NEWROZ

نوروز


9/11/2007

Rewşenbîrên Çekî ji bo kurdekî rabûn ser nigan: Em li ser navê Gelê Çek leborîna xwe dixwazin

(Zarathustra News).

68 kesayetên herî navdarên Komara Çek di roja Cejna Dewletî de, di roja  89 ê avakirina Komara Çekoslovakya de Dr.Yekta Uzunoglu di mala wî de ziyaret kirin û jê re bi navê gelê Çek têksta xwestina leborina xwe xwendin.

Weke tê zanîn, di sala 1994 de Dr.Yekta Uzunoglu li ser ixbara ajanê polisê tirk û çeka Göksel Otan, ku dawî hat tesbit kirin ku navê wî yê rast Gürkan Gönen e, hat girtin û 2.5 sal di zindane de ma.

Serokkomarê berê ya Komara Çek Vaclav Havel, ku dinê de wek navdartirîn kesayetê çek tê naskirin,  seroke parêzgehên Çek, Doc. Dr. Vaclav Mandak, Seroke Akademiya Zanyariya Komara Çek Prof. Dr. Pavel Martasek, ku bi doktror Yekta Uzunoglu re di dema xwendekarî de 5 sal di heman odê de mabû, artistê herî navdar ya sînema û şanoyê Vlasta Çramostova bi navê saziya artîstên çek, Dr. Libuse Silhanova seroka Komîta Helsinkî bi navê Komita Helsinkî, rojnemevan Markus Pape bi navê Qereçiyên Komara Çek, navdartirîn helbestvan Martin Jirous bi navê saziya helbestvanen çek, helbestvan Vaclav Danek cigere seroke PEN a Çek bi navê PEN a Çekê, dekanê Zaningeha Pilsen Dr. Věra Tydlitátová bi navê Cihuyên Komara Çek, Egon T. Lánský hemvelatiyê Çek û Swêdê, Cîgere Seroke Hikumeta salên ku Dr.Uzunoglu hati zîndan kirin bi navê endamên hikumeta wan salan, Senator Jaromír Stetina bi navê Senatoya Komara Çek, rojnemevanê navdar Jan Rejzek bi navê rojnemevanên Çek, navdartirîn filozofê komara Çekê Prof. Jan SOKOL ku 5 sal berê namzetê Serokomariyê bû, bi navê filozofen Çek, Sitranbêj Josef Pepa Nos bi navê sitranbêjan, sero yekîtiya mamosteyan Tomáš Jurčík bi navê saziya xwe, nivîskar Jana Červenková bi navê yekîtiya nivîskaren Çek, keşeyê navdar ê protestant Jan Zeno Dus bi navê dera Protestanta, Prof. Fr. Janou bi navê saziya ÇARTA 77 ku di sala 1989 de şoreşa qadîfe pêk anîbû, Prof. Dr. Venek Silhan bi navê saziya aborînasên Komara Çek, Prof. Dr. Otakar Vojtěç, bi navê ulumdarên fizîkarê atomê, navdartirîn ulumdarê sosyolojiyê Prof. Dr. Jiřina Šiklová bi navê yekîtiya sosyologan, pirtirîn niviskarê efsanevî Mîlan Jungmann, ku di sala 1968 de sero yekîtiya nivîskarên çek bû. ku serê xwe hemberî işgala Sowyetê rakiribû, keşeyê navdar a dêra Katolik Miloš Rejchrt bi navê Katolikan, sero mezintirîn waqfa komara Çek Dr. Věra Roubalová, bi navê waqfên xêrxwaz, Dr. Jan Paynebi bi navê yekîtiya doktorên Çek, sero saziya kameramanên Çek a efsanevî Stanislav Milota ku di sala 1968 de wek yekemîn kameraman işgala komara Çek ji alî Sowyet kişandibû, bi navê saziya xwe, Prof. Anna Kareninová, bi navê saziya wergerên çek, Prof. Dr. Viktor Žárský bi navê saziya kimyagerên Çek, resamê herî navdar Jiří Oves bi navê saziya xwe uhd.uhd. ji Dr.Yekta Uzunoglu lêborîna xwe xwestin, ji ber ku di dema ku ew trajedî hati serê Dr. Uzunoglu dengê xwe bilind nekirin, bo azadiya wî şer nekirin, hiştin ku ew trajedî di erdê gelê Çek de pêk be.

Dîsa ew kes di nameya xwe ku di mala Dr.Uzunoglu de xwendin, serokomare îro Vaclav Klaus tawanber dikin ku di wê roja cejnê de, ew wek serokomar lêborinê ji Dr.Uzunoglu wek serokê dewletê nexwest .

Nameya leborînê di tevekê Çapa Çek de bû sernivîs û hate weşandin. 2 saet piştî weşandinê, serokomare Çekê bersivek fermî da.

Bersiva Serokomar Vaclav Klaus ne tene kesayetên navdarê gelê Çek dan lê wusa ji bi rêke diplomatîk cigirê serokê Senatoyê ku dema xwe de serokwezîr û serokê Senato bû, da û bi namekî vekirî leborînê xwe hem wek şexs û hem jî wek cîgirê Senatoyê ji Dr.Uzunoglu xwest.

Di diroka Komara Çek de, ev cara yekemîn e ku gel bi vê cureyê dijî serokomarê xwe derdikeve û dibejin „ ger tu nekî em wek gel dikin, em vê bêedebiyê qebûl nakin, nahêlin ku navê gelê me wek celad were bîr anîne.  Ev buyer jî ji bo Kurdekî dibe .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]