NEWROZ

نوروز


2/11/2007

Wezareta Karê Derve ya Hollanda pêşwazîya Hevkarî-Hollanda kir

Weşandin:1/11/2007 saet 18:36 

Şandeya Hevkarî-Hollanda, îro çû wezareta karê derve ya Hollanda û bi berpirsê Tirkiyeyê, berpirsê Rojhilata Navîn-Bakurê Afrîkayê û stratejîstek wezaretê re hevdîtinek pêk anî.

Îro, di saet 14;00an de, şandeya partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî li Hollanda-Hevkarî, bi Wezareta Karê Derve ya Hollande re hevdîtinek pêk anî. Şande, ji alî berpirsê Tirkiyeyê, berpirsê Rojhelata Navîn-Bakurê Afrîkayê û stratejîstek wezaretê ve, hat pêşwazîkirin. Hevdîtin qasî 2 saetan dom kir.

Endamên şandeyê yek bi yek, bi axaftinên xwe bala rayedarên wezaretê kişandin ser tehdîda dewleta tirk a li ser Kurdistana Azad û ji rayedaran daxwaz kirin ku li hember wan tehdîdan bêdeng nemînin û ji bo ji holê rakirina alozîya di navbera dewleta tirk û Kurdistana Azad de, Yekîtîya Ewropa (YE), hêza xwe ya aborî û siyasî bikar bîne.

Herweha şandeyê bala rayedarên wezaretê kişand ser provakasyonên tirkên nîjadperest li Hollanda û li welatên din yên Ewropayê û ji wan daxwaz kir ku li hember wan provakasyonan bêdeng nemînin û hişyarî bidin dewleta tirk.   

Şandeyê bi avantaja ku her endamek ji perçeyek Kurdistanê ye, pirsa kurdên li her çar perçeyan, ji rayedarên wezaretê re anî ziman.

Li gor qenaeta rayedarên wezaretê, armanca dewleta tirk ne Kurdistana Azad, PKK ye. Lê tirsa xwe ya ji bo ‘‘heta ku PKK çek di dest de û li ser axa Kurdistana Azad be‘‘ ê li herêmê alozî hebe, anîn ziman. Hêjayê gotinê ye ku rayedarên wezaretê bi kêfxweşî qala aramîya li Kurdistana Azad dikirin.

Rayedarên wezaretê li ser pêvajoya demokratîbûn û endametîya Tirkiyeyê a Yekîtîya Ewropayê (YE) rawestîyan û di vê pêvajoyê de, girîngîya dana mafên kurdan, anîn ziman. Rayedaran got ku tenê bi destûrdana ji bo weşanên kurdî pirsa kurd nayê çareserkirin, loma jî divê dewleta tirk hinek gavên girîng bavêje.

Rayedaran got ku Hollanda rewşa Rojhelata Navîn ji nêz ve dişopîne û ji bo ji holê rakirina alozîyê di nav hewildanan de ye.

Amadekar:Gernas Amedî

Çavkanî :Netkurd/Hollanda 

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]