|
22/10/2007 Jiyana Mehmed Uzunê gorbihuşt 11-10-2007 Malpera Diyarname Mehmed Uzun di sala 1953'yan de li Sêwregê hat dinê, di sala 1977'an de çû Swêdê. Wî berhemên xwe bi kurdî, tirkî û swêdî nivîsandine lê romanên xwe tenê bi kurdî nivîsandine. Uzun rêveberiya Yekîtiya Nivîskarên Swêdê kiriye, di Pen Klûba Swêdê û Pena Navneteweyî de xebitiye. Endamtiya Yekîtiya Rojnamegerên Swêdê û Dinyayê kiriye. Nivîsên wî li gelek cihan hatine weşandin. Li ser berhemên wî "Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê" û "Nar Çîçeklerî" (Kulîlkên Hinarê) di bihara 2001'ê de li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya Stenbolê der barê wî de doz vebû lê di dawiyê de beraet kir. Di heman salê de xelata Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê ya Azadiya Ramanê girt. Ji bilî vê Xelata Edebiyatê ya Enstîtuya Kurdî ya Berlînê, li Skandînasyayê Xelata Pênûsa Azadiyê ya Torgny Segerstedt û di sala 2002'yan de jî xelata Akademiya Swêdê ya bi navê Stîna-Erik Lundrebrg girt. Uzun di sala 2006'an de bi nexweşiya qansêrê hesiya. Li Swêdê, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat dermankirin lê fêde neda, gotin, "Çare nîn e". Li ser vê yekê di 13.06.2006'an de hat Amedê û li Nexweşxaneya Yeni Vini hat dermankirin. Uzun ku gotibûn "Çend roj temenê wî maye" li Amedê bersiva dermankirinê da û hat ser xwe. Piştî baş bû li Stenbolê beşdarê "Konferansa Mehmed Uzun" bû, axaftin kir, sipasiyên xwe ji bo beşdaran û amadekarên konferansê kir. Teblîxeke şand ji Konferansa Tirkiye li Aştiya Xwe Digere ku li Enqereyê li dar ket. Uzun ku her kesî jê hêviya başiyê dikir, şeva borî ji nişke ve nexweş bû û dîsa rakirin nexweşxaneyê. Di 11.10.2007'an saet 11.05'an de jiyana xwe ji dest da. Berhemên wî: - TU, Roman), 1985 - Mirina Kalekî Rind, Roman, 1987 - Siya Evînê, Roman, 1989 - Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Roman, 1991 - Destpêka Edebiyata Kurdî, Lêkolîn, 1992 - Mirina Egîdekî, Helbest,1993 - Hêz û Bedewiya Pênûsê, Ceribandin, 1993 - Varlden i Sverige (antoloji, bi swêdî, tevî Madeleine Grive, 1995 - - Antolojiya Edebiyata Kurdî, Antolojî, 2 cîld, 1995 - Bîra Qederê, Roman, 1995 - Nar Çiçekleri, Ceribandin, 1996 - Ziman û Roman, Hevpeyvîn, 1997 - Bir Dil Yaratmak, Hevpeyvîn- bi tirkî, 1997 - Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Roman, 1998 - Dengbêjlerim, Ceribandin - bi tirkî 1998 -Defter-i Amalım / M. Salih Bedirhan'ın Anilari, bi tirkî, 1998 -Kürt Edebiyatına Giriş, Lêkolîn - bi tirkî, 1999 - Hawara Dîcleyê, Roman, 2001; - Hawara Dîcleyê-2, Roman, 2003. - Zincirlenmiş Zamanlar Zincirlenmiş Sozcukler, Ceribandin - bi tirkî, 2003; - Ruhun Gökkuşağı, bi tirkî, Roman, 2005 - Bir Romanin Hatira Defteri, Bîranîn, bi tirkî, 2007 Em wekî Diyarname di nav xemgîniyeke mezin de ne. Uzun wisa kesek bû ku zû bi zû cihê wî nayê dagirtin. Xwedê bi rehma xwe şa bike. Bila serê hemû gelê kurd, dost û malbata wî sax be. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |