|
27/2/2006 Hunermenda stranbêj ya Kurd, Şehrîbana Kurdî: “EZ DIKARIM BI RÊYA STRANBÊJÎ Û MUZÎKÊ XWEŞÎ Û NEXWEŞIYÊN GELÊ XWE BÎNIM ZIMAN Û DI TEKOŞÎNA AZADIYA GELÊ KURDISTANÊ DE BIBIME AWAZ Û DENGÊ GELÊ XWE” "EZ REWŞA MUZÎKA KURDÎ NEBAŞ DIBÎNIM" Hunermenda stranbêj ya Kurd, Şehrîbana Kurdî naveke nasyar û bi nav û deng e. Xebat û xizmetên wê hunermenda dengxweş û dengzelal ji bo muzîk, huner û çanda Kurdî ji her kesê re kifş û eşkere ye. Mirov nikare di van çend hevokane de deng, xizmet û keda Şehrîbanê rave bike ku hêjayî xebat û kesayetiya wê ya hunerî be. Ji bo vê çendê divêt lêkolîn û dahûrandineke kûr û berfireh bihê kirin. Midehê çend salan bû ku me di qada muzîk û hunera Kurdî de dengê Şehrîbanê yê xweş û zelal guhdarî nedikir! Her wiha tu berhemên wê jî ne diderketin. Lê vê dawiyê bi dana kaseteka nû ya stranan bi navê EVÎNA STRANAN, her kes matmayî kir. Li dor pêtir zanîn li ser dîtin û ramanên Şehrîbana dengxweş li ser muzîk, stran û hunerê, bêdengî û nebûna xebatên wê di dema 10 salên borî de, rewşa muzîk û hunera Kurdî, pirsgirêk û astengên ser rêya jinên hunermend yên Kurd û gelek mijarên din... me bi hewce zanî bi Şehrîbana Kurdî re hevpeyvînekê pêk bînin û wê bînin ziman û axavtinê... Azad Kurdî azadkurdi@hotmail.com Rojnama Panzdehrojî ya Agirî, hejmara 33, 15’ê Febriya 2006’an = Di destpêkê de bo me bas bike, Şehrîbana Kurdî di malbat û civakeke çawa de mezin bûye ku hunermendeke wiha dengxweş û navdar lê çêbûye? Ez li Izmîrê di nava malbateke nîv halxweş(mutewsit elhal) de hatime dinê. Ji nav 6 keç û 3 lawan de zaroka malbatê ya mezin ez im. Bavê min karmendekî dewletê bû û ji bona wê jî malbata me berî 40 salî koçberî metropolek ji yên Turkî bajarê Izmîr'ê bûye. Ez bi esila xwe ji gundê Xorsê yê girêdayî bajarê Qiziltepe(Girê Sor) li wilayeta Mêrdînê me. Herêma jiyana malbata me ji aliyê xwe yê dîrokî pir kevnar û xwediyê çand û hunereke dewlemend e. = stranbêjî û muzîk ji te re tê çi wateyekê? Bo min stranbêjî û muzîk tê gelek wateyan. Ez dikarim bi rêya muzîkê xweşî û nexweşiyên gelê xwe bînim ziman. Ya herî giring jî, bi rêya stranbêjî û muzîkê, ez dikarim di tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê da bibime awaz û dengê gelê xwe. Ji bo ku ez jî bi rêya stranbêjiyê ji bo gelê xwe têdikoşim, pir serbilind im. Bi rastî îro di civaka gelê Kurd da stranbêjî di asteke gelekî xerab da ye. Ji ber ku fedakarî her ji hunermend tê xwastin. Lê hunermend birçî ye, nexweş e, kesê hay jê tune ye. Heta îro kesî li deriyê me nexistiye û ne gotiye “hevala Şehrîban an xûşka Şehrîban ka çi pêdivî yên we hene? Ma lazimiyeke we heye an tune ye? An jî çi alîkarî ji we re lazim e? û hwd…” Her ji me hatiye xwastin û me xizmet kirî ye. Em bi xizmeta ji bo gelê xwe kêfxweş in, lê divê ku em jî neyên ji bîr kirin. Hunermend heta ku sax e kes lê xwedî dernakeve. Piştî ku dimirin, her kes dibêje "ax û wax. Filan hunermend gelekî baş bû û nizanim çawa bû, çilo bû......" ev gazinê me di serî da ji rêxistin û partiyên Kurdan û her wisa ji gelê me ye jî. = Te kengê dest bi karê stranbêjiyê kir û çawa bû te biryar girt vî karî bikî? Sala 1983’an hêşta ez 13 salî bûm ku di kêbirkiyeke muzîkê ya salane de di nava hemû xwendevanên bajarê Izmîrê de yekemîn derketim. Kêbirkê ji aliyê (Turk Halk Mûziki) hatibû organîzekirin û ji aliyê xweşiya deng û hostatiyê de ez di nava 32 kesên ku di kêbirkiyê de beşdar bibûn, min pileya yekemîn bi dest xist û hatim xelat kirin. Strana ku di wê rojê de min xwînd bi zimanê Turkî bû û navê stranê jî “Ben Dogarken Aglamişim (Dema ku ez hatime dinê, ez giriyame)” bû. Min di destpêkê de bi teşwîqa Xaleta xwe ya bi navê Soreya yê ku pir jî dengxweş e, dest bi karê stranbêjiyê kir û niha jî bi awayekî bilinditir li ser hunera xwe disekinim. Lê bi awayekî profesyonal ji sala 1991’an dest bi tomarkirina stranên xwe kir û di wê salê de yekemîn kasêta xwe ya bi navê “Ez keç im, keça Kurdan im” di nava gel û muzîkhezên Kurd de belav kir. Beriya wê bi salekê min li cem hunermendên bispor li ser perwerdekirina dengê xwe kar kiribû û dizanî ku çawa qirka(gewriya) xwe ji bo stirîna lorîkên Kurdî bikar bînim. = Tu rewşa muzîk û hunera Kurdî ya îro çawa dinirxînî? Rewşa muzîk û hunera Kurdî ya îro di nava başî û nebaşiyê da ye. Her hunermend û her muzisyen dibêje: “Ez muzîka Kurdî çê dikim.” “Kaseta herî baş ya min e.” “Muzîka min muzîka modern a Kurdî ye”. “Ez bi muzisyen û serkarên herî baş re xebitîm” û filan û bivan....... Yanî ez rewşa muzîka Kurdî ne baş dibînim. Ji ber ku hejmara yên ku zerarê didine Muzîka Kurdî ji yên ku dixwazin baş çê bikin, zêdetir e. Ji hêla din ve kes nema zêde li ser kalîta (qualitet) Muzîka Kurdî rabiweste. Ji ber ku muzîk jî ketiye qada ticaretê. Yanî ji bo hunermend û Fîrmên Muzîkê pere qezenc kirin, yê bûye armanca sereke. Kengî ku armanc ticarî be, wê demê stranek dikeve rewşeke gelekî xeter de. Yanî li gor min rewşa muzîka Kurdî ber bi xerabiyê ve diçe. Divê ku rêxistin û rêvebirên Kurdan û bi nemaze jî Wezîrê Çand û Hunerê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê bi taybetî li ser vî karî rawestin. Ji bo pêşketin û xwedî derketina li dengbêj û hunermendên Kurdistanê arşîveke baş çê bikin. Yanî di derheqa vê mijarê da gelek tişt dikarin werin gotin. Hêviya me ji hunermend û Fîrmên Muzîkê ewa ye ku; huner û Muzîka Kurdî xerab nekin, ji bo berjewendiyên şexsî vê muzîka bav û kalên me, ev muzîka ku îro bûye sedemê azadiya me û ev muzîka ku bi hezaran Kurdan canê xwe ji bo wê dane xerab nekin!! talan nekin!!! = Te di destpêka karê muzîkê de zêde guhê xwe dida kîjan dengbêja? Niha çawa? Min di destpêkê da zêdetir li Mihemed Şêxo, Şivan Perwer, M. Arif Cizrawî, Eyşe Şan, Seîd Yûsuf, Tehsîn Taha, Erdewan Zaxoyî û hwd guhdarî dikirin. Bi taybetî min ji Şivan Perwer, Mihemed Şexo û Tehsîn Taha re guhdarî dikir. = Wekî bingeh kîjan dengbêjê/î bandor kiriye ser karê te yê hunerî yan bêjim ji te re bûye bingeh? Wekî bingeh zêdetir bandora nemir Mihemmed Şêxo û Şivan Perwer ji bo min bûn bingehek û bandora wan li ser muzîka min û dengê min çê bû...... = Dibêjin ku Şehrîban mireveke oldar e. Lê xizmetên te bi huner û muzîka Kurdî ew qas zaf in ku ravekirina wan zehmet e. Çawa ye ku oldarî ji bo te di xebata hunerî de nebûye asteng? Berî her tiştî ji bo van îltîfatên we zor spas. Ev pirs ji bo min girîng e. Ji ber ku dînê Îslamê di warê mafê jinan û her wekî din di gelek waran de ji hêla nehezên Îslamê ve kêm û şaş hatiye danasîn. Xwedê Teala dengekî xweş daye min. Ji bo vê dayîna yezdanê dilovan ( Xwedê Teala) ez ji yezdanê dilovan (Xwedê Teala) re spasdarim. Cîhad tenê ne li ser mêran ferz e, her wiha li ser jinan jî ferz e. Ez oldariyê ji bo xwe ne asteng, belkî bilakîs û hêzeke herî mezin dibînim. Min dikarî bi vî dengê xwe gelekî pere kezenc bikim. Min dikarî dev, çav û guhên xwe ji vê zilm û zora li ser gelê Kurd ra bigrim (qapat kim) û tenê ji bo berjewendiyen xwe bixebitim. Lê, ez ji Xwedayê xwe tirsiyam. Ji ber ku welatê me bindest e, bi hezaran gundên me hatine şewitandan, bi milyonan însanên me koçberî her çar hêlê cîhanê bûne, bi hezaran însanên me di zîndanan de ne, û bi hezaran însanên me jî li ber çavan hatine kuştin û hwd. Dînê Îslamê dibêje: “Li hemberî vê zilm û zorê cîhad (berxwedan) li ser we ferz e. Ew kes çi jin dibe, çi jî mêr divê ku li hemberî vê zilm û zorê serê xwe rake û li ber xwe bide.” Her wiha ne tenê gelê Kurd her kesê ku dibêje ez Misliman im, divê ku li hemberî vê zilma li ser gelê Kurd, tevî gelê Kurd, li hemberî wan zalim û dagîrkeran têbikoşin. Ta ku Kurd ji bin vê zilm û zorê derkevin û weke her neteweyekê azad bijîn. Wekî din ez hunera xwe ne ji bo ku bibime miroveke gelekî navdar çê dikim. Ez hunera xwe li gor exlaqê civakê bikar tînim. Ez dixwazim hem bi hunera xwe û hem jî bi kesayetiya xwe (şexsiyeta xwe) ji însanên xwe re bibime mînak. Ji ber vê yekê heya îro min ji şexsiyeta xwe tu car tawîz nedaye. Ev dinya fanî ye û ji tu kesî re nemaye. Xirabî, zilm, kîbîr û xwe mezinkirin; karê cahil, nezan û kesên derveyî mirovahiyê ne. Ji ber wê pêwîst e ku em xizmetê ji bo însanan bikin, em alîkariyê bi kesên xizan û bindest re bikin. Ger ku em nikaribin qenciyê bikin, pêwîst e ku em xirabiyê jî nekin. Ez bi taybetî dixwazim vê bêjim: “Ger ku me li gor emrê Xwedê Teala hereket bikira, hetanî niha welatê me sed carî azad dibû.” = Nêrîna te li ser jinên jêr bi kurtî çî ye? 1. Meryem Xan 2. Eyşe Şan 3. Gulistan Perwer 4. Merziye Rezazî(Ferîqî) 5. Fatê Xûşkên min yên hunermend bi taybetî Meryem Xan, Eyşe Şan û Merziye Rezazî (Ferîqî) rahma Xwedê li wan be.. Xwedê cihê wan bixe biheşt. Gulîstan û Fatê jî du xûşkên min yên gelekî hêja ne. Meryem Xan, Eyşe Şan, Merziye Rezazî (Ferîqî), Gulîstan û Fatê di nava civaka gelê Kurd de xwe bi hunera xwe dane qebûlkirin. Her yek ji wan li gora xwe guhdarên wan hene. Hurmeta min ji wan re heye. Ez nikarim di derheqa wan de tu şîroveyî bikim. Ez bawer dikim ku şîroveya herî baş di derheqa hunermendan de şîrove û nêrînên gelê Kurd e. = Di qada huner, stiran û muzîka Kurdî de jin gelek kêm beşdar in. Tu sedemên vê pirsgirêkê çawa dinirxînî? Sedêmên kêm beşdarbûna jinan berê, urf û adetên herêmî, paşvemayîna Rojhilata Navîn û hwd... bûn. Yanî her demekê li gora xwe zahmetiyên xwe hene. Sedemên îro yên yekemîn, derfetên aborî ne. Yanî jinek ji bo ku bikaribe di nava stiran û muzîka Kurdî de cihê xwe bigre, berî her tiştî divê ku derfetên wê yên aborî hebin, an jî hinek kesên dewlemend bi wan re alîkariyên bikin, an jî sazî û rêxistinên Kurdan li wan xwedî derkevin. Mesela gelek jinên dengxweş hene, lê ji ber ku tu kes alîkariyê bi wan re nakin, nikarin tevlî stran û muzîka Kurdî bibin. Yanî îmkanên aborî sedemên sereke ne. Ev zehmetî ji bo mêran jî hene. Gelek sedemên din jî hene, lê ez bawer dikim em bi pirseke di nava hevpeyvînekê da nikarin bersîva wan sedemên din bidin. = Ziman dikare di karê stiranbêjiyê de çi rolekê bilîze? Weke ku tê gotin “ziman hebûna gelan e.” Pêwîst e ku stranbêj û helbestvan di nivîs û stranbêjiyê da li ziman û giramera ziman gelekî diqatê bikin. Hewce ye ku ziman bi zanebûn were bikaranîn. Ger ku helbestvan û stranbêj ziman baş bikar neînin, ji bo nifşên nû dê bibin mînakên ne baş. = Kaseteke te vê dawiyê derket, bi rastî kareke mezin, hêja û bilind di muzîka Kurdî dê were hesibandin. Tu karê vê kaset yan sêlik(CD)a xwe çawa pênase dikî? Kaseta CD ya min ya bi navê EVÎNA STRANAN di bin gelek zehmetî û mercên giran de hate çê kirin. Ji ber ku ev nêzîkî heft sala bû ku min kaset çê nekiribûn. Guhdarvanên min jî her ji min dipirsîn û digotin: “Tu çima kaset çê nakî?” “Kaseta te ya nû dê kengî derkeve?” û hwd… . Bi rastî min jî dixwast ku ez her sal kasetekî derxînim, lê îmkanên min yên aborî tunebûn. Welhasil min û zilamê min (bavê zarokên min) me biryar da ku em xebateke gelekî baş çê bikin ku em, hem tola heft salên derbasbûyî jê hilînin û hem jî bo muzîka Kurdî di qada muzîka cîhanê de bibe numûneya xebateke gelekî baş bikin. Gava me ya pêşî ew bû ku serkarê vê kasetê kesekî ku muzîka Kurdî baş zanibe û baş nas bike bû. Ew kes jî mirovekî gelekî bi hurmet, dirust û xwedî exlaqekî baş, Mamoste Dilşad Seîd bû. Bi rastî Mamoste Dilşad ji bo vê kasetê xebateke gelekî giranbuha kir. Xwe gelekî westand. Yanî ji bo ku kaseteke baş çê bibe çi ji destê wî hat texsîr nekir. Zilamê min jî ji bo ku kaset gelekî baş çê bibe, xwe da ber hemû mesrefan û xwe gelekî êşand. Her wiha du (2) helbestên zilamê min jî di vê kasetê da hene. Her wiha birayê min yê hêja Kakşar Oremarî jî ji bo ku kaset bibe numûne gelekî alîkariya min kir. Kakşar di hemû xebatên min da her dem ji min re bûye destek. Ez silav û rêzên xwe bi taybetî ji bo Zilamê xwe Şêrgo Ehmed (Fatih Ileri), Mamoste Dilşad Seîd, Kakşar Oremarî û hemû kesên ku keda wan di wê xebatê da derbas bûye, pêşkêş dikim. Kaset li gora E - Mail û mesajên ku ji min re tên bi hezkirineke gelekî mezin tê pêşwazî kirin. Heta Muzisyen û muzîknasên Ewropî bi nirxên gelekî giranbuha nêzîkî vê xebatê dibin û pîroz dikin. Her wiha muzisyenên Kurd, rewşenbîrên Kurd jî bi başî nêzîkî vê kaseta min dibin. û weke nimûne didine xuya kirin. Ez dikarim di derheqa ve kaset û CD ya xwe da gelek tiştan bibêjim, lê ez wê nirxandinê ji guhdarên xwe yên hêja re dihêlim....... = Di nava gelê Kurd de kêm kes heye ku dengê te yê xweş û zelal guhdarî nekiribe. Te ji bo pêşerojê çi plan û projeyek heye? Ji bo pêşerojê planên min ev in: Bi rêya organîzasyonên baş ez dixwazim li her çar aliyên Kurdistanê konsertan bidim. Bi rêya sponsoran ez dixwazim ji bo kaseta xwe çend Kilîban bikêşim. Kesên ku bixwazin ji bo kilîban bibin sponsor, dikarin vê xwesteka xwe bi rêya navnîşanê: info@sehribana-kurdi.com xwe bigihîjine me. Her wiha heke ku îmkan û derfet hebin, ligel Mamoste Dilşad Seîd em dixwazin hinek konsertan li darxînin. Her wiha ji bo kaseteke nû jî ez xwe amade dikim û hazriyên min hene. Ger ku fîrmayên baş hebin, ez dixwazim vê kaseta xwe ya nû li gel wan çê bikim. Projeyên min ev in. = Ji evîndarên deng û berhemên xwe re tu dixwazî çi bibêjî? Berî her tiştî ez ji bo evîndarên deng û berhemên xwe re spasî û silavên xwe yên germ pêşkêş dikim. Hezkirina wan me li ser piya digre. Rexne û pêşniyarên guhdarvanên min dê ji bo min bibe hêzeke mezin. Ez hêvîdarim ku hemû guhdarvanên min Malpera min ya bi navê: www.sehribana-kurdi.com ziyaret bikin û nerînên xwe ji min re binivîsin. Ez hemû evîndarên deng û berhemên xwe bi silavên germ û şoreşgerî silav dikim, di jiyana wan de serkevtin, kêfxweşî û tenduristiyeke baş dixwazim. Ez hêvîdarim ku ez bi berhemên hîn xweştir derkevim pêşberî guhdarvanên xwe. Emanetî Xwedê bin.. Jêder: Rojnama Panzdehrojî ya Agirî, hejmara 33, 15’ê Febriya 2006’an |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |