|
2/11/2007 Serokê Komîsyona Parlementoya Ewropayê Pierini:Pirsa PKK ê ne bi şer lê bi dîplomasiyê çareser bikin (Zarathustra News). Yekîtiya Ewropayê-EU îsal dê bi qasî 500 milyon euro alîkarî bide Tirkiyê. Alîkariya aboriyê dê ji bo herêmên paşdemayî bê xerckirin. Hatina aboriyê, li gelek herêman ne mîna hev in. Li aliyê Anatoliayê hatina kesan ji aliyê aborî ve bilind e, lê li aliyê Kurdistanê pir kêm e. Pir giring e ku Tirkiyê, hatina hemwelatiyên xwe li gorî pîvanê hatina aborî a hevwelatiyên ewropî bilind bike. EU ji xwe re wezîfe dibîne ku piştgiriya aboriyê bike û pêşketina aboriyê li Tirkiyê raçav bike. Serokê Niwênerên Komîsyona Ewropayê Marc Pierini, di vê çarçevê de serdana bajarê Semsûrê (Adiyaman) kir û pêşketinên li Kurdistanê raçav kir. Di dema serdana xwe de bersiva pirsên rojnamevanan da. Li ser pirsa endametiya Tirkiyê û muzakereyên bi Tirkiyê re wisa axifî: Muzakereyên bi Tirkiyê re didome. Muzakere, dikare carna hêdî û carna jî xurtir bibe. Lê xebatên me yên li Tirkiyê dê bidome, didome. Bersiva Pierini ji bo pirsa "Stratejiya EU li ser pirsa PKK ê çiye?" wisa bû: EU bi şêweyekî vekirî aniye zimên ku, tevayê çalakiyên terorî gunehkar dike. PKK jî di lîsteya me a terorê navê xwe heye. Lê Yekîtiya Ewropayê-EU weke prensîp, li dijî çareseriyên leşkerî ye. EU piştgiriya çareseriyên dîplomasiyê dike . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |