|
1/11/2005 Bîranîna Cgerxwîn li Qamişlo
Îsal, li bajarê Qamişlo,biranîneke taybet di 21 saliya koçkirina seyda Cegerxwîn de pêk hat.Taybetiya vê bîranînê ew bû, ko komek rewşenbîrên bijarte,bê deng û hêleman, li hev kom bûn û hozanê bi nav û deng seyda Cegerxwîn di bîra xwe anîn. Ev şeva rewşenbîrî bi saya xwedê û kovara " PIRS " ê pêk hat, lewra kovarê bo vê babetê xwe berpirsiyar dît, ko seyda Cegerxwîn tovê xwe yê di warê rewşenbîriyê de çandî îsal jî, weku hersal, bibîne.Wilo, bîranîna seyda Cegerxwîn bi lêkolîneke Rezoyê Osê, ko di bîranîna sedsaliya bûna Cegerxwîn de hatî nivîsîn û weşandin, dest pê kir :
Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de Rezoyê Osê Bêgoman , Cgerxwîn ne tenha helbestvanekî Kurd e ,lê nivîskarekî renge –reng e jî.Vî helbestvanî bêtir ji \ 20 \ pirtûkan bi şûn xwe de hiştine. Bo vê yekê em xwe neçar dibînin, ko di bin sîbera çend sernavan de berê xwe bibin serî : I. Danasîn: Helbestvanê me, Cegerxwîn sala 1903 li gundê Hesarê çav bel kirine.Hesarê jî gundek ji gundên binekofa Mêrdînê ye. Navê wî Şêxmûsê Hesen e \ wî di dîwana yekem de gotiye " Di sala 1903 de ez hatime dinyayê , bi navê Sultan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê \ .Bi bingehên xwe yên civakî, ji malbateke jar û belengaz e. Sêzdesalî , bi malbata xwe re Binxet dibe û koça wan li bajarê Amûdê datîne. Piştî demeke kurt dê û bav koça xwe ya dawî dikin û wî sêwî , bi şûn xwe de ,dihêlin.Pênc salan di nav mala birayê xwe de dimîne. Di hijdesaliya xwe de dibe suxteyên Hicrikan û xwendina olî dike. Nav û zanînê,di vê riyê de,qezenc dike. Di riya xwendinê re qurçik û qewêrên Kurdistanê tev û lev dide. Wilo,dibe Kurdnas û miletperwer.Dibe xwedî bîr û bawerî û doza guhertinên civakî ,siyasî û ramyarî dike. Van nerînên wî birîn di cerg de vekirin. Bîst û du salî bû ,ango sala 1925, bi hawara serhildana Şêx Saîd ve çû û bi hêvî bû ,ko çavên xwe bi serketina vê serhildanê kil bike.Mixabin,ne tenha negiha birîna nûvebûyî derman bike,lê nebiserketina vî karî birîn di ceger de kûrtir kir,tanî ew kire Cegerxwîn.Lewra,gelek ristê kulgiran ,lê şerîn û hêja,bi xwîna cerg û hinavan ,di adrêsa vî pîremerdî û serhildana wî de nivîsîne.Ji vir sira bayê evînê ew qenc girt û bû evîndarê wê dîlbera bêhempa...bû evîndarê Welêt. Belê,ne tenha Cegerxwînê evîndar çavên xwe bi serketina serhildsana Şêx Saîd kil nekirin,lê vê yekê agirekî dadayî di nava wî de hişt.Loma bê hedan ma û zû bi zû li qûnaxekê cîwar nebû.Wilo,berê xwe da Îraqê.Ji wir çû Îranê.Lê,sala 1927 an li gundê Hesarê vegera û sala 1928 an keçxala xwe guhest û Binxet bû,da melatiyê li gundan tanî sala 1935 an bike. Cegerxwîn rist,di salên xwendinê de,dihûnan.Lê destpêka helbesta rûniştî sala 1924 an bû ,ko ji vir û pê de rêça Kurdewarî ,milet û niştûmanperweriyê girt û semta xwe kire xebata gel,dibêje: Min dest bi Kurdiyê kir peyda kirin çend mirîd Bi xweşxwan û reşbelek xesma piştî Şêx Saîd Bûyerên salên 1945 – 1946 bandoreke mezin li Cegerxwn kirin û desthilat bûn,ko wî ber bi behweriyên şoreşgerî û sosyalîzmî de bilivînin,lê li ser bingehên kurdewariyê. Piştî şoreşa 14 gulanê,Cegerxwîn berê xwe dide Îraqê û li zanîngeha Bexdê dibe mamostayê zimanê Kurdî.Lê sala 1961 \ di pêxistina şoreşa Barzanî de \ li Sûriyê vedigere.Lê karbidestên wê demê wî ji milet dûr dikin û sergonî bajarê Swêda dikin.Pişt re li şarê Şamê cîwar dibe.Ji wir dîsa berê xwe dide Îraqê û salên 1969-1970 cih digre.Pir namîne vedigere û sala 1973 diçe Bêrûtê da li wir dîwana xwe ya sisiyan \ Kîme ez \ çap bike.Sala 1975 li bajarê Qamişlo vedigere û sala 1987 penaberî Swêdê dibe û li Stokholmê, tanî di 22.10.1984 çav têne girtin û dil bê lebt û lêdan radiweste,dimîne. Dimîne em bêjin,ko Cegerxwîn,di civaka xwe de,mirovekû aktûv bû.Hevpar û hevpişkê gelek çalakiyên civakî,çandeyî û siyasî bû. II. Çi nivîsî: Cegerxwîn ne tenha daner û afranderê pirtûk û helbestan bû,lêbelê dehên gotarên wêjeyî ,mîjoyî ,civakî û siyasî belav kirine.Gelek ji van gotaran di kovara Gulîstan de hatine weşandin.Ew kovara,ko damezrêner û berpirsiyarê wê bû.Lêbelê lîsta pirtûkên wî,yên çapkirî ev e : 1. Dîwana yekem: Pırîsk û Pêtî , 1945 Şam. 2. Çîroka yekem: Cîm û Gulperî ,1948 Şam. 3. Dîwana diwem: Sewera azadî ,1954 Şam. 4. Çîroka diwem: Reşyê Darê,1956 Şam. 5.Gotinên Pêşiyan,1957 Şam 6. Awa û destûra zimanê Kurdî ,1961 Bexda. 7. Ferhenga Kurdî ,cildê pêşîn,1962 Bexda. 8. Ferhenga Kurdî ,cildê duduyan 1962 Bexda. 9. Dîwana siyem: Kîme ez,1973 Bêrût. 10.Poêma : Salar û Mîdiya ,1973 Bêrût. 11. Dîwana çara: Ronak,1980 Stokholm. 12. Dîwana pênca: Zend ~A Vista,1981 Stokholm. 13. Dîwana şeşa : Şefeq,1982 Stokholm. 14. Dîwana hefta : Hêvî ,1983 Stokholm. 15. Tarîxa Kurdistan ,cild 1 ,1985 Stokholm. 16. Dîwana heşta : Aşitî ,1986 Stokholm. 17. Tarîxa Kurdistan ,cild 2 ,1987 Stokholm. 18. Folklora Kurdî ,1988 Stokholm. 20. Jînenîgariya min ,1995 Stokholm. 21. Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî ,1995 Stokholm. Di mîne em nivîsareke din berçav bikin,ko hîna cihê xwe di nav weşanên Cegerxwîn de negirtiye.Ew jî '' Şerefnameya mewzon'' e.Ev pirtûk jî Dilawerê Zengî ,sala 1997 li Bêrûtê,daye çapkirin.Dilawer vê nivîsê wisa dide nasîn:"Destnivîs bixwe bi tîpên Erebî ji 41 rûpelî,qetê ortê 150#20 û 724 malikan pêk hatiye.Dîroka nivîsandina destnivîsê ne zelal e,tenê di dawiya destnivîsê de hatiye ( Roja înê 20 avdarê 1942 an de,kat pêncê Erebî) " . Mirov hemberî vê raxistinê hest dike,ko Cegerxwîn ne tenha xwediyê bejneke bilin e di çand û toreya Kurdî de,lêbelê pengava zanîn û karînê ye jî .Loma mirov ceger nake,ko bihingive vê bvejna bilind.Tenha mirov dikare xwe bide ber siha wê.Wilo jî mirov ceger nake,ko xwe nêzîkî vê pengava zanîn û karînê bike.Lê tenha bi hêvî ye ko di peravên wê de mêlevaniyê bike,da ji hêz nekeve. Em li gel vê tirsa xwe xweş bawer in,ko em nikarin barê pênaskirina naveroka kar û barê vî hozanî hilgirin ser milê xwe.Lê em dixwazin baqek gul ji vê gulzara bêkenar pêşkêşî we bikin,da bi reng û bihna wî kêfxweş û dilşad bibin. III. Navdariya Cegerxwîn: Bêgoman,serristika navdariya Cegerxwîn dimîne kar û xebata wî,lê di riya derketin û belavkirina nav û dengê mamostê evîndar de pir karên giranbuha hatine kirin .Çi bi riya nivîskar û xwendevanan be,çi bi riya stranbêj û sazvanan be , çi jî bi riya dost û zimannasan be. Wilo di salên 1932-1945 ,mamostên miletperwer û zimannsan , du birakên nemir Celadet û Kamîran Bedrxan pir propaganda ji nav û nivîsên Cegerxwîn re ,bi riya Hawar ,Roja nû ,Stêr û Ronahî ,kirin . Wilo jî zimannas û nivîskarên Kurd li Yekîtiya Sovyêta berê pir nivîsok ,gotar û pirtûk li ser Cegerxwîn derxistin û belav kirin . Ji van kesan : mamostê hêja profêsor Qenatê Kurdo ,kurdnasê mezin mamosta Ordîxanê Celîl ,mîjonasê gewre mamosta Şamil Eskerof . Li Fransa jî du wêjevanên gewre pir gotar di riya pênaskirina Cegerxwîn de nivîsîn û di rojname û kovaran de belav kirin .Ew jî mamosta Tomas Bwa û Rojê Lîsko bûn. Yek jî ji wan kesên ,ko roleke mezin û hêja gerand ,stranvan û sazvanê Ermenî mamosteyê hinermend Aram Dîkran bû .Bi wî dengê kewanî û sazên nerm gelek govend rakirin û gelek şevbuhêrk jî derbaskirin ,tev bi saz û gotinên kurdî ji helbest û ristikên dost û hevalê xwe mamostê Cigerxwîn . Gelek stranvan û sazvanên Kurd jî rê û rêça hunermend Aram girtin ,lê her yekî bi rengekî saz û stran bilandin.Ji wan :M.Şêxo,M. Ezîz ,S. Gabarî ... ûhd . Hunermendê şoreşvan Şivan bi sazê xwe ,yê weke zingilê cam û dengê xwe ,yê şoreşgêrî pir ristikên mamostê Cigerxwînê nemir sazkirin û strandin .Lê,Cegerxwîn ji çalakiyên gelêrî jî bê par nema.Belê,propogandîstên Cegerxwîn di nav gel de jî hebûn.Yên weke Sebriyê Xelo Sîtî,Kurd þþþŞemo ,Bavê Mislih,ko di her komecivînên gelêrî de,çi şahî bûna çi jî serxweşî bûna,helbestên Cegerxwîn dixwendin û şirove dikirin.Tanî mala Kurd nema ,ko hêlîneke xwe tê de çê nekir û bi Aram û Şivan û yên din re tê de nejî . Wilo ,bi şêweyekî gelêrî hêlîna heskirina wî di civaka kurdî de hate danîn. Da em berê xwe ji hev derxin û nehêlin nexên guloka rîsê me li hev bigelice,em neçar dibin,ko berhemên vî hozanî li çend grûpan par bikin: 1. Hozanbêjî: Seyda Cegerxwîn,di vî warî de,heşt dîwan afirandine û du poêmên helbestî tûmar kirine.Lê ji ber ko wê lêkolîna me ,bi gelemperî li ser tevaya berhemên Cegerxwîn be û bi taybetî li ser helbestê be,em dê van beşên din bi kurtî berçav bikin.lê em dê mijara xwe di helbestê de berfereh bikin.Bo vê yekê em ê ,di vê gurûpê de,tenha li ser poêman rawestin: 1.Pêma " Şepal û Stêr " : Ev poêm di bin sernavê " serpêhatiya Şepal û Stêr " de di dîwana SEWRA AZADÎ de hatiye belavkirin.Ji 190 cotemalikan pêk hatiye.Zîlana bûyerên wê siyasî ~ civakû ye.Li gorî avakirina vê poêmê,Stêr keça axakî zor û sitemkar e.Ev keç dil dikeve şivanê gund de,lê bavê wê,li gora serdariya xwe pismamekî lapûr û bêkêr.Stêr qîma xwe nayîne û çarê ji hevrevandinê pê ve nabîne.Wilo,piştî hevrevandinê,dibin xwînî.Stêr,di xwîndariya xwe de ,tê kuştin.Şepal û Dapîr jî,ji derdên giran,can li ser wê didin û dibin mêvanê wê.Wilo şikêrek wan himbêz dike û dibe goristana wan. 2. Poêma " Salar û Mîdya " : Ev poêm pirtûkeke serbixwe ye.Sala 1973 li Bêrûtê hatiye weşandin.Ji 236 cotemalikan pê hatiye. Seyda Cegerxwîn,di vê poêmê de,bi hostayî pesnê xweristê,bi deşt û çiyan ve,bi gelî û newalan ve,bi dar û zeviyan ve,bi candar û tilûran ve jî dide.Di gereke wisa xweristî re û di van sawîran de,keçeke bedew dibîne.Wê jî bi şanazî pesin dide û berê xwe dide wê şêrînê da axaftinekê pê re veke.Lê Şêrîn matmayî dimîne,ev mirov bi cegerdarî û bê tirs hatiye nav bax û bustanên axê.Ew bavê xwedî gund û mal,ko kal bûye û tenha ev keç heye.Lê ji ber sitemkariya wî û hevaltiya wî bi dijmin re,nema kesek ji gundiyan alîkariyê pê re dike,lê tevan pişta xwe danê.Lewra,ev keça şêrîn,ji xwe re,li gernasekî digere,da karibe piştû mirina bavê wê,vû mal û mewdanî biparêze.Wilo,keç Salar dibe cem bavê kal,li wê burca sipî .Seyda pesnê vê burca spehî û vala ,ji rêncber û navmaliyan ,dide.Wilo jî di bîr tîne,ko gundî nema bacan û " bêşan didin axayê nezan ". Piştî axa bi Salar re rudine,dem û dewranê berê tîne bîra xwe û fortan dike,ko bi çend qurûşan dikare bihêleÇawîş van gundiyan berqef bike û wan bîne ber destên wî. Piştî hin pend û şîretan axa xwe dispêre Salar û wî dike zava û serdar.Wilo,Salar bi bûka xwe re dikevin xewnan û gund û malû mewdanê xwe li milet par dikin,êdî dibin rêvebirên qûnaxa xwe û dibistan,dezge û zanîngehan ava dikin. Wilo vê xewna xwe bi cih tînin.Qûnaxa xwe ava dikin û wekheviyê ~ sosyalîzmê ~ pêk tînin. 2. Bexşanevanî: Seyda Cegerxwîn bexşane di gel helbesê re,bi rengekî paralel,nivîsiye û berdewam kiriye.Wilo,folklor civandiye,serpêhatî nivîsîne,dîrok û jînenîgarî jî nivîsîne.Lê destpêka bexşanê,li ba Seyda,di şêweyê çîrokê re belû bûye.Di vî warî de du çîrok nivîsîne: 1. Cîm û Gulperî: Ev çîroka pêşî ye,ko Cegerxwîn nivîsîye û di sala 1948 an de li Şamê daye çapkirin. Di vê çîrokê de dihingive hin rewiştên ne saxlem di civaka Kurdî de.Hewl dide,ku vê civakê di riya du evîndaran re ,weku nimûne,biguhere û rehên kevneperestan tê de pûç bike.Wilo,Cîm û Gulperî ji rêz û bendên civaka kevneşop re natewin û bêtir bi evîna xwe ve têne girêdan.Evîna wan berê wan dide hevrevandinê,da trajediya taqîbat û kuştina vê evînê bibe sedema hilweşandina adetên bişûndemayî...û di şûna wan de wekhevî ava bibe. 2. Reşoyê Darê: Ev çîroka didiwa ye,ko Cegerxwîn nicîsiye û di sala 1956 an de,li Şamê daye çapkirin. Reşoyê Darê çîrokeke civakî –siyasî ye.Li ser bigehên folklorî hatiye avakirin.Zîlana avakirinê dibe zargotina Kurdî :"Şêr şêr e,çi jin e,çi mêr e". Bi kurtî,Reşo mêrxasekî cegerdar e.Jineke wî spehî û bedew heye.Kurê axê çavên xwe danîne ser,lê ferzenda xwe di destdirêjiyê de nabîne. Di şevbuhêrka oda axê de,dabaşa cegerdariyê dibe û daketina binê bîra Berdewêl,lê bi şev,dibe pîvana mêraniyê.Reşo,nemerdî nake,xwe dide ber daketina binê vê bîrê.Wilo,radibe berê xwe dide vê bîrê,da nîşana xwe,li binê wê, deyne. Piştî rêketina Reşo,kurê axê berê xwe dide mala wî,da xwe bi civana jinê şa bike.Lê jina Reşo xwe bi dev ve bernade.Wî dikuje, Dike parçe û dide milê xwe,da bavêje binê bîra Berdewêl. Di wê kêlîka ,ko Reşo di taristaniya binê bîrê de ye,jina wî ji banî ve parçên laşê kurê axê tavêje binê bîrê.Lê,Reşo ji desthianîn nakeve,lê bi dengbilindî nav di xwe dide.Wilo ew û jin dengê hev dinasin. Piştî ,ko Reşo û jina xwe vedigerin,şerekî çînî bi axê re vêdixin û di şerê xwe de bi ser dikevin,da wekheviyê di gundê xwe de pêk bînin. 3.Folklora Kurdî( Kurmancî ): Ev pirtûk ji 205 rûpelan pêk hatiye.Bi du beşan bi nav bûye.Beşê yekê ji heft parçeya pêk hatiye.Ew jî :Helbest û berdîlan,Berdan,Berdestarî,Berbûkî,Stiran û lawik,Lavij,ûLavijê Botan. Beşê didiwa,yekber e.Ew jî: " Avêtina ser,yan şer û serpêhatî ".Di vî beşî de 13 navdarên civaka Kurdî himbêz dike. 4.Jînenîgariya min: Ev pirtûk,hem bi qilafet,hem jî bi jimara rûpelên xwe,mezintirîn pirtûkên Seyda Cegerxwîn e ( 414 R. Ji destê mezin ). Seyda Cegerxwîn bi bihnferehî û hûrbînî morîkên jînenîgariya xwe,libo libo bi dar ve dike û dide dest xwêner. Ew li ser gundê xwe,mal û malbata xwe,jiyan û civaka gundiyan diaxife.Li ser xwendin û koçberiyên xwe radiweste.Kîn,berberî û dubendiyên civaka xwe berçav dike.Talan û serpêhatiyan,şer û pevçûnan,doz û daxwazan nîşan dike.Herêma Omeriyan,bi navdar û nakokiyên wê ve,bi ceng û berxwedanên wê ve, hemberî zor û sitema dewletê pesin dide. Şûn û warên xwe jî,li binxetê,destnîşan dike.Herweha navdar û bûyerên vê herêmê jî di bin awirên xw re derbas dike.Li vê herêmê,bi saya xwedê û Şêx Mihdî,Seyda ji kokê tê guhertin.Ew dibêje: " Şêx Mihdî,ez ji xewna kevneperestû bi carek şiyar kirim...". Wilo,derbasî nav refê Xoybûnê dibe û li civatên Bedirxaniyan dibe têkildarê gelek navdarên weke:Mîr Celadet,Osman Sebrî,Dr.N.Zaza,Hesen Huşyar,Dr.E.Nafiz,Reşîdê Kurd,Qedrî Can û bi wan re dibe hevpişkê kêferat û berxwedanê di ber gel de.Lê piştî ko dem û dewran bi ser Seyda de çewt tên,hêviyên wî dişikin.Êdî ev nifş,bi demê re hêdî hêdî ji perxa gerdûna Seyda derdikeve. Belê,jînenîgariya xwe bi nûçe û bûyerên herêmane,welêt û yên navnetewî dineqişîne,tanî serristika xwe,li penaberiyê,li Swêdê,bajarê Stokholmê,girêbend dike. 3.Zimanzanî: Wilo jî ziman ji keda xwe bêpar nehiştiye.Belê,di vî warî de jî,destê xwe daniye ser birînê.Loma berê xwe daye " Awa û destûra zimên ". Ango, hewl daye,ko aloziyên zimên,di warê gramerî de,çareser bike û zimanê nivîskî bi pergal bike.Wilo jî ev ziman bi ferhengî parastiye û "Ferhenga Kurdî " ji du cildan daniye. 4.Mîjozanî: Bi ser ko Seyda Cegerxwîn ne dîrokzan e,lê hewl daye,ko xwe di vî warî de jî biwestîne û behweriyên xwe di levalandina dîroka Kurdî de, Çi dîroka kevnar be,çi jî ya serdem be,berçav bike. IV.Evîndarê welêt: Dimîne em mijara xwe li ser helbestê – beşê mezin di afrandinên Cegerxwîn de – bibin serî.Belê,Cegerxwîn,di helbestê de,hingiviye her babetê jiyanê.Lê kula wî evîn e.Wî jî ceger bi arê evînê sotiye.Loma şax û paxên evîna wî xwe berdidin ser dîlberê,ser welêt,ser pirsên civakî,eborî û serxwebûna gel.Wilo jî aştî,biratî û heskirinê di bin sîwana xwe de diparêze.Lê ji ber em ne desthilat in,ko hozanbêjiya Cegerxwîn bi rewanî raxin,em dê li ser çend movikên serekane di hozanbêjiya wî de rawestin: 1.Evîn: Evîna Cegerxwîn evîneke sermedî ye,lewra mercên evînê li ba wî zor û giran in.Belê:
Hetta di işqê wer nebî,dil wek biyokê zer nebî Wek Mem evînperwer nebî,ma tê bi wê Zînê çikî Cegerxwîn di evîna xwe de noq dibe,êdî amade ye can û dil jî di ber yara xwe de winda bike û xwe bike goriyê evîna xwe: Ez ji xew rabûm,gulfiroşek dî Pir gelek şa bûm,gul bi dil didî Gul bi dil didî Bazar me kir,go ser bi ser nadim Ê gulperest bî,can û dil didî can û dil didî Erê,Cegerxwîn di evîna xwe de giha,lê yara xwe ne hişt veşartî di dilê xwe de.Xwest yara xwe bi herkesî bide naskirin,loma ew bi nav û nîşan kir û rewşa wê jî diyar kir:
Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar e Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e
Cegerxwîn rûmeta evîndariya xwe bi hebûn û geşbûna evîndara xwe dinase:
Ger ne bilbil dilbijokê sorgula rûgeş bitin Rûmeta wî bilbilê bê sorgula rûgeş çiye
Lewra Cegerxwîn dikeve pesnê sorgula xwe ya rûgeş de,dibêje:
Welatê min tuwî bûka cihanî Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî Şepal û şeng û şox û naz û gewrî Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî
Wilo,ne tenha Cegerxwîn kete agirê evîna dil de,da ji ber bike qêrîn û hawar,lê dilbera wî jî bi agirê wî hate sotin:
Dûrketim nêzîkî her dem min di dil danî welat Nagirîm îdî nemaye dewrê giryanî welat : Pêtiyên agir ji hilma min gihan çerxa felek Min Cegerxwîn bûye agir te li ser danî welat
2. Derd,êş û jan: Ji derdê dûrketina yarê dilê Cegerxwîn ji derdan mişt dibe û dibe pengavek ji ahînan:
Me dil pingave kûr û bê perave Ji ahîna du dêmên wek nivişke
Lê,ji ber bidestxistina yara xwe,Cegerxwîn dikeve kêferatê,dibe Zab û Ferat,dikele û dinale:
Wek Ferat û Zab û Dicle, dil dinalî roj û şev Xum-xum û guv-guv dikim wek kerkeşa pîrême sz
Dilbera Cegerxwîn guh nade êş û azariya wî,loma gazinan ji nazdar û şepala xwe dike dike:
Nazedarê nûbiharê sorgula ser şax û darê Rû dibin çar û xumarê,dêmdur û ebrû keman : Dîlber û şox û şepalê neynika ,ewq û şemalê Guh neda wê nalenalê fêde nakin sed eman
Cegerxwîn di rewşa dîlbera xwe de mijûl dibe,lê ti riyan jê dernaxe.Loma gazinên xwe dighîne xwedanê jorî,da berê xwe bide rewşa wî û wî ji bîr neke û daxwaza wî ,di vê rê de,bi cih bîne:
Di tarîka şeva hicran çiraxek sîfet im ya reb Ji ser heta piyan ar e,bi carek vêketim ya reb : Meger ez Restemê Kurd im fîraqê ez nexweş kerdim Cegerxwîn im siyahçerd im,di kunca xelwet im ya reb
Wilo,Cegerxwîn li ser rewşa civaka xwe dihêwire,li ser sedemên dûrketina ji dîlbera xwe radiweste.Piştî vê lêmijûliyê êşa xwe destnîşan dike û tiliha xwe datîne ser birînê:
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar Xizanî yek , ewê dî her nezanî Weke şêr û pilingan em diçûn hev Penîr Rovî ji meydanê hilanî 3.Bandora sosyalîzmê: Bandora sosyalîzmê,di hozanbêjiya seyda Cegerxwîn de,bi gelek awayan belû dibe û ramyariya wî,di demeke dirêj de ,dorpêç dike. Nemaze piştî biserketina şoreşa Oktoberê û serkêşê wê Lenîn û di pey wî re Stalîn:
Me ji Linîn û Stalîn girtin ev rêçik û dîn Ko tû seyda wilo arzan bikûzî nîne rewa
Seyda piştxwirtiyek di hebûna Leşkerê Sor de didît.Vê behweriya wî bihtir cih girt,nemaze piştî damezrandina komara Mehabadê.Loma behwer bû,ko dora azadiya Kurdan ,bi hebûna vê sîstemê re,hat:
Ey Kurd tu bizane ko cîhan her dem û dor e Serbestî û azadî bizan kotek û zor e Zincîrê ji gerden bişkîn zû were meydan Îdî tu metirs pişt û bira leşkerê Sor e
Di bin siha vê bandorê de,Cegerxwîn xebata xwe berdewam kir û rewş û cenga welatê xwe bi ya navnetewî ve girêda,lê bi taybetî beşê sosyalîzmî.Bi asanî destê xwe dida destê hemî azadîxwazên cîhanê dijî imperyalîzm,kolonyalîzm û kevneperestiyê.Wilo,şerê dek û dolabên ko ne tenha di Rojhilata Navîn de dihatin danîn dikir,lê wilo jî şerê hemî peymanên leşkerî dikir.Li ser peymana Tirk û Pakistan dibêje:
Peymana dîlî,gerdenşikestî Tijî koletî , hemî bindestî : Zincîra dîlî giran û dugurd Xiste gerdena Tirk û Laz û Kurd
Wilo jî peymana Bexdê şermezar dike û tinazên xwe bi peymandarên wê dike,dibêje:
Destên Ismet şikandin wa xistine cebsînê Dijmin li Tirk siware,Beyar digre dezgînê Kurd bindeste li pey wan tenê dikî nifrînê Diçin riya felaket qet guh nadin qêrînê
Bi miletên azadîxwaz re şahî dikir.Lewra serketina miletê Viyetnam, di şerê Diyan Biyan Fû de,pîroz dike û payebilind dibîne:
Diyan Biyan Fû,Diyan Biyan Fû Lingê koledar ji ser te rabû Krên te gernas xwe dane kuştin Navek pir bilind ji bo te hiştin
Hestên azadîxwazî û serfiraziyê,di navbera Cegerxwîn û cengdarên cîhanî de,hevpar bûn û pêrgî hev dihatin....Pol Robson jî yek ji van stranbêjên şoreşgêr bû ,yên ko Cegerxwîn gaziya xwe lê dike:
Dengê te ê xweş her kes dixwazî Wî dengê şêrîn... Bêje ey heval,hevalê delal Bi saz bi qîrîn... Bimrî koledar,bimrî koledar Bijî azadî,bijî serbestî
Wilo jî dengê xwe dighîne hemî azadîxwazan,da destan,bo serxwebûna xwe bidin hev :
Hindî û Çînî , Ereb û Hebeş Hemî bibin yek,çi gewr û çi reş 4.Ceng: Seyda,di rîvebirina cenga xwe de li pirsa xwe ya gelêrî dihêwire û dipelîne,ko komelên navnetewî jî pişta xwe dane vê pirsê.Lewra li wan dike hawar:
Komela heqqê mirovan,heqqê her kes daye wan Dengê Kurd kes nabihîze sed hewar û sed eman
Wilo jî berê xwe dide birayên xwe,yên misilman.Dide wan kesên,ko wekheviyê,di mafên mirovanî de,dicivakên xwe de dixwazin,lê rê nadin zimanê Kurdî ko bi rola xwe rabe:
Ev birayên me misilman dev ji me bernadin Qey rast e em kole ne ew ji me re esyad in
Heqqê jin û hiqûqê insan dixwazin Lê destûra zimanê me ji me re qet nadin
Êdî Seyda,rîvebirina cenga xwe bi durustî dipelûne.Di bîne ko berî hertiştî guhertin di nava civaka wî de pêwistin,lewra xwe ji vê cengê re diçikilîne û wê li sê zîlanên bingehîn dabeş dike: eborî,civakî û zanistî. a. Di warê eborî de : Seyda dibîne,ko rewşa eborî roleke mezin di warê pişketin û xwenasînê de,di warê şiyarbûn û çavbelkirinê de dileyize:
Miletê reben qet nabî hişyar : Malê te dixwin bi zor û bi dar
Da civaka Seyda,di warê eborî de,li ser piyên xwe raweste,gazî dike ko herkes berê xwe bide kar û ji keda xwe bijî.Nemaze ew beşê ko xwe dispêre pars û zekatê:
Ew dewr û dolabê dinê ma jê tu çi dibînî mela Cotkar jî wek te ma reben,tê jê çi bistînî mela b. Di warê civakî de: Da Seyda hevalbendan,di vî warî de,li xwe bide hev,dijminê qada bindest pê dide nasîn:
Paşa û begler,axa û muxtar Malê te dixwin bi zar û bi dar Lê şêx û mela dixwin bi nivişt Seyda vî beşê civakê di çav hevalbendên xwe de rûreş dike,dema wan dike dostên neyaran:
Axa li ser masa neyar kasê li kasa wî didî
Wilo jî wan bi zikreşî û xedarî berçav dike,dibêje:
Me dî şêxek bi şaş û cubbe derket Wekî şahan ji bircê hate xware : Mi dî çav û birû tev de dilîzin Me zanî ev ne şêx e , koremar e
Seyda,di vê cengê de ,destê xwe dide destê qada bindest.Dide karker,cotkar û belengazan.Da bi hev re şerê şêx,mela,beg,axa û hemî çînên serdest,lê ji wan ew kesên ko pişta xwe dane pirsa gel, bikin.Lewra geh şîretan li vî beşî dike,geh jî li wî beşî dike.Berê xwe dide melan,ew bîrewerên civakê,gazî dike:
Mela rabe ji xew îro Heta kengî mirîşo bî Bi destê dijminê milet Ne şerme,ko tu kaşo bî Wisa jî diyar dike ,ko diya çerx û felek e,dem û dewran e,ji kesekî re namîne û zordestî dom nake.Belê ev çerx nala gera ferên êş e:
Ger li aşî guh bidêrî çerxê gerdûn tête bîr Ê nezan qet nabihîzî xeyrî deng û çeq- çeq e c. Di warê zanîn û nasînê de: Seyda êş û jana civaka xwe,berî her tiştî,di kewdeniya gel de didît.Hawar dikir da nifşê nû berê xwe bide xwendin û zanînê,dergehê pêketinê :
Xwendin nebî kes naçe pêş Peyda dibin pir derd û êş Da jina Kurd jî,di vê civakê de, hevpar û hevpişk be bi beşê nêr re,doza şiyarbûna wê jî dikir.Doz dikir ko girêbendên civaka kevnar biqetîne.Yek ji van girêbendan serrûk bû:
Sed tif li wê perda te bî Ko daye ber xalên diqer V.Dengdan: Seyda kok û bingehên nav û dengê xwe xweş dizane.wilo bi asanî û rewanbêjî ji yara xwe re dibêje:
Eger şoxî , eger şengî Eger rindî , sipî-rengî Li ser te min bi vî rengî Di nav Kurdande deng daye
Dimîne,em di dawiya vê kurtexwendina xe de bêjin,ko SEDSALIYA Cegerxwîn birînêm me ji nû ve vekirin.Erê Seyda bûye birîna hemî dilan,lê wilo jî bûye çira hemî malan û gula hemî zaran.Jêmayên wî bûne findeke vêketî di jiyan û ramanên miletê wû de. Seyda,li gorî bilindbûna bejna toreya xwe pirs bi şûn xwe de hiştin.Lê,em dibêjin:
Ev çi pirs in... Eger kî bû,welatlî bû Şivanê dîn û zana bû Cegerxwîn bû,cegerda bû.
Peyva dawî piştî vê raxistinê dixwazim bibêjim. Ew jî ew e, ko gerek e heyberê evra \ ango muqeddes\ li ba xwêner nebe, lê dema mirov rexnê bike gerek e neynika rexnegir berhem, dem, rewş û pileya rewşenbîriyê be.
- Dawî – Piştî xwendina lêkolîna Rezo,birûska rojnama NEWROZ hate xwendin :
Birûska Rojnameya Nweroz Di bîranîna seydayê Cigerxwîn de Xwiş û birayên hêja... Tevî ko me bi derengî bihîst wê Kovara PIRS-ê şeveke toreyî di bîranîna helbestvanê kurd ê gewre û navdar CIGERXWÎN de li bajarê Qamişlo li dar xîne, em xwe neçar dibînin ko bi dilgermî û dilsozî piştgiriya vî karê we yê pîroz bikin, da ko em hemî bi hev re, gurzek gul û beybûn deynin ser gora vî mirovê hêja , yê ko di dema tarî û tengasiyê de, mîna çiyayê Bagokê, li kêleka doz û zimanê gelê xwe rawestiya ye, bi mêrxasî, berevanî di ber mafên gelê xwe yên dadmend û rewa de kiriye... Bêgomane ko, rola helbestên seydayê Cigerxwîn di hişyarkirina hestên netewî yên kurdî de, roleke mezin bû. Bi hestên xwe yên nazik, bi gotinên xwe yên şêrîn, Cegerxwîn karîbû raman û bîrbaweriyên kurdayetiyê bigihîne her mirovekî kurd, û helbestên wî, ser rûpelên dilan hatin nivîsandin û ezberkirin. Cigerxwîn, ketiye her maleke kurd, û cihekî xwe yê bilind û bi rûrûmet, di toreya kurdî de girtiye. Seydayê Cigerxwîn, ne tenê mirovekî helbestvan bû, lê belê ew bîrewer, aqilmend, zaniyar û siyasetmedar bû, wî dîroka gelê xwe û toreya wî ya Kevin hûr hûr xwedibû, ji ber wilo jî, ew ji kurdan re bûbû dibistan...! Di baweriya me de, wefaya sereke ji seydayê nemir Cigerxwînn re ewe ko em evîna zimanê kurdî di dil û hişên nifşên xwe yên nû de biçînin û dara wê av bidin, wan fêrî zimanê dayika wan bikin, wan fêrî hezkirin û rêzgirtina hev bikin, ji ber ko mezinên me gotine:" Hezkirina ziman ji hezkirina welêt e ..." Bera destên we sax be birano, em mezinên xwe ji bîr nekin, mêjûya gelê xwe bi reşî û ronakên wê ve ji bîr nekin, jê sûde bigrin, ji ber ko, yê mêjûya wî tune be, paşeroja wî jî tune ye, û em hemî bi hev re, ji bo çand, tore û zimanê kurdî mil li mil kar û xebatê bikin. Sed silav bo giyanê seydayê nemir Cigerxwîn. Sed silav bo giyanê hemî rewşenbîrên me yên temenê xwe di ber, hebûn, ziman û doza gelê xwe de winda kirine. Û sipas bo we hemiyan Komîta rojnameya NEWROZ 22-10-2005
Piştî xwendina birûskê , Konê Reş helbestek bi navê Cegerxwîn xwennd û di pey re gotareke panoramî li ser jiyan û berhemên Cegerxwîn ji guhdaran re pêşkêş kir.Di nav de jî,helbestek di bin navê şîna Cegerxwîn de ,ko di roja 25.10.1984 an de nivîsîbû,xwend : Cegerxwîn Di axbeyareke Kurdistanî de Sinbilek şînhat Bi navê Cegerxwîn , Bi ba re dixilîya Lê qet ne tewiya ; Di zivistanî de, Tevî bef û bahozên Ku dihatin , Pişkivî ,zîl da û Bû kat , Di buharî de Bû şîndar , Lê bi tenê , Bê dost û heval .. Ta ku bi ser de hat Havîna gerim Hingê ji nû Hişk bûn libên; Sinbilên zer .. Ne pûç ne kwîrik , Xurû genimê zerik Çaxa dem xîvirî û Bû payiz , Ba leyist fîze ..fîz Hingê ji nû , Ji wî sinbilê genim sor Lib pekiyan ; Yeko .. yeko Dor bi dor û Tev di wê axbeyarê de Belavbûn , Tovekî nû .. Di xakê de Hat werbûn , Ji wê libê , ji wî sinbilî 100 libî zîl dan , pişkivîn û Bûn sinbilîn genim sor , Dema ku bayê nû hat Ew sinbilên nû Bi wî bayî re Xilîyan û gotin : Cegerxwîn .. Cegerxwîn ..
Gotara Konê Reş jî panorameke kurt di kar û jînenîgariya seyda Cegerxwîn de berçav kir : Careke din Cegerxwîn
Konê ReşEw ji nifşekî bû ku ji berî 21 salan ve çavê me bi gotineke wî ya nû neketiye.Wek ku her tişt bi koçkirina wî re hatiye guhertin . Ji ber ku nimûneyên weke wî pir kêmin .Vêça wek hûn dibînin , va em bîranaînên xwe derbarî wî, bi ser hev ve pîne dikin , da ku em wî û kesên weke wî bi bîr bînin , û jiyana ku em tê de dijîn, bi bakî nû û xunavî re ,bi ser me de bibare ,û em di navbera serboriya gotinên wî , awir û nerînên wî , ewên ku xweş dibistan bûn ji me re, di warê jiyan , rewşenbîrî û gotina resen de milevaniyê bikin, ewên ku ji dil û canê wî dihatin der ,da ku em sûdekê ji xwe re jê wergirin . Ew Cegerxwînê Hesarî bû , ewê ku pêmayekî zengîn ji helbestan ji me re hiştiye û em bi helbestên wî ta roja îro,xwe paye û serbilindin dibînin. Hêjî ew bi rewşenbîriya xwe ya jiyanê, ewa taybetî pê di nav me de amadeye. Navê wî, bi saya helbestên wî ji nav gel nayê jibîrkirin. Ew helbestên ku rojên çetîn û dijwar derbas kirin ,û hêj jî di nav me de amade , wek ku ew nemiriye . Ne xasim dema ku em li gotineke Kurdî ya resen digerin , hingê em wê gotinê di nav helbestên wî de dibînin û bi taybetî, di nav helbestên wî ewên ku dengbîjan kirine stiran û li ser zarê her mirovekî Kurd in. Cegerxwîn ji malbateke xizan , nezan û belengaz bû . Bavê wî cotkarekî Hesarî bû , ev gundê ku di destpêka çerxê 20 an de , cîgehê kuştin û berberîyê bû . Di wî heyamî de , cehalet û nezanînê konê xwe di ser Hesarê re vegirtibû , ji 20 gundên wê herêmê mirovekî xwendevan peyda nedibû ku nameyekê bixwîne ... Cegerxwînê xort ji Hesarê destpêkir ,û berê xwe da xwendina olî , di nav re xwe dît ku bê hemdî xwe ber bi hûnandina helbestê ve diçe , û weha bi toreyî li pêşberî Melayê Cizîrî , Ehmedê Xanî û Feqehê Teyran sekinî , destê xwe ser hev danîn û ji pêmayê wan tûrikê xwe dagirit . û bi dûv xwendina olî de li her 4 perçeyên welat geriya ,êş û janên gelê xwe ji nêzîk ve naskirin... Dawî şaşik û cibe avêtin rih birî û şortê Firansîzî li xwe kiri û xwe berda sikakên Amûda şewitî, bangkir û got :
Kurdino merdino pir xweşe serxwbûn Da bikin bo welat yan mirin yan hebûn
Hingê xelk di çarşîya Amûdê de lê kom bûn , dilê xwe pê şewitandin û ji hev re gotin : mêzekin Mele Şêxmûs dîn bûye ? şaşka xwe avêtiye , riha xwe qusandiye , cibê xwe dirandiye û cilên gawiran li xwe kiriye û hinan digot : heyfa kurê bavan çi xortê bedew dînbûye ! Xwedê neyne serê kesî...?! Cegerxwûn yek ji wan mirovên ku hez jiyanê bi tev hûrikên wê ve dikir û gelek caran gotinên wî wek helbestan bûn bê ku bêne nivîsandin , wek : 1 – Carekê çûye oda Evdî Axa yê Xelo ,derbasî odê bûye û gitiye : merheba Axayê Kera ....Hingê gundiyên di odê de rûniştî behitî mane ,devê wan maye jihev û li Axê mêze kirine,çawa Cegerxwîn ji Axê re dibêje Axayê Kera ?! Hingê Cegerxwîn li wan vegerandiye û gotiye :Hûn kerin law ,ez we re dibêjimûn ... 2 – Careke din ew di gel çend û berpirsyarên Partî li çayxaneke Qamişlo rûniştîbûn,yekî ji wan ji Cegerxwîn re gotiye: Seyda,tev berhemên te bi zimanê kurdî ne û birayên me yên Ereb tê nagihêjin bê tu çi dixwazî ,de hela bi zimanê erebî jî binivîse da ku ew kêşeya me nasbikin û mafkê me bidine me...?! Hingê Cegerxwîn lê guhdarî dikir û di pencerê re li kolanê dinerî û didît ku yekî Ereb pêxwas derbas dibe,hema di derhal de lêvegerand û got:Mêzeke li evê Ereb,nikare mafê lingê xwe bidê ,wê çawa mafê me bide me... ?! Gelek lêkolînvan li dor helbestên Cegerxwîn rawestiyane , gelekan ji wan pesnê wî dane ku ew tekane helbestvan bû di heyamekî de hat yên weke wî pir kêm bûn, hem jî ku wî bi xurtî li tev deriyên toreyê daye û derbas bûye ta pileyekê ku tê gotin: Cegerxwîn polîtîk û tore bi hev ve girêdane , tevî ku maye mêldarê hûnandina helbestê û tev his û hestên xwe di vê rêkê de xerc kirine û vê yekê hiştiye ku piranîya helbestên wî ta roja îro li ser zimana bin ... Cegerxwîn xwe berdaye nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe , ew xwedî gotin bû û gotina wî cihê xwe digirt . Ew yek bû ji wan kesên sereke ku bi berhemên xwe kovara ( Hawar ) ê ya Mîr Celadet Alî Bedir"Xan dixemiland , û ta rojên xwe yê dawîn ma li rex welatiyên xwe bi tev kul , êş û xemên wan, hem jî wî ji tev şoreşên Kurdan re helbest gitine û rojekê pênûsa xwe nekir bin xizmeta şêxekî olî an axayekî zordar de , bi tenê pênûsa wî wek şûrê azadiyê bû di dest de , bi wî şûrî şer dikir ku xwe bighîne azadiyê . Kurtiyek ji jînenîgeriya Cegerxwînê Hesarî1903 – 1984 Cegerxwîn bi navê ( Şêxmûs ) ji dê û bavekî Kurd yê gundî, cotkar û belengaz di sala 1903 an de li gundê Hesarê çêbûye , ji 11 xuşk û bira , tenê 3 ê mane : Xelîl , Asya û Şêxmûs.Di zaroktiya xwe de wek karker di danîna herdû şivên hesin de kar kiriye,di navbera Nisêbînê û Amûdê de ewa ku Almanan di cenga cîhanî a yekemîn de bingehê wê danîn. Di sala 1918 an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê çûye ber dilovaniya xwedê , piştî mirina wî bi salekê ,ango di sala 1919 an de diya wî Eyşanê ya ku temenê wê 70 salî bû li gundê ( Bêdir Memo ) çûye ber dilovanya xwedê . Û weha Cegerxwîn pêlekê li bal xuşka xwe Asya û birayê xwe ( Mele Xelîl ) jiyaye .
Jiyan û xebata Cegerxwîn di nav Kurdên Binxetê de : Cegerxwîn di sala 1920 an de berê xwe daye xwendina olperstî , bi dûv xwendinê de li her çar perçeyên Kurdistanê geryaye û rewşa gelê xwe baş naskiriye . Di sala 1927 an de , keçxala xwe ( Kehla Selîm ) ji gundê Hesarê ji xwe re anîye û li Amûdê bi cih û war bûye . Di sala 1928 an de , xwendina xwe qedandiye û îcaza xwe wergirtiye û bûye Melayê gundê ( Hasda Jorî ) li nav hoza Mêrsîniyan , nêzîkî Amûdê. Di sala 1932 an de , helbestên wî di kovara ( Hawar ) ê de hatine weşandin , ewa ku Mîr Celadet Alî Bedir “Xan li Şamê çap û belav dikir . Di sala 1936 an de , Cegerxwîn bi çend malan ve 2 gund ji xwe re li beriya Mêrdînê ava kirine , bi navê ( Çêlekê û Cehnemê ),bi alîkariya Haco Axa. Di sala 1937 – 1938 an de , Cegerxwîn û çend hevalên xwe komelayek li bajarê Amûdê ji xortan re vekirine ... Di sala 1946 an de , Cegerxwîn mala xwe ji gund biriye Qamişlo , û ketiye nav siyasetê de û di wê salê de ( civata Azadî û yekîtiya Kurd ) hatiye damezirandin di bin serokatiya Dr. Ehmed Nafiz û sekretêriya Cegerxwîn de ... Di sala 1948 an de , Cegerxwîn bûye hevalê partiya ( Komonîsta Sûriyê ). Di sala 1949 an de , cara yekemîn bû ku Cegerxwûn hatiye girtin . Di sala 1950 î de , Cegerxwîn bûye endam di civata ( Aştîxwazên Sûriyê de ) . Di sala 1954 an de , ji hêla Komonîstan ve bûye namzadê perlemana Sûriyê di gel hevalê xwe Ibrahîm Bekrî ... Di sala 1957 an de , ji Komonîstan dûr ketiye û di wê salê de di gel çend hevalên xwe rêxistina ( Azadî ) damezirandine û piştî pêlekê tevî paritiya ( Demoqratî Kurdî ) li Sûriyê bûne ... Di sala 1959 an de , Cegerxwîn ji neçarî revyaye Îraqê û 3 ê salan li wir bûye mamostayê zimanê Kurmancî di zanîngeha Bexdayê de . Di sala 1962 an de , hikometa Îraqî bera Cegerxwîn dane , Cegerxwîn vegeryaye Sûriyê û li Sûriyê hatiye girtin lê piştî pêlekê hatiye berdan ... Di sala 1963 an de , careke din Cegerxwîn tê girtin û dikeve zindana ( Mezê ) de li bajarê Şamê , piştî pêlekê ji berdana wî , wî sirgûnî bajarê Siwêda li nav Dirzîyan dikin . Di sala 1969 an de , careke din Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê û dor salekê bi Pêşmergan re dimîne . Di sala 1973 an de , ji neçarî berê xwe dide Libnanê û li Beyrûtê dîwana xwe ya 3 yan ( Kîme Ez ) û çîroka ( Salar û Mîdya ) çap dike . Di sala 19 76 an de , ji Libnanê vedigere Sûriyê bajarê Qamişlo û lê dimîne ta sala 1979 an ku diçe Swêdê.
Li Siwêdê:Di sala 1979 an de , Cegerxwîn berê xwe dide Siwêdê bajarê seqem û sermê , û her 5 salên xwe yên mayî li wir derbas dike . Di roja 22 / 10 / 1984 , li bajarê Stokholmê serê xwe datîne û diçe ber dilovaniya xwedê ... Di roja 28 / 10 / 1984 an de , termê wî gihişt bajarê Qamişlo û bi beşdarbûna cemawerekî zor mezin termê wî di hewşa mala wî de veşartin .
Zarokên wî : 2 u kur û 4 keç in : Keyo , Azad , Gulperî , Rojîn , Beniye û Selam . Ta roja îro 26 nevîyên wî hene .
Berhemên Cegerxwîn yên çapkirî: 1–Pirîsk û Pêtî 1945 –Şam. 2–Cîm û Gulperî ( çîrok ) , 1948 – Şam . 3 – Sewra Azadî , 1954 – Şam . 4 – Reşo yê Darî ( çîrok ) , 1956 – Şam . 5 – Gotinên pêşîyan , 1957 – Şam . 6 – Destûra zimanê Kurdî , 1961 – Bexda . 7 – Ferheng , perçê yekem û duwem , 1962 – Bexda . 8 – Kîme Ez ? , 1973 – Beyrût . 9 – Salar û Mîdya , 1973 – Beyrût . 10 – Ronak , 1980 – Stockholm . 11 – Zed – Avesta , 1981 – Siwêd . 12 – Şefeq , 1982 – Siwêd . 13 – Hêvî , 1983 – Siwêd . 14 – Aşitî , 1985 – Siwêd . 15 – Tarîxa Kurdistan ( 1 ) , 1985 – Siwêd . 16 – Tarîxa Kurdistan ( 2 ) , 1987 – Siwêd . 17 – Folklora Kurdî , 1988 – Siwêd . 18 – Jînenîgeriya min , 1995 – Siwêd . Her weha çend pirtûkên wî yên din jî hene . Cegerxwînê dest zêrîn , Cegerxwînê ku bi sedan şagirt bi saya afirandinên wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûn , Cegerxwûnê ku 60 salî xebat û bizav bi berdewamî di ber zimanê Kurdî de kir , 60 salî di pêvajoyeke pîroz de liviya û xwe jê ne da alî , bi saya gel ew çêbû û bi saya wî şagirt çêbûn , di navbera vê hûnandinê de zimanê Kurdî pêşket û afiriandinê cihê xwe di nav berhemê me de dît Erê ,Cegerxwîn mîna semyanekî sembolîye ji gelê Kurd re,ji mafê her kurdparêzekî ye ku, xwe bi navê wî paye û berz bike ,di nav gelên cîhanê de .
Ji xwendina li ser gora Cegerxwîn Meyger tu binê ez li dinê herwekî fîl im Şûva ko me ajotiye,tovê xwe biçênin Xêzên me nivîsîne bi xwe ayetê kurd in Dê pişt me re ew di civatan de bixwênin Doza ko me kir ew bi xwe Mûsa ne gihiştî Kurdên me dizanin bi xwe rêça me bibênin Ger ez bimrim,axa cebana me bixwî tev Mizgîn ji welat bo me di gorê de bişênin Ma qey tu nizanî,ji kulan bûme Cegerxwîn Dermanê me ye serxwebiwîn,bo me werênin
Konê Reş gotina xwe ,bi xwendina helbestekê,bi dawî tîne.Dibêje:
Min ev helbesta bi navê Şîna Cegerxwîn di roja 25/10/1984 an de nivîsandiye dema ku min sehkir seydayê Cegerxwîn koça dawîn kir: Şîna Cegerxwîn
Va Cegerxwînê delalî Xatir ji me xwest û çû Li dûriyê der bi derî Serxwebûn kula dil bû Nav / dengê v, hozanî Li cîhanê belav bû Ne kêmî( Lork / Nîroda) Ji gelê xwe re dan bû
Weke(Taxûrê)Hindokê Ew Cegerxwînê Kurda Navê xwe di dîrokê de Serbilindî wî hilda Pir bi bêriya welat bû Hildigirt barê derda Perîşan / belengazî Pesnê miletê xwe da
Li tev perçên Kurdistanê Ew geriya û dêra Êş û janên miletê xwe Di nivîsî wek mêra Her dem bi êş û birîn bû Xwezî bi derbên kêra Buhişt danê got;min navê Ma ev ne rengê şêra!
Dil û ceger xwe diyar kir bo hemû gelên bindest Ji ol û êlê xwe naskir Pêşketin here serbest Ne tenê Niştiman, bû Mirov b û aştî dixwest Bi azadî[ serbilindî Dijî cengê ma[ newest
Ew dîwanên pir giranî Ji mere bûn dibistan Kul û xeman şevîn tanî Dîwan çêbûn ji ristan Ra / tevdîr têde danîn Sorgul geş dike gulîstan Bi merdî ji dil û canî Bû hevalê bindestan
Oxir buhişt be lo kalo Va te xweş kir ev jiyan Nav û zarê Miletê xwe Te bilind kir li cîhan Sed xwezî yên wek te hebin Weke XANî ji Botan Va dîroka çanda Kurdî Bi pelên nû te tevdan
25-10-1984 Qamişlo Konê Reş
Lê,şîna seyda Cegerxwîn , bi ser derbasbûna 21 salê de jî , dimîne şîneke giran û birîneke rewşenbîrî . Lewra gelek helbestvanan şîn li ser koçkirina wî kişandine û birîna dûrketina ji hozanê xwe,di nava xwe de , pelandine . Di vî warî de Bavê Helbest jî kulên xwe , di riya şînehelbestekê re radixe. Dibêje : Şîna Cigerxwîn
*Bavê Helbest
Seyda serî danî ji nav kurda Axîna millet hewar û qîrîn Welat bi carek xwe reş girêda Zarok û mezin pîr û ciwan digirîn Ji me sitandiye goristanê Helbestvanê mey hêja Cigerxwîn Şînê daniye li kurdistanê Hêsir weke baranê dibarin Ava çem û kaniya rawestiyan Gul çilmisîn, dara dil bi kul bû, hew dixwîne xwe weşandin Bilbil deşt û çiya û zozan dinalin Jîna xwe bihurt, tev ger û tevger Şeş dehê sala xwîn kiribû ciger Bi şîret û helbesta deng dida Seyda li her şar û gundî li her der Ji min bawer bikin sitem xwîn e Gotina seyda kê bawer nekir Çav vekir seyda xame kir tiving Ji rê neçû bi zindan û lêdan Bi şoreşgerî deng da cîhanê Serokê helbestvanl kurdistanê Li her cî li nav her welata Ji vir bigre ta Sovyetistanê Bi xamê pêxist çira azadî Seyda bi helbesta şoreşgerî Pêşmergê pêşî li kurdistanê Rêka şoreşê kiribû ronahî Bel kir li çar kenarê jînê torê kurdî rakir da xuyayî Wek hîm û çiya bû can paqijî Kanî û derya bû ji helbesta Tanî bar kir gora teng û tarî Doza miletê xwe qet berneda Pêşmergê wekhevî û aştiyê Lênînê kurda ye bi xwe seyda Torê kurdî seyda zû ava kir Dabû ber rêça pêşketinê Li kurdistanê dîwan bela kir Ji bo zanîn û bo xwendinê Welat bi derd û êşe birano Ciwan û hêja ye guh bidinê Helbestvanê xêzanê cîhanê Mêvanê Cezîrî û Herîrî Vexwariye şerbeta biyanê Naçe ji nav kurda wê bimînî Ji niha ta roja nemanê Di dilê me kurda de evînî Te ji bîr nake dîroka kurda Seyda sed hezar carî aferîn Tu yî heyv û tu yî roja kurda Rakiriye hezar hezar cigerxwîn Çûna te pir bi êş û dijwar e Axivîne di pê te re birîn Bêj gnhê me çi bû heştê û çar Ji me bir du rêber û du rêzan Kanî ew cigerxwînê helbestvan Kanî kanî Yelmazê torevan Canê we bi rehmeta xwe şa ke Hêvî û daxwaza me ji Yezdan Tu ne ji destê kurda tenê çû Ji destê miletê bindest teva Perwerê ji rengê te pir kêm in Pêşengê hozanê seda bîsta Şoreşa azadiyê bi xamê pêxist Zimanê kurde roniya cava Cigerxwîn saxe tu car namirî Li jînê heta nave kurd hebî Peyman ji kurên te bavê nemir Ala kurd wê bilind be nakevî Armanca te ey seydayê hêja Kurdistan bilind pê şa bibî Sûnd bi Cigerxwîn û dilê birîn Dil bê kul di gore de rakevî Sûnd bi Şêx Seîd û hemî şehîd Kurd ji meydanê tu car narevî Seyda sûnd bi Qadî û bi Xanê Ev kurd ji riya te dernakevî
Qamişlo 10-11-1984
Belê,bi vî rengî, bîranînên nivîskî bi dawî hatin.Lê,axaftinan û gengeşê aheng xistin çerxa bûyerê de,da her kesê amade dîtin û behweriyên xwe,derbarî vî hozanî ,bîne zimên.Di encûmena axaftinê de,yek zîlan hate berçavkirin û bû cihê behweriya hemî beşdaran,ko hozanê me,ji hêla rewşenbîran ve,negihaye mafên xwe.Ango,hîna bi xurtî lêkolîn li ser berhemên wî ne hatine bikaranîn,wilo jî ev berhem ne hatine wergerandin,da ne tenha Kurd Cegerxwînê xwe binasin,lê wî bi miletên cîhanê jî bidin nasîn. Dimîne em bibêjin,ko hozana Kurd Bêwar Ibrahîm,ji ber hin sedeman,nikarîbû amadeyî şeva bîranînê bibe,nexwest xwe ji vê ahengê bêpar bihêle,lowra gotareke xwe,di vî babetî de,ji me re ,bi derengî,rê kir.Em sipasdarê wê ne...û em karê wê ji yên bîranînê dijimêrin û bi vê panorameya giştî re diweşînin :
Seydayê Cegerxwîn
Di navbera evîn û azadiyê de Li ber bayê pîrbûna roj û salên bihurî, dîmenên jiyanê bi dîwarên bîrdankên ciwaniyê ve hatin daliqandin, yek ji wan dîmenan jiyana helbestvanê fedakar Seydayê Cegerxwîn e, yê ku her tişt fedayî rêka azadî û aştiyê kir; roj, meh û sal dimirin lê daholên nejibîriyê di her gav û kêlîkê de di guhên me de dikin dim dim, şîniyên reş, bobelatên bi xwîn, xweziyên beravêtî û hêviyên kuştî ... di hola jiyana me de şiyar dikin; dengê Seydayê Cegerxwîn daholeke di guhê her kurdperwerekî dilsoz û zimanhez de dike dim dim; dîlana bûk û zavayên mîna Cîm û Gulperî, Şepal û Stêr, Salar û Medya .. di hola yadiyên jibîrbûyî de têne gerandin . Di nav her miletî de dengê azadiyê bi qêrîna pênûsan bilind dibe, li nav gelê Kurd qêrîna pênûsa Seydayê Cegerxwîn jî bû dengekî bilind ji azdiyê re; ew jî bi deyax û berxwedana wî çi di warê polîtîkî de çi di warê rewşenbîrî de, azadî serkêşê xewn û hêviyên wî bû, welat derdê wî yê pêşî û dawî bû. Ji mêj ve şevên me bêriya şevbuhêrkên vejandina dîmenên jibîrbûyî kiribûn, ji mêj ve me dixwest xetîrên vemirandî vêkevin û hêviyên kelogirî bigirnijin; îsal wek her salê rewşenbîrên Kurd ,çalakî û bizavên xwe li bin dara Seydayê Cegerxwîn li dardixînin...., Ev pêngav bêguman cihê şanazî û serbilindiyê ye, vî Seydayê ku bi helbestên xwe em serxewş kirine û hiştiye ku yê meyger şeraba xwe li her xwendevanî bigerîne dema dibêje:
Meyger tu were em qedehek mey bifirînin Serxoşî bibin em kul û derdan birevînin ...... Mestane bibin em ji xeyalên xwe xeber din Da kul di dilê kuştiyên Goran de nemînin .…. Xêzên me nivîsîne, bi xwe ayetên Kurd in Dê piştî me re ew di civatan de bixwînin .....
Ebro şevê Şêrîn devê Lêv hinguvê Xanim ! Ez nexweş im Ne serxweş im Derî veke Canim Bi wî serî Ji ber derî Maçek nedî Narim Ji awirên Çavên belek Zanî birîn- Darim !
Wî li ber bîna evîn û azadiyê xewn û xeyalên xwe kirin kulîlkên xunavgirtî, azadî jêre esmanekî bê stûn bû û erdekî bê binî bû, bi mêraniya xwe di bin darê zor, lêdan û îşkencê de, di nav pencên zîndan, perîşanî û aloziyê de hawar kir û got : “Kurdê Kurdistan, tev şoreş û volkan .. “, wî di nav 40 milyon Kurd de, volkan peqandin û çiya hejandin, bi dengê xwe her çar kenarên Kurdistanê kirin yek, kirasê salên wêraniyê çirand, ew sal ji nû ve hatin lêkirin, hêvî di nav duwa sar û cemidî de geşbûn, giyanên birîndar di nav parsiwên şikestî de hatin dermankirin .
Li ber bîna helbestên wî nasnama Kurdî bû
sirûdeke jîndar; li ser lêvên doh, îro û sibe, bû kaniyek av li ber
karwanekî tî, bû şeqameke germ li ser dêmê dîrokê ... Ma ne hêja ye, em herdem ba kin Ax û xewliyê bi ser xwe da kin Yan bibne dewlet, yan bêne kuştin, Yan dilxweş bimrin, yan dil bi matem
Dermanê Me ye xwendin û zanîn, Xortên xwendevan, tev bûn Cegerxwîn Her bijîn, bijîn xortên nûhatî Her bijî, bijî Kurdistan herdem Bêwar Îbrahîm Qamişlo |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |