|
6/10/2007 Pirtûkên Orhan Pamûk qedexe kir û bû walî (Zarathustra News) Qeza Sütçülerê bi wîlayeta Ispartayê ve girêdayî ye. Kaymakamê wir, li hemberî xwediyê xelata Nobelê û nivîskarê navdar Orhan Pamuk, biryarek e fermî derxist. Kaymakam Mustafa Altınpınar dixwest pirtûkên Pamukî ji kutûpxaneyên bajêr bide hev û xwendina wan di kutupxaneyan de qedexe bike. Altıpınar ji beyanên Pamukî li ser qirkirina Ermeniyan hêrs bûbû û wî di axaftina xwe anîbû zimên ku, ew dixwaze pirtûkên Orhan Pamuk li cîhekî komî ser hev bike û wan bişewitîne. Beyana kaymakam bala gelek kesan kişand û li dijî wî lêpirsînek fermî dest pêkiribû. Di şûna Altınpınar bê cezekirinê, wî îro xelata xwe bi şêweyekî îndîrek ji dewletê girt û Serekomarê Tirkiyê Abdullah Gül bi biryarnameyekî wezîfeya wî a nû îlan kir. Li gorî biryarnamê, kaymakam Altınpınar bû wekîlê Waliyê wîlayeta Gümüşhaneyê. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |