NEWROZ

نوروز


25/1/2008

Ji Instîtiya Kurdî li Almanya gavek e bi nirx: Kursa dimilkî/zazakî dest pê kir

Zarathustra News

Instîtuya Kurdî li Almanya, anku "Istîtuya Kurdî ji bo Zanistî û Lêkolînê" ji bilî xebatên biyagrafiya nasdarên kurda, hevpeyvînên dîrokî, lêkolînên berfireh û bisûd, demek e ku xwe ji bo gavavêtinek e nû amade dikir. Belê, Instîtuyê ev gava giring duhî avêt û kursa diyalektê me yê şêrîn Dimilkî/Zazakî li lokalên Instituye, li Köln ê dest pê kir.  Li ser vê gava bi nirx, rêvebiriya instîtuyê daxuyaniyek e wisa da:

"Gelê kurd bi hejmarek zarave diaxive. Ev jî kurmancî, soranî, dimilkî/zazakî/ û goranî ne.. Gelê kurd jî kurmanc e, soran e, zaza ye û goran e. Ev zarave û ev kategoriyên gel giş şaxê darekê ne û ji heman reh û rîşeyan bixwedî dibin.

Statuya kurdan bi heman derecê nebe, li hinek perçan ferq bike jî bûye asteng li ser riya wan da ku bi azadî û di nav serbestiyeke temam de zimanê xwe fêr bibin, zimanê xwe bi pêş bixin, geş û gur bikin.

Kurd hê teqnekî dûr in ji zimanekî hevbeş, ji zimanekî standard ku kurmancaxêv, soranîaxêv û dimilkî - zazakîaxêv di têkiliyên di nav xwe de bikar bînin û bê pirsgirêk hev fêm bikin.

Hê jî kurd ji ber van dijwarî, nelibarî û neberbiheviyên ku encam û berê bindestiya kurdan in, bi zimanên serdestên xwe, bi zimanên dewletên asimîleker ango bi zimanên tirkî, farisî û erebî bi hev re diaxivin.

Ev jî bivê nevê, mebest çi dibe bila bibe û çendî ji neçarî û bêgavî jî dibe bila bibe, ji aş û çerxa asimîlasyonê re dibe ardû, sûtemenî û alîkar.

Bi gotinin din, ji ber vê axaftina bi zimanên dewletên serdest û dagîrker li Kurdistanê, em bi xwe jî xwe asimîle dikin û bi destên xwe kevir li çoga xwe didin.

Tevgera rizgarîxwazî kurd hişyar kirin, ji xewa Eshabilkaf rakirin. Îro kurd dereng be jî xwe baştir nas dikin û talûkeya di eniya zimanê kurdî de raserî me hatiye dibînin, pê dihesin û êdî li zimanê xwe vedigerin.

Em vê rastiyê ji serlêdanên bêsekin ji Instituya Kurdî li Elmanya re tên dibînin. Ev serlêdan jî çendalî ne. Alî ne bi tenê bi zaraveyekî belê bi giş zaravan kursan dixwazin.

Em wek instîtu çendî ji destên me tê, em bi daxwaz û hewleke ji dil û can van serlêdanan bêbersiv nahêlin.

Ev vegera li zimanê dê û bavên xwe, peyketin û bidûketina li zimanê bav û kalên xwe li Elmanya, bi taybetî di nav ciwanên zanîngehê de, dilê mirov avreşandî dike, mirov dilşa û kêfxweş dike û di encamê de hêviya mirov bi siberoj û wêbêya zimanê kurdî mezin dike.

Çar-pênc mehên li pey me man, kursên zaravê kurmancî ku ji aliyê Instîtuya Kurdî li Elmanya hatin vekirin, li Kolnê, Achen, Essen, Grevenbreuch û dawî li Darmstad dan pey hev û meh bi meh hejmara şagirtan ber bi jortir û reqemên mestir de hilkişiya.

Kursa dawî, vê carê ne bi kurmancî, belê bi dimilkî/zazakî roja 20 ê meha Çile, bi 14 kesan dest pê kir.

Kurs, ji niha û pêde her roja înê di nav seet 18.00 û 20.00 de li avahiya Instîtuta Kurdî li Kolnê, li navnîşana Neusser str.216 li bendeyî xwendevanên xwe ye.

Kesê ku dixwaze têkeve kursê û bibe şagirtek ji şagirtên kursa zaravê dimilkî/zazakî, kurmancî yan jî zaravayekî din, bila serî li Instituta Kurdî li Elmanya bide."

Mirov dikare wisa têkiliyê bi enstîtuyê re deyne: 0049 221 72 70 92 - Faks: 0049 221 72 70 96.

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]