dîmenekê li ber çavên wî/ê raxîne, mirov wê hûrguliyê derdixe pêş û vedike. Hilbijartina Hûrguliyan Hûrgulî, taybetmendî û wesfên bingehîn ên heyîneyan ji hev cuda dikin in; aliyên wan ên di heyîneyeke din de tine ne. Bêguman di heyîneyekê de gelek taybetmendiyên li gorî xwe hene ku mirov nikare tevan bijmêre. Dibe ku bi teşeya pêşdariya ravekar, bi awayekî teknîkî taybetmendiyên wê mirov bikaribe bijmêre, lê di pêşdariya şopandêr de kîjan alî kesê duwem têkildar dike, mirov wî alî ji aliyên din vediqetîne û derdixe pêş, radixîne ber çavan. Mînak ji bo pêşdariya ravekar: “...Mirîşk teyreke ku jêhatiniya xwe ya firînê winda kiriye. Ji bo hêk, goşt û periyên wê tê xwedîkirin û ajaleke kedî ye. Yên nêr wek ‘Dîk’ tên binavkirin û yên mê mirîşk in ku ew jî dikin qide qid...” Di vê vegotinê de taybetmendiyên giştî yên mirîşkan bi awayekî teknîkî hatiye ser ziman. Niha vê mijarê em bi awayekî pêşdariya şopandêr bînin ser ziman: “...Hîn ji dûr ve bi banga dîkan ku qirika xwe diçirandin bala min çû ser koxikê. Dema ez nêzîk bûm, bû qide qida mirîşkan û li hev çelqiyan, baskên xwe li hev xistin. Lê ji zexmbûna laşê wan nikarîbûn qûna xwe ji erdê rakirana û bazdana. Li şûna wan çend lib hêk diyar dikirin...” Di vê pêşdariyê de hîsa bihîstinê derdikeve pêş û bi pêşdariya şopandêr taybetmendiyên mirîşkan dide nasîn. Di vir de hûrguliyên bangkirin, qideqidkirin û nikarîbûna firînê derxistiye pêş. Bi vê yekê xwestiye ku van taybetmendiyan raxîne ber bala kesê duwem, şopandineke wiha bide wî/wê. Ji bo hilbijartina hûrguliyan rêk ev e ku mirov ji xwe pirs bike bê kîjan aliyên vê heyîneyê ji yên din cudatir in û ji vana kîjan dikare vê heyîneyê bîne ber çavên xwendevan an guhdaran? Mînak: Taybetmendiyên mirîşkan hêkirin, qideqidkirin, nikarîbûna firînê, ji bo dîk bangkirin û hwd. in. Dema mirov dibêje, “bû qide qida wan” ev hilbijartina hûrguliyekê ye û kesê duwem dema vê hûrguliyê dixwîne di cih de mirîşkeke dike qide qid tê ber çavên wî. Lê ku mirov bêje “dengê bangê dihat”, ev nabe hûrguliyeke ku dîk tam bide nasîn. Ji ber ku mirovek jî, meleyek jî bang dike. Lê ku mirov bêje, “Li ber koxê bang dihat” wê têgihiştinek çêbibe, bes vê carê jî pir camidî dibe û balê nakşîne. Ji bo vê hilbijartina hûrguliyan pir grîng e. Divê mirov her dem van her du xalên me diyar kirin, di hilbijartinê de li ber çav bigre. Kîjan taybetmendiyên wê yên ji heyîneyên din cudatir, bi kîjan hûrguliyan dikare li ber çavê xwendevan zindî bibe û dîmenekê çêbike? Emê vê çawa hilbijêrin? Emê bersiva vê pirsê ji hîsên xwe bixwazin. Di cudahiyên heyîneyekê de ger kîjan alî li ser bala mirov balkêşiyekê çêdike, dilbijariyekê dide, ew hûrgulî zêdetir zindî û dîmenî ye ku mirov wê derxîne pêş, li ser hîsên kesê duwem jî wê balkêşî û dilbijariyeke wiha çêbike. Wek vê, mirov dikare ji hûrguliyên dijber jî sûd bigre û pêşdariyê li pêş bixe. Mînak, ku em bêjin “Mirîşkên wek kevokan, dîkên wek kundan...” ev tê wê wateyê ku mirîşk pir zeyif mane û dîk jî bang nakin, dengê wan kêm bûye. Bi vî awayî em têdigihêjin ku di pêşdariya şopandêr de divê mirov taybetmendiyên heyîneyan bi awayekî hûrguliyên zindîkar bi peyvan raxîne ber çavan. Rêka Dayîna Hûrguliyan Hûrguliyên werin hilbijartin mirov nikare bi awayekî rasthatinî bide, divê li gorî rêzkirinekê werin dayîn. Hûrguliyên hatine hilbijartin çiqasî zindî û diyar dibin bila bibin, ger ne bi rêzê werin dayîn, nikarin bandûreke xurt li ser kesê duwem çêbikin. Ger ne wiha be, pêşdariya di nava nivîsarê de were kirin, wek pîjekî wê di çavê xwendevan re rabe. Dema mirov li ser heyîneyekê, li ser warekî, li ser tiştekî û hwd. dinivîsîne, divê mirov zanibe di ku derê de, em kîjan hûrguliyan pêşdarî bikin, wê çi bandûrê li ser kesê duwem çêbike. Mînak; di çîrokekê de ger emê pêşdariyê çêbikin, ev yan ji bo mirov berê herikîna bûyeran biguherîne, yan ji bo çêbûna karakter û tîpan amade bike, yan derdorê bide nasîn ku bi bûyerê re girêdanekê çêbike û hwd. e. Dema kêfa mirov di ku derê nivîsarê de bixwaze em di wir de pêşdariyê çêkin, ew nivîsar nagihêje armanca xwe. Ji bo nivîsar bigihêje armanca xwe rêkên dayîna hûrguliyan hene: -Li Gorî Şopandineke Diyar Dayîna Hûrguliyan: Heyîneya em pêşdarî bikin, em dikarin li gorî şopandineke diyar, bi awayekî dîmeneke wê dikşînin raxînin ber çavan. Hûrguliyên werin hilbijartin divê bikaribin vê dîmenê temam bikin. Ev jî bi hîsên mirov ên dîtin, bihîstin, bêhnkirin, tamandin û hîskirinê çêdibe. Mirov hîsekê ji vana derdixe pêş û bi vî awayî bandûra bike xurtir dike. Mînak: “...Bi derketina me ya ji gelî re, bayê kur em himbêz kirin û wek qamçiyan li ser ruyê me şerqiya. Me êdî nikarîbû çavên xwe jî vekin; pirtikên berfê bi xwe re tije hundirê çavên me dikir. Bêvil û guhên me dikirin ku xwe ji laşê me vekin û ji jandayîna wan me digot niha ji mêj ve hilweşiyane. Di her gavavêtinê de bêhtir serma derbasî laşê me dibû û guvîniya ba zêdetir dibû. Dema em gihîştin sergazê, hindik mabû me paş de gêr bike. Êdî destên me û lingên me kar nedikirin. Bayê kur wek dar û beran em jî hişk kiribûn...” Di vê mînakê de pêşdariyeke şopandêr bi hûrguliyên cemidandinê ya bayê kur, bi hîsa hîskirina sermayê radixîne ber çavan. Dîmeneke kesên di berfê de û li ber ba dimeşin çêdike. Wê demê ev pêşdarî li gorî şopandineke diyar e. -Li Gorî Xaleke Pêdandî Dayîna Hûrguliyan: Dema mirov dîmenekê çêdike pirahî ne bi çavên xwe, bi çavê kesê sêyem ango bi çavê kesê di mijara vegotinê de cih digre, çêdike. Di mijarê de bi çavê tîp an karakter li cihekî li bûyerekê nêrîn çêdibe. Nivîskar (vegotinêr) kesê yekem e, lê gelek caran vegotinê ji devê xwe nabêje, ji devê kesekî/e din dibêje, ew jî dibe kesê sêyem , ji ber ku kesê duwem herdem xwendevan an guhdar e. Wê demê pêşdariya were kirin, hûrguliya were hilbijartin wê nivîskar bi çavê kesê sêyem bibîne û hilbijêre. Mînak: “...Piştî sê rojên din Pîjo, girê bilind hilkişiya. Dema bi serê gir ket, bayekî hênîk wî himbêz kir. Li jêra xwe nerî û çavên xwe firkandin. Di dilê xwe de digot qey xewnê dibîne. Lê bi firkandina çavên xwe, têgihîşt ku tiştê dibîne rast e! Rezekî bê serûber ji geliyê mezin heta ber lingên wî, li ber çavên wî dirêj dibû û mêwên wê di bin gûşiyan de bi kotekî li ser xwe radiwestiyan. Av bi devê wî ket û xwe berda nava rez...” Di vir de Pîjo (kesê sêyem) tê serê gir li wir radiweste û li jêra xwe dinêre, rez û mêwên di rez de, gûşiyên di mêwan de dibîne. Ger mirov bala xwe bide ser, wek kişandina dîmenekê ye. Him giştî diyar dike û him di nava giştî de gûşiyên tirî wek hûrguliyekê hilbijartiye. Di vê rêka hilbijartinê de kese sêyem jî, warê tê pêşdarîkirin jî pêdandî ne, nalivin ango cih naguherin. -Li Gorî Xaleke Cihguherk Dayîna Hûrguliyan: Mirov bi awayekî livandina kesê sêyem jî dikare hûrguliyan bide. Wê demê kesê sêyem li cihekî pêdandî namîne û digere. Dema digere cihên cuda cuda dibîne û mirov hûrguliyên berçav ên wan cîhan radixîne ber çav. Mînak: “...Têr xwar şûn re xwe berda jêrê, dareke sêvan derket pêşyê; çend sêvên sor ên xelatî li erdê diriziyan. Dilê xwe bi wan şewitand û rêka xwe domand. Bêhneke din avzêyek biçûk rêka wî birî û çû serkaniya wê. Li wir bêhna pûngê û qurequra beqan ew pêşwazî kir. Av vexwar û dîsa ket ser rê. Vê carê di nava erdê cotkirî re derbas bû û xwe li ser rêka gelî dît. Bêhna darên goz û hejîran ew serxoş kir û xuşiniya avê hênkahiya xwe da ser bedena wî...” Di vê pêşdariyê de tê dîtin ku kesê sêyem rê ve diçe û carekê darên fêkî, carekê avzêyê, carekê gelî û darên li wir, carekê jî ava di gelî re diherike bi hûrguliyên wan ên bikaribin bandûrê li ser kesê duwem çêbikin, radixîne ber çavan. Bi vî awayî dîmena giştî parçe parçe dide nasandin. -Li Gorî Beramberkirinê Dayîna Hûrguliyan: Ji bo dîmenên berfireh mirov bi kurtahî bîne ber çav, serî li beramberkirinê dide. Bi vî awayî hûrguliyên di dîmena berfireh de em nikaribin derxin pêş, bi beramberkirina dîmeneke biçûk em dikarin raxînin ber çavan û balê bikşînin ser. Mînak: “... Li hember komeke biçûk a gerîlan bi hezaran leşker kom bibûn. Firokeyên wan wek teyrên kelaxan yek radibû yek dadiket. Leşkerên qasî behrekê erd girtine, wek gurên har êrîş dibirin ser wan. Lê ew her yek ji wan wek teyrekî baz di nava zinaran de cih digirtin û her carê wek firîna mozqirkekê guleyek difirandin ser leşkeran û ew gêr dikirin erdê. Roj wek agirê dojehê germ, hewa wek miriyekî rawestyayî bû; ji bo derman be jî, libeke ba nediliviya û lêven wan ji deşta Heranê bêhtir hesreta dilopeke av bûn...” Di vê mînakê de tê dîtin ku dîmena şer a tevlihev bi beramberkirinê bi awayekî hêsankirî radixîne ber çav. Ji bo firokeyan hûrguliya ‘teyrên kelaxan’, ji bo êrîşa leşkeran ‘gurên har’ û hwd. dide pêş û bi vî awayî yekî gurên har çawa ne, teyrê kelaxan çawa ye bizanibe pir bi hêsanî dikare dîmena vî şerî, rewşa leşkeran û ya gerîlan bîne ber çavên xwe. -Bi Awayekî Di Nava Hev De Dayîna Hûrguliyan: Mirov van her çar rêkên dayîna hûrguliyan dikare di nava hev de jî bide. Mirov dikare yekê, dudan, sisyan pev re jî bikar bîne. Ew li ser vegotinêr dimîne. Lê vegotinêr di bikaranîna van de divê grîngiya mijarê û rewşa kesê duwem li ber çav bigre û wiha kîjan pêwîst be, çend di nava hev de pêwîst bin wiha bi kar bîne. Di dayîna hûrguliyan de tişta grîng; bikaranîna hîsên xwe, hilbijartina hûrguliyên diyarker û peyvên bikaribin van hûrguliyan tam bînin ser ziman e. Dema mirov van xalan pêk bîne kîjan rêkê bi kar tîne, yan çend rêkan pev re bi kar tîne ew li ser jêhatiniya vegotinêr dimîne. Pêşdarîkirina Hest Û Ramanan Çawa Çêdibe? Sedemeke pêşdariyê jî diyarkirina hest û ramanan e. Mirov şopandinên xwe ne tenê li ser tiştên tên hîskirin, li ser tiştên hest û ramanî jî tîne ser ziman, ango pêşdariya hest û ramanan jî dike. Ji xwe di jiyanê de hest, raman û heyîne yan tişt wek goşt û hestî pev ve girêdayî ne. Dema mirov pêşdariya mirovekî dike, ger rewşa wî ya wê bêhnê neyne ser ziman zêde watedar nabe. Pêşdarî ku tenê bi hebûna fîzîkî were kirin, wê lawaz bimîne. Divê bi aliyê hest û ramanî were temamkirin. Mînak; ger em pêşdariya mirovekî dikin û bi xetên fîzîkî wek dirêjbûn, kinbûn, keçelbûn û hwd. tînin ser ziman, qasî vê divê em bikaribin hêrsbûn, kêfxweşbûn û hwd. jî bînin ser ziman. Ev jî hûrguliyên grîng in û divê em peyvên li gorî vana bikaribin bibînin û bi kar bînin. Mînak, mirovekî hêrsbûyî bi peyvên wek çav sor, çavên wî li nava serê wî vebûne, xwîn rijiye çavê wî, agir ji çavê wî dibare tê ser ziman û ev peyv nîşan e ango hûrguliyên hêrsbûnê ne. Ji bo kesekî kêfxweş mînak peyva devê wî digihêje guhên wî, av ji devê wî diherikî, devê wî nediçûn ser hev û hwd. tên bikaranîn. Her yek ji vana jî hûrguliyeke kêfxweşiyê ye. Wek tê zanîn hêrsbûn jî, kêfxweşî jî peyvên razber in, lê bi vê rêka pêşdariyê mirov şênber dike û bêhtir têgihîştina kesê duwem çêdike. Mînak: “...Ruyê wî wek şimayê zer bibû, awirên wî kêm bibûn û çavên wî di kortên xwe de nediyar bibûn. Çermê laşê wî êdî dialiqî û di binê wê de qeteke goşt jî nemabû, gihîştibû ser hestî. Lêvên wî ziwa bibûn û por bi serî ve nemabû. Algûşkên wî yên derketibûn der, bêvila wî mezintir diyar dikirin û lîçika jê diherikî dadiket ser simbêlên wî yên wek sîxên jîjoyan...” Di vê mînakê de bi pêşdarîkirina dîtinên guhertinên fizîkî, rewşa hest û ramanan radixîne ber çavan. Ji vê pêşdariyê em têdigihêjin ku ew kesekî bi êşa zirav ketiye, nesaxekî li ber mirinê ye. Ji ruyê wî mirin tê xwendin. Vegotinêr rasterast nabêje, ‘Ew bi êşa zirav ketibû û li ber mirinê bû, ji ber vê jî digiriya û li serê xwe dida...’. Bi hûrguliyên nexweşiyê, hestên wî ramana rewşa wî û hwd. pêşdariyekê çêdike û dike ku em halê wî bînin ber çav. Ew mirov di rewşeke çawa de ye, çi difikire, hestên wî çi ne êdî kêm zêde têgihîştinek li ser çêdibe. Vegotina Pêşdarî Di Kîjan Cûreyên Vegotinan De Tê Bikaranîn? Vegotina pêşdarî bi awayekî giştî di hemû nivîsaran de û zêdetir di nivîsarên dirêj de tê bikaranîn. Dibe ku di nivîsarên rojane wek nivîs, gotar, şîrove yên di kovar û rojnameyan de, di quncikên wan de tên nivîsandin de zêde neyê bikaranîn, lê wekî din mirov dikare di her nivîsarê de serî li pêşdariyê bide. Ji bo vegotina tiştekî pêşdarî herdem zeyiftiyên teknîkîmayînê ji holê radike. Bi taybetî di roman û çîrokan de, di hevpeyvîn û nivîsarên di derbarê geran de, mirov zêde serî li teşeya pêşdariyê dide. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |