NEWROZ

äæÑæÒ


24/3/2007

Leyla Zana li Amedê sê rêhevalên kurda diyar kir:

Celal Talebanî, Mesût Barzanî û Abdullah Öcalan

 (Zarathustra News)

Bêdengiya parlamentera berê ya DEP ê Leyla Zana di Newroz îsal ya li Amedê bi dawî hat. Di pîrozkirina Newroz li Amedê de Zana bi kurdî û tirkî axifî. Dîtinên xwe wisan anî zimên: ``Sê rêhevalên kurda hene: Yê pêşî Mam Celal e, Serokê Dewleta Iraqê ye, birêvebirekî kurd e. Ew bi biratiyê bawer dike û me tevan dipejirîne. Yê din jî Apê me Mesûd e, Serokê Herêma Kurdistanê ye, ew jî me dipejirîne. Yê din jî, weke em hemû tînin ser zimên, hûn jê re dibêjin rêber û serok û ew dilê me tevan de ye, Abdullah Öcalan e.

Newroz sembola azadiyê ye. Çi gel bê ziman, dîrok û çand tune ye. Xwedî li xwe û nirxên xwe derkevin. Li azadiya xwe xwedî derkevin. Hêviyên xwe li ser aşitî, azadî, wekheviyê zindî bihêlin. Rojekê hêviyên me dê bi dest bikevin. Baweriya xwe bi vê yekê, wê rojê bînin. ``

Leyla Zana paşê bi tirkî axifî û mesajên xwe gihand raya giştî ya Tirkiyê: ``Newroz li me tevan pîroz be. Pêwîst e bê zanîn ku kurd, biratiya gelan diparêze. Çi caran pişta xwe nedaye gelê tirk. Lê herdem ji dawî ve hatiye birîndarkirin. Ez banga xwe dighêjînim akademîsyen, rewşenbîr û birêvebirên hikûmetê. Dikarin ji gelê kurd bipirsin û lêkolînan bikin: Kurd dixwazin cuda bijîn? Anjî dixwazin bi mercên wekhevî û azadiyê de bi hevûdu re bijîn? Ez bawerim ku hejmarek mezin ji kurdan dê biryara bi hevûdu re jiyanê bidin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]