|
17/11/2007 Xetera herî mezin dikeve jiyanê: AKP Lobiya Kurd ava dike (Zarathustra News) Partiya AK ê ku Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan rêvebiriya wê dike projeyek e nû dixe jiyanê. Li gorî projê, parlementerên AK ê ku ji Kurdistanê hatine hilbijartin dê li welêt û li derveyî welêt li ser Pirsgirêka Kurd biaxifin û li hemberî hereketa kurd dîtina xwe a alternatîf bînine zimên. Serokwezîrê Tirkiyê Erdoğan, di dema gera xwe a Emerîkayê de daxuyaniyek belav kiribû. Erdoğan, bala çapemeniyê kişandibû ser hejmara parlementerên AK ê ji Kurdistanê ku hejmara xwe 75 in. Bi vê yekê xwestibû bîne zimên ku, ew li Kurdistanê partiya herî mezin in. Partiya AK ê bi dengên girtiye, ji partiyên bêhtir, kurda temsîl dike. Her wisa, di 2 ê çiriya paşîn de li Enqerê, serokên bajaran yê partiya AK ê civîna xwe pêk anî bû. Di civînê de biryarek hate girtin. Li gorî biryarê, parlementerên AK ê yên ji Kurdistanê, bi taybetî li derveyî welêt dê qala Pirsa Kurd bikin. Xebat dê din bi rêvebiriya şêwirmendê polîtîka derve yê Erdoğanî, parlementerê Stenbolê Egemen Bağış de bê kirin. Kesên ku bi zimanên cewaz dizanin dê rolen berbiçav hilgirin ser milên xwe. Li ser pirsê, kovara Aksiyonê bi hejmarek kesên parlementer re axifî û dîtina wan wergirt. Abdurrahman Kurt (Amed) Dîtina ku partiyek miletekî temsîl dike ne rast e. Ev yek ji me re û ji DTP ê re jî derbas dibe. Dema mirov li gorî encama hilbijartinê bipeyive, dikare bêje ku, partiya AK ê herêmê temsîl dike. Lê em tiştekî wisa nabêjin. Heyê me jê heye ku hêzek vê pirsê manipule dike. Lewma me go, weke wekîlê kurda em ê qala kurda bikin. Ev tenê ne ya me, lê xwestina wan kurda ye ku dengên xwe dane me. Li gorî me, çareseriya Pirsa Kurd bi demokrasî û azadiya zêde mumkun e. Me kursên zimanê kurdî serbest kir, bi vê yekê dewlet dabeş nebû. Berevajiya wê, bi rakirina qedexeyan hate dîtin ku eleqa ji bo zimên kêm e. Dema gavên demokratîk tê avêtin tê dîtin ku çalakiyên terorî jî zêde dibe. Ev kirin mafê gel naparêze, bêhtir rê li ber demokratkirina sîstemê digire. Kurd, ji bedêla ku xwe îzole bike û bi serê xwe bimîne, hewil dide ku bi cîhanê re bibe yek, tevlî wê bibe. Pirsa terorê û a kurd ne yek tişt e. Divê ev yek ji Ewropa re bê gotin ku, rast û şaş têkilav nebe. Di demên derbasbûyî de tengasî hebûn. Lê em dibêjin, kêmasiyên hene dê bi rêya demokrasiyê çareser bibe. Dema mirov wisa dibêje, dîtina muhatabên me jî tê guhertin. Encama hilbijartina tevayî û a referandûmê dide nîşandan ku berê kurda li Enqerê ye, hêviyên xwe ji wir hene. Ev tev, ji destê yekem, ji aliyê me, di çarçoveya Pirsa Kurd de li welatên rojava dê bê zimên. Ev pêşketinek e giring e. Arif Demirkiran (Sêrtê) Dengên kesên ku dibêjin, em herêmê temsîl dikin ji % 60 daket ji % 25 an. Di rastiya xwe de, ev tê wateya wê ku partiya AK ê herêmê temsîl dike. Herêm, di referandumê de ji % 90 dengên xwe "erê" bû. Hinek eleqat, piçek hizur û pêşxistina aboriyê têr dike ku gel û dewlet nêzî hev bibe. Çi cudaxwezî ne cihê pirsê ye. Divê ev yek ji aliyê ewropiyan ve jî bê zanîn. Li derveyî welêt, qala Kurd û tirka bi şêweyekî çewt tê kirin. Li Italyayê, di civînekê de, parlementerekî ingilîzî ji min re qal kir ku, niwênerên herêmê nehatine û di civîne de temsîla wan nehatiye kirin. Min jî jê re go, partiya AK ê hejmarek bilind parlemeterê xwe hene û me dengên bilind ji herêmê girt. Ji bilî vê, me, ji awira demokrasî, perwerdê, sihet û aboriyê xizmetên cidî pêk anîn. Hêviyên mirovan hene, ji aliyê mafê heq û azadiyê kêmasî û tengasî hene. Di demên derbasbûyî de herêm ji gelek mafan mehrum maye. Lê divê kêmasî bêne serastkirin û ev yek têne kirin. Min jê re qal kir ku, divê kar bêhtir bê kirin. Dîtin hatine guhertin. Lewma pir giring e ku em muhatabên xwe yê ewropî-ku ew PKK ê û DTP ê niwênerên kurda dibînin- piralî û ji destê yekemîn li ser pirsê agehdar bikin . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |